Koma şehîd Delîla ya bajarê Qamişlo amadekariyê xwe ji bo şahiya bîranîna şehîd Zîlan dike. Endamên koma şehîd Delîla provayên xwe li navenda şehîd Can Welat ya jinên Ciwan ya Qamişlo dibînin.
QAMIŞLO – Bi pêşengtiya Yektiya Ciwanên Rojava û Yekîtiya Jinên Ciwan ya bajarê Qamişlo ji bo salvegera şehadeta şehîd Zîlan li bajarê Qamişlo şahiyek tê lidarxistin. Di vê çarçoveyê de koma stranan ya şehîd Delîla ya ciwanan ji bo tevlîbûna şahiyê amadekariyên xwe dikin.
Endama komê jina ciwan ya bi navê Barî got: Koma me berê bi navê şehîd Arîn bû, lê piştî şehadeta şehîd Delîla me navê komê li ser navê wê kir, “şehîd Delîla berdevka jinên ciwan ya Qamişlo bû her wiha endama komê bû”.
Em hazirtiyên xwe ji bo şahiya bîranîna şehadeta şehîd Zîlan dikin, her wiha festîvala şehîd Hogir.
Barî axaftina xwe dewam kir û got: komên strana çandeke me ya berê ye, li ser vî esasî em ji hemî ciwanan re dibêjin ku li çanda xwe vegerin. Em wek endamên komê me stranek li ser şehîd Andoq û axîn ji çêkiriye.
Her wiha endamê bi navê Vajîlî Cima jî got: Em anha amadekariyên xwe ji bo şahiya ku di salvegera şehadeta şehîd Zîlan de wê bê lidarxistin dikin. me wek ciwan stranek li ser şehîd Delîla derxistiye.
Cima di dawiyê de bang li tevahî ciwanan ki ku xwe tevlî nava kar û xebatên ciwanan bikin.