NAVENDA NÛÇEYAN – Eger dîroka dewlemendiya Asûr û Fenîke ya bi bazirganî û zordariyê di zikhev de bi pêş ket, were lêkolînkirin, belkî mirov şopên kolonyalîstên Ewrûpî yên mîna Spanya, Portekîz, Hollanda, Ingilisitan, Fransa, Belçîka û hwd. di van mînakan de bibîne. Bi pesn û serbilindî tînin ziman ka çawa bi serê mirovan keleh û dîwarên bircan lêkirine. Ev çand û exlaqê jiyanê ya li ser hîmê desteserkirinê ava kirin, hînê jî dest ji pêsîra Lubnan û Iraqê bernade û herdu welat hînê jî her mijarên şerên dilêşane ne. Komara Romayê bê sêdem Kartaca ango koloniya bazirganiyê ya Fenîke bi erdê re nekir yek û nekir zevî. Dîsa Medan di salên 612an B.Z. de Nînova bi erdê re kirin yek û wêran kirin.
Divê mirov balê bikişîne ser şaristaniyên bazirganan. Di dîrokê de yek ji sedema bingehîn a damezrandina dewletan û şeran ewlekariya kolonî û bazirganan e, ya rastî parastina berjewendiyên wan in. Baş tê zanîn ku şerên li Rojhilata Naverast di cewherê xwe de ji bo serdestiya li ser bazirganiya petrolê ye. Cihê xemê ye ku şerên pêşî yê bazirganiyê lê destpêkirin, şerê dawî jî hînê bi dijwarî û bê rehm lê dewam dikin. Ev şer li Iraqê ye û navê Iraqê ji Ûrûkê tê. Mirov dikare hînê gelek mînakan bide, lê hewce nake.
Di vê demê de ku gav ber bi kapîtalîzmê ve têne avêtin û navenda şaristaniyê konê xwe li Ewrûpayê vedigire, dîsa em dibînin ku bazirganî serî dikişîne. Şaristaniya bazirganî û bazirganan a navenda wê Rojhilata Naverast, di serdema navîn de bi Îslamê ji nû ve pêngavek avêt. Xetîce bi xwe û karkerê wê yê paşê pêre zewicî Muhammed, li ser hîmê hevrikiyê xwe li selefkar û bazirganên bi koka xwe Cihû û Suryaniyên bi koka xwe Asûrî radikişînin û li ser hîmê zorê bingehê şaristaniya bazirganiya xwe dispêre Meke û Medîneyê datînin. Di bin perdeya Îslamê de bajarên qedîm ên Rojhilata Naverast li dora bazirganiyê ji nû ve şên dibin. Bi têkçûna Bîzans û Sasaniyan re, di serî de Heleb, Bexda, Qahîre û Şam dibin xwedî toreke mezin a bajar û bazaran. Ji Çînê heta Okyonûsa Atlasê û heta hundirên Îndonezya û Efrîkayê tevn û tora bazirganiyê global dibe. Piyaseyeke berfireh a dirav û metayan çêdibe. Pereyekî mezin di destê Cihû, Ermenî û Suryaniyan de dikeve serhev.
Ewrûpa bi temamî xwe dispêre vê mîrateyê. Dîrok şahid e ku çanda bazirganiyê ya li Rojhilata Naverast bi destê bazirganên misilman gaveke din avêt û ji sedsala 13’an û pêve bi pêşengiya bajarên Cenova û Floransê yên Îtalyayê, gav avêt Ewrûpayê. Pere û bazirganî sedema bingehîn a dewlemendiya van bajaran e. Ji bazirganiya di navbera Ewrûpa û Rojhilata Naverast re heta sedsala 16’an pêşengî kirin. Di dîrokê de belkî jî cara pêşî kapîtalîzm hem weke têgîn û hem jî weke pratîk serketinên xwe yên piçûk bi dest xistin. Di van serketinên piçûk de korsantiya li Derya Spî û yekdestiya buhaya alavan a di navbera du aliyên rojava-rojhilatê Derya Spî de bi roleke sereke radibin. Dîsa di bin siya darê zorê de spekulasyon bi wan re dimeşe. Prototîpeke vê qonaxê li serdema Athena-Roma ya klasîk di salên 500 B.Z. û salên 500 P.Z. de çêbûbû. Di vê serdemê de bi ser neketina kapîtalê ji ber hebûna giraniya cotkariyê û di şerên dînî de têkçûna wan bû. Li bajarên dewlet ên Îtalyayê ezmûneya serketî ya kapîtalîzmê di salên 1300-1600î de pirr dereng nebû li Bakur-Rojava û Bakurê Ewrûpayê belav bû. Jixwe Spanya berê hatibû fetihkirin. Ji sedsala 16’an û pêve çîroka dirêj a bazirganan, cara pêşî ji sînorên bajaran bihurî û ew ji bo serketineke li gelemperiya welêt tengav kir.
