Leşkerên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku beriya 3 rojana li Efrînê 3 ciwanên Kurd revandibûn û pere ji malbata wan xwestin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li gor agahiyên ku hatin bi destxistin li gundê Sûrkê yê navçeya Rac ya Efrînê çeteyên grûpa Alhemzt 3 roj berê 3 ciwanên Kurd revandibûn û ji bo serbest berdana wan pere ji malbata wan xwestin.
Ciwanên ku hatibûn revandin navê wan wiha ye “Mihemed Elî Mihemed 21 salî, Elî Haco 18 salî, û Ebdo Mihemed 16 salî”.
Malbat ji neçarî û ji bo serbest berdana ciwanan 900 dolar dan çeteyan.
Piştî şeş rojan ji girtina ciwanan û pişti ku malbatên wan pere dan hersî ciwan hatin berdan. Ciwanên ku hatibûn girtin rastî îşkenceyeke hovane hatibûn.