NAVENDA NÛÇEYAN – Pîvana hov a kapîtalîzmê ew e ku mirov bike gurê mirov. Jixwe demekê pêşiyên gur û mihê yek bûn. Piştre ji hev cihêbûn. Herdu jî çima bi kêmanî ji bo xwişk û biratiyê nebin yek û nekevin ser vê rêyê? Ev qet nebe weke teorî mumkin e, û em li gelek mînakên di vî warî de rast tên.
Ez van xusûsan ji ber vê dibêjim: kapîtalîzm ji bo derketina xwe kêm bûyerên hovane yên em di beridandina xwezayê de dibînin ji xwe re weke mînak nîşan dide, lê bi mînakên me dan eşkere ye ku ev îdîaya wê tewş e. Em dikarin bersiveke balkêştir bidin û weha bibêjin: ji kevzên destpêkê ber bi kevzên bejî ve, ji wan jî ber bi darên bi heybet, ji vir jî sîstema bi mîlyonan zindiyên gihaxwir (heywanên hev naxwin) heye, em ê van mînak negirin, çima em ê çend mînakên ku weke kansêra beridandinê bin, mînak bibînin? Ez divê weke pêşekekê bibêjim ku di qanûnên beridandina xwezayî de cih ji teoriyên derketina kapîtalîzmê re tineye. Timî artêşa bê karan zêde dike û bi vê yekê dixwaze heqdesta kêm di rojevê de bigire. Cihê vê prensîba wê jî di nav qanûnên xwezayî yên beridandinê de tineye.
Biyolojî tespît dike ku cinsê mirov, li ser hîmê civakbûnê hebûna xwe dewam dike û tevahiya qonaxên beridandinê di nava xwe de digire û wisa tevdigere. Eger em zanistê bêyî ku tevlî dînê pozîtîvîzmê bibin şîrove bikin, divê em baş zanibin ku ev bi xwe tesbîteke muhteşem e. Ezli vir dixwazim bibêjim; çi ev xisleta cinsê mirov çi hêza wî ya hilbijartina exlaqî û çi jî xisleta wî ya dadgeriyê (derfeta tercîha azad) ez ê wan di Sosyolojiya Azadiyê de guftûgo bikim. Ez ê bi kurtî PÊŞKETINA AHENGDAR ya ku bi beridîna xwezayî ya pêşketina xwezayî re li hev e, bînim ziman. Dema min ev kir, ez ê hewl bidim îspat bikim ka çima divê em jiyana şaristaniyê ya xwe disipêre mezinbûna zêde ya bajaran û hêmanên dewlet û desthilatdariyê yên bi hiyerarşî û çînayetiyê mîna kulmozan mezin dibin, yan di kategoriya ‘zêde weke şêran’ de yan jî berevajî vê di kategoriya ‘zêde weke dewaran’ de bi cih bikin. Beriya her tiştî divê ez bibêjim ku bûyerên bi vî rengî kêm be jî reh û rîşên xwe di beridandinê de hene, lê em dikarin van bûyeran di beridandina mirov de weke nexweşiyekê, ji rêderketinekê, mirovxwariyekê yan jî bermahiyeke çor şîrove bikin. Her weha divê em baş fêhm bikin ku şêwazê ahenga xwezayî yê beridandinê ev nîne. Nabe ku mirov bi xisleta bermahiyek bi taybetî ji şaristanî û bi taybetî ji qonaxa wê ya kapîtalîzmê mayî sîstemeke civakî ango xwezaya duyemîn çêke û tenê bi vê ve têkildar destnîşankirin têrê nake (ev wezîfeyeke li pêşiya akademîsyenan e), di heman demê de divê mirov vê weke prensîbeke misêwa û mayînde ya jiyanê şîrove bike. Naxwe ji serî ve em ê şîroveyên xwe yên civakî seqet bikin.
Fernand Braudel wexta derketina kapîtalîzmê şîrove dike, vê yekê dispêre hebûna derfet û îmkanên danaberhev û hêza çavdêriyê. Her weha ji aliyê dîrokî, civakî, desthilatdarî, çand-şaristanî û mekanî yekpare di zikhev de li bi mijarê dadikeve, şîrove dike û bi vî awayî pirsgirêka rêbazê jî zelal dike. Li hemberî helwestên pozîtîvîst bi îhtiyat e. K. Marks di bin bandora zêde ya Rohnîbûnê de zanista pozîtîvîst dike bingehê xwe û ji bo ekonomiyê bike zanistek têra xwe bi îddîa ye. Ji ber ku civaknasî hînê bi çarpîkan diçe para xwe di vê rewşê de heye. Di zanistê de misogerî û li ser xetekê qewimîna bûyeran ji zû ve weke ‘amantû’yekê di mejiyan de cih girtibû, bist bûbû. Romantîzmê wexta hewl da vê xetê hilweşîne, berovajî bi îradeperestiyê ji rê derket û bi vî awayî, pirsgirêkên zêhnî hê girantir kirin. Helwesta Nietzsche ya bi giranî bi mejiyê hisî, guherbar (relativizm) û li dora xwe dizîvire zêde nehat pêşxistin.
Di vê hengameya zêhnî de lîberalîzm hema bêjin lotika dide û meydan jêre maye. Kapîtalîzm zanista fizîkî ango kîmya, biyolojî û matematîk jî di navê de bi pozîtîvîzmê re dike felsefe bi gotineke rasttir dike dîn û di heman çarçoveyê de rastiya civakî bi lîberalîzmê dike felsefe û dîn. Li ser vî hîmî di şerê îdeolojîk de bi ser dikeve û bi sedsala 19’an re globalbûna sîstemê êdî hema zelal dibe. Jixwe di şerê aboriyê de beriya hingî bi ser ketiye. Em van rexne û şîroveyên xwe hinekî din bi firehî bînin ziman wê baştir bibe.
Komên mirovan di nava zêhnê xwe de timî li objeyên maddî yên pêdiviya wan pê heye geriyane û xwestine baştir bikin; xwarin, bicihbûn, zêdebûn û parastin timî fikarên wan ên bingehîn bûn. Berê çi didîtin û peyda dikirin qîma xwe pê dianîn. Bicihbûna di şikeftan de, xwe baştir parastina li keviyên gol û daristanan û qedirgirtina dayika dizê jî ji ber van pêdiviyan bû. Her diçe nêçîrvanî jî dikeve dewrê. Hem xweparastin û hem jî xwe xwedîkirina bi goşt çanda nêçîrvaniyê xurt dike. Lê belê ji destpêka civakbûnê ve di navbera berhevkirina pincaran a jinê û nêçîrvaniya bi giranî bi destê zilam de tengezariyek û pêşketina beridînên çandî yên cihê têne dîtin. Li herdu aliyan jî bûyerên yekalî ango pêşketin û paşketin hene; yek ji wan her diçe dibe ‘mêrê weke şêran’, ya din jî gav bi gav dikeve nav çanda ‘jina weke dewaran’. Têgihiştinên cihê yên li ekonomiyê cara pêşî bi vî rengî hîmê xwe datînin. Di serdema neolîtîkê de çanda jinê derdikeve asta herî jor. Piştî dema dawî ya qeşayî ango ji 15 hezar sal B.Z. ve, nexasim li qûntara çiyayên Toros-Zagrosan gelek cureyên nebat û heywanan, dihêle ku mirov bi hûnandina jiyaneke mîna cennetê rabin. Ji wê demê heta roja me ya îro çemê mezin ê civakbûnê diherike bi dîroka nivîskî û şaristaniyê cihêwaztir bû û mohra xwe li globalbûnê xist. Rewşa kom û malikên zimanan jî berhemên vê demê ne.
Di vê dîroka dirêj a mirovatiyê de xusûsa bi tenê ya mirov dikare li ser kapîtalîzmê bibêje ew e ku mêrê çanda nêçîrvaniyê her ku çûye hegemonîk bûye. Bi qasî ku tê tespîtkirin çanda neolîtîk a di salên 10 hezarî B.Z. de mayînde bûye, bi giranî çanda jin-dayikê ye. Di pêvajoya berhevkirina nebatan de ji şikeftê derdikeve li kêleka wê li bin holikan bi cih dibe, tovên nebatan datîne û bi vî awayî rê li şoreşa gund û cotkariyê vedike. Li gorî erdkolanên arkeolojîk ên di roja me ya îro de ev çanda em behsa wê dikin li tevahiya Mezopotamya Jor, nexasim li hundirê qûntara çiyayên Toros-Zagrosê li Bradostiyan, Xerza, Amanos, li herêmên hundir ên qûntara çiyayên Torosa Navîn, Newala Çorî, Çayonu û Çemê Hallanê tê dîtin. Berhemê zêde hindik be jî êdî didin serhev û hiltînin.
Ne weke têgîn, lê weke cewher mirov dikare cara pêşî ekonomiyê di vê daneheva berheman de bibîne. Weke tê zanîn, gotina eko-nomos Yewnanî ye û maneya wê; qanûna xaneyê ye. Kengî malbatên li dora dayikê çêbûne bi erdê re mijûl dibin û zêde nebe jî hin qût û zad hiltînin û dixin kewaran, mirov dikare êdî behsa ekonomiyê bike. Lê ev danehev û hilanîna qût û zad ji bo bazirganiyê nîne, ji bo malbatê ye. Jixwe ekonomiya rast û insanî jî ev e. Ji ber ku mirov danehevên xwe diyarî hev dikin, kes çavê xwe ber qût û zadê hev nade. Bi vî awayî danehev ji bo mirovan nabe sedema tehlûkeyê. Prensîba ‘mal timayiyê tîne’ herhal ji vê demê maye. Çanda xelat û diyariyê şêweyekî girîng ê ekonomiyê ye. Bi ahenga pêşketina mirov re jî têra xwe li hev dike.
Çanda qurbankirinê jî mirov dikare ji vê demê bide destpêkirinê. Hatina aborî ya mirovan her diçe zêde dibe. Ji ber vê yekê, weke hurmeta wan a ji nasnameya wan re şêweyê qurbankirinê ji têgîna xwedayan re çêdibe. Bi vî awayî mirov dikare meselê fêhm bike û bibîne. Ji ber ku bereket malavahî û spasdariyê hewce dike. Têkiliyeke xwe ya xurt bi şoreşa cotkariyê re heye. Li gorî şêweyê koma mirovan ê beridîne, xwestine xwe bi nasname bikin, xwe mezin bikin, xwestine dua bikin, îbadetê bikin û bi pêşketina cîhana zêhnî hebûnên xwe pêşkêş kirine. Berhemên arkeolojîk vê fikrê bi awayekî balkêş piştrast dikin. Hînê bi awayekî berçavtir têgîna dayika xwedawend û dayika pîroz jî weke belgeyan li pêşberî me radiwest in. Pirrbûna fîgurên jinan jî vê rastiyê têra xwe piştrast dikin.
Lê tehlûkeya tirs jê heye wê paşê bê. Berhemê zêde yê bi pêşketina zêhnî û ezmûneyê dikeve ser hev bi diyarî û xelatdayînê naqede, lê mêrê nêçîrvan ê li benda keys û firsendê ye, tevî karê xwe bazirganiya vî berhemê zêde jî dixe hişê xwe û li çanda xwe zêde dike. Li herêmên cuda berhemên cuda zêde dibin û ev yek bazirganiyê dixe dewrê. Berhem pêdiviyên beramberî hev ên aliyan tedarik dike, ev jî bi xwe re pîşeyê yan jî cara duyemîn dabaşkirina kar a civakî weke bazirganî û bazirgan derdixîne holê. Herçiqas bi fikaran barkirî be jî rewa dibe. Ji ber ku malên têne veguhestin dabeşkirina kar hêsan dike. Ew jî bi xwe re hilberîneke hînê bi bereket mumkin dike. Kengî li aliyekî zad û tevn, li aliyê din jî kanên madenê zêde dibin bazirganî jî manedar dibe.
Dîrok ji salên 4000 B.Z. de nîşan dide ku bazirganî bi awayekî berfireh heye. Li Mezopotamya Jêr dewleta bajêr a pêşî li dora sîteya Ûrûkê di salên 4000-3000 B.Z. de bi pêşketina şaristaniyê re ji Elam a li Başûr-Rojavayê Îranê û li Mezopotamya Jor li herêmên Elezîz û Meletiya îro koloniyeke bazirganan tê dîtin. Bi vî awayî cara pêşî deriyên mêtingeriyê vedibin. Beriya hingî jî di salên 5000-4000 B.Z. de em kolonîvaniya çanda beriya Ûrûkê serwer a El Ubeydê dibînin. Ev çand berî dewletbûnê yekemîn çanda bavikan e ku hatiye tespîtkirin. Bazirganî û kolonî di zikhev de ne. Di berdêla dîzik û berhemên tevnê de bi giranî alavên maden û kereste têne veguhestin. Bi bazirgan re bazar jî şiklê xwe digire. Navendên berê yên qurban û diyarî dayînê hêdî hêdî vediguherin bazarê. Bazirganê wê demê li gorî xwe buhayê berhemên herêmên cuda diyar dike û belkî mirov dikare wî weke kapîtalîstê destpêkê bi nav bike. Ji ber ku bi destnîşankirina buhayê alavan ew wer dibe xwediyê malekî ku heta wê rojê ti kes têde bi ser neketiye.
Em hînê di nava mijarê de ne, ji lewra divê ez bibêjim, dîsa cara pêşî bi hev guhertina mal û tevgera bazirganiyê rê li pêvajoya metabûnê vebûye. Ji ekonomiya diyarîkirinê ber bi hev guhertina nirxê hînê gav nehatiye avêtin. Jiber ku ji bo civakê ya esas nirxa bikaranîna mal û alavan e. Nirxa bikaranînê, ji bo tedarîkkirina pêdiviyekê, xisleteke mal e. Ji bo mirovan jî nirxa bingehîn ev e. Têgîna ‘nirxê pevguhertinê’ têra xwe cihê guftûgoyê ye. Ji lewra pirr girîng e ku mirov wê rast bi nav bike. Li gorî min, Marks jî di navê de gelek kesan ked xistine bingehê nirxê guhertinê ku ev cihê nîqaşê ye. Mirov kedê çi berçav û çi jî neberçav rave bike, timî nirxê guhertinê aliyekî xwe yê spekulatîf heye. Ferazî em bibêjin; bazirganê pêşî yê Ûrûkî li koloniya xwe ya li peravên Firatê xwest dizîkan bi kevirên madenê biguhere. Gelo kî wê nirxê guhertinê diyar bike? Em dikarin bibêjin; pêşî wê hewcedariya herdu aliyan, ya duyemîn jî wê însiyatîfa bazirgan. Eger xwesteka hewcedariyê zêde be, bazirgan çawa bixwaze wê li gorî dilê xwe nirxê diyar bike.
Bi hêsayî dikare li şûna yekê diduyan, li şûna yekê çaran diyar bike. Tiştekî wî ji vê bigire nîne. Ji wicdanê wî, ya rastî ji hêza wî wêdetir ti tişt nîne wî bigire. Baş e, wê wextê rola kedê li ku ma?
Ez li vir bi tevahî faktora kedê li derve nahêlim. Lê ez îdîa dikim ku ya diyarker ew nîne. Di dîrokê de di tevahiya bi hev guhertinên mal de mirov dikare vê xusûsê bibîne. Car caran di reqabeta azad a kirîn û firotinê de mirov dikarin di asta wekheviyê de nêzî keda dane, bidin û bistînin. Lê ev danûstendineke zêdetir di asta teorîk a ked-nirxê de ye. Di pratîkê de ya diyarker spekulasyon e. Di hin rewşan de zêde mal dikeve ser hev. Wê wextê jî nirx û qîmeta wî dikeve binê sifrê. Îcar ji bo îmhakirina mal wekî din hewce bi kedekê heye. Em di vê rewşê de nikarin bibêjin nirxê kedê nîne, lê derdikeve holê ku ked xwedî roleke diyarker nîne. Dîsa yê xwediyê şensa afirandina tinebûn û zêdebûnê ye, hêza bazirgan bi xwe ye. Jixwe mal bi malan tê hilberandin. Di tevahiya dîrokê de bi keda danehev a hezaran kedkarên bê nav mal tê hilberandin. Baş e, gelo wê kîjan mekanîzmayê karibe berdêla heqê xwediyê keda qeşagirtî bide? Em wexta pîşesazan û heta bi tevahî çalakiyên civakî yên hewcedarî bi wan heye li van zêde bikin, keda zindî jêre tê gotin çiqasî mumkin e ku bibe xwedî buhayekê ango nabe ku heqdestekî xwe hebe.
Seqetî an jî sextekariya ekonomî-polîtîka Ingilîzan di vir de li xwe eşkere dike. Çawa ku tê zanîn, kapîtalîzmê weke sîstem serketina xwe ya pêşî li girava Ingilistanê û Hollandayê bi dest xist. Ji bo kapîtalîzm rewa bibe, hewcedariya bi teoriyekê şert e. Nexasim jî hewcedarî bi teoriyekê heye ku kara wê ya spekulatîf veşêre. Çawa ku dînên bazirganiyê yên Ûrûkê hewcedariya wan bi vegotinên mîtolojîk hebû, pêşkêşkirina versiyoneke wan a nû jî bi zanyarên qaşo ekonomîk-polîtîk û di cewherê xwe de jî bi mûcîdên dînî yên nû yên kapîtalîzmê ket. Ya hat avakirin ne ekonomîk-polîtîk bû, dînekî nû bû. Mîna her dînî bû xwedî pirtûkên pîroz û mezhebên curbicur şaxên xwe jê berdan. Ekonomîk-polîtîk berhemeke sextekar û talanê ya mejiyê bûyeran dihûne ye ku ji talana Çil Heramiyan a kapîtalîzmê gelekî wêdetir spekulatîf e, ango bi cudahiya di navbera herêman de lîstina bi buhayên alavan e. Di vê mijarê de teoriya ked-nirxê bi temamî amûrekî nêçîrê ye. Ez bi rastî meraq dikim ka çawa hatiye hilbijartin. Ez yeqîn dikim ku sedema wê ya sereke ew e ku pê serî li kedkaran bigerînin. Yekî mîna K. Marks jî mîna kesekî êm dide nêçîrê ketiye nava meseleyê û nikarîbûye xwe ji vê rewşê vede. Ez wexta vê rexneyê dikim, ez êşeke mezin dikişînim. Lê weke erkeke rêz û hurmeta me ya ji bo zanistê, qet nebe divê em gumanên xwe eşkere bikin.
Eger em hinekî din berfireh li ser van xusûsan rawestin em dikarin weha bibêjin:
Di dîrokê de em gavavêtina mezin a duyemîn a bazirganan di şexsê koloniyên Asûran de salên 2000î B.Z. dibînin. Dikare bê gotin, ti despotîzmê (ez ê di beşên paşê de têkiliya desthilatdariyê bi kapîtalîzmê re guftûgo bikim) bi qasî ya Asûr xwe nespartiye bazirganî û koloniyên bazirganiyê û şaristanî neafirandiye. Di asta global de (globalbûna wê demê) cara pêşî yên kolonî û bazirganî di salên 2000-600 B.Z. de pêkanîn, Asûr bûn. Herçiqasî di heman demê de bazirganên Fenîkiyan pişta xwe dan şaristaniya Misrê û bazirganî û kolonî bi hostayî pêşde birin jî dîsa di dereceya duyemîn de man. Li cem Ingilistanê mîna Hollanda û Portekîzê, herduyan jî di dîrokê de bi zordariyên çavsorane bi bazirganiyê mîna Çiyayê Qafê nirx desteserkirin.
(SIBE DEWAM DIKE)