Li gelemperiya dinyayê bazarek çêbûye. Efrîka û Emerîka kirine mêtingeh. Împaratoriya Osmanî li derve hiştine, di ser Okyonûsa Atlas û Efrîka Başûr re gihiştine Hindistan û Çînê. Li Ewrûpayê gelekî bajar çêdibin. Cara pêşiye bajar ji cotkariyê serdestir dibin. Qraliyetên feodal dibin dewletên monarşîk. Împaratoriya Îslamê ya dawî împaratoriya Osmanî li pey hev derbên têkçûnê dixwe. Ronesans di sedsala 14’an de li Îtalyayê destpêkiribû û li tevahiya Ewrûpayê belav bûbû. Di dîn de tevgera Reformasyonê li bakurê welatên Ewrûpayê bi ser ketibû. Şerên ji bo dîn cara pêşî êdî serdema xwe bi dawî kirin. Ya hînê girîngtir bi tevahî nirxên çandî û şaristaniyên Çîn, Hind û heta Efrîka û Emerîkayê li bênderên Ewrûpayê hatine rijandin. Li aliyekî dewleta modern û li aliyê din jî netewe derdikevin holê.
Kapîtalîzm wexta ber bi serketina xwe ve dimeşe, çand, dîrok, daneheveke bazirganiyê ya ev çend mezin, şaristanî, erka siyasî û dinyayeke yekpare ya bazarê daye pişta xwe. Ji bo ekonomiya kapîtalîst ev şertên pêş çênebin û xwe nesipêre wan, ma dikare gavê biavêje? Ji karîn û nekarînê wêdetir, ma mirov dikare kapîtalê bi xwe bifikire?
Dîrokê çawa li Mezopotamya Jêr bi sîteya Ûrûkê gava xwe ya pêşî bi bajarvanî, çîneyatî û dewletdariyê avêt, û gava xwe ya diduyan a mezin bi bajarî û bazirganiya li Fenîke û Iyonyayê avêt, vê carê jî gava xwe ya mezin a sêyemîn li mekanê cografîk ê di nava şertên navbihurî de îdeal bûyî yê Îtalya, Hollanda û Ingilistanê li ser hîmê serketineke mezin û mayînde bi bajarî û bazirganiyeke mezin gav avêt ekonomiya kapaîtalîst a li gelemperiya dinyayê weke di ser bazarê re be û dijberê wê be berfireh bûbû. Ev yek hînê jî bi pêşengiya DYE dewam dike.
Fernand Braudel bi israr wexta dibêje; “Ekonomiya kapîtalîst li dijî bazarê ye û şêweyekî ekonomiyê ye ku di qada bazirganiya mezin de xwe dispêre buhayên yekdestdar ên spekulatîf” di warê rastiya ekonomiyê de ji K. Marks bêhtir nêzî rastiyê ye.
Em şêwe an jî cureyekî tevgera ekonomîk dibînin ku di neynika dîrokê de bûye desthilatdar, di nava xwe de heta tu bibêjî bazar mezin kiriye, ji bajêr êdî serdestiyê li derve li gundan dike, di nava civakeke girêdana wê ya bi dîn û exlaq ketiye dereceya duyemîn, metayên ketine serhev bi talaneke îdeolojîk û finasgenî desteser dike. Hemin ev şêweyê desteserkirinê bi vî rengî li gorî berê gelekî bi hostayî tê kirin. Li bazarê di çarçoveya xwestin û pêşkêşkirinê de buha diyar dibe û ev buha bi riya peran re tê nîşandan. Li şûna selefkarî û serafkariyên pêşî, banke, sened, perê kaxizî, kredî, muhasebe û şîrket têra xwe pêşketine û ev hemû di serdema modern de mijarên bingehîn ên îlmîhala ekonomiyê ne. Li vir a kêm maye vegotineke zanistî ye. Vê jî siyasetvanên aboriyê yên Ingilîz li welatê kapîtalîzmê û nakok be jî dijberên wê yên kişandin cem xwe; di serî de K