Akadimiya şehîd Rojda Mindic dewreya xwe ya 5 mîn ya bi navê şehîd Mariya Sîpan ku 30 jinên ciwan tevlî bibûn bi dawî kir û tevlî nava refên YPJ’ê bûn.
NAVENDA NÛÇEYAN – Perwerdeya ku 40 rojî dewam kir têde dersên”fikrî, siyasî, rola jinê di nava civakê de, çand û exlaq her wiha dersên leşkerî lî ser çoreyên sîlahê sivik hatin dayîn.
Merasîma bi dawîkirina perwerdê bi deqek rêz girtin dest pêkir. piştre li ser navê Hêzêp Parastina Jin(YPJ)’ê Şîlan Selman axifî: Em bi dawîkirina perwerdê li we pîroz dikin û serkeftinê ji were dixwazin. hûn niha li hember şoreşê û civakê berpirsiyarin, pêwîste ev zilma ku li ser jinê û zihniyeta desthilatarî ji holê were rakirin.
Piştî axaftinan jinên ciwan soza xwe dan ku li ser şopa şehîda heta serkeftinê dwam bikin.