Li bajarê Babê yê Bakurê Sûryê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin teqînek rû da û di encama wê de 11 kes birîndar bûn.
NAVENDA NÛÇEYAN – li gorî nuçeya ajansa anha ku agahiyên xwe ji çav kaniyên herêmê girtine îro saet 17:00 li bazara bajarê Babê nêzî dikanan matorsiklêtek hatiye teqandin. Li gorî çavkaniyan agahî dan di encama teqînê de 11 sivîl birîndar bûne û ew rakirine nexweşxaneya bajarê Babê û nexweşxaneyên Tirkiyê.
Piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê herêmên Şehba dagirkirine li wan herêman her tim teqîn rû didin û sivîl têne kuştin û birîndar dibin.