Nûnerê Mihabadê di parlemantoya Îranê de Celal Mehmûdzade ragihand, tenê di sala bûrî de 160 kolberên Kurd bi destê hêzên ewlekariyê yên Îranê hatine kuştin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li girî malpera “Hingaw” a pirsên mafên mirovan li Rojhilatê Kurdistanê belav kir, tenê di meha bûrî de 5 kolberên Kurd bi destê hêzên Îranî hatine kuştin û 14 kolberên din jî birîndar bûne.
Wê malperê diyar kiriye, piraniya kolberên bûne qurbanî ji navçeyên Serdeşt, Şino û Pîranşarê ên Rojhilatê Kurdistanê ne.
Celal Mehmûdzade ragihand, tenê di sala bûrî de 160 kolberên Kurd ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê û teqekirina rasterast hatine kuştin.
Ta niha ti aliyekî hikûmeta Îranê li hember kuştina kolberan helwest negirtine, lê li parlemantoyê pirsa kolberan bi germ dibe, lê niha ti biryar jê derneketiye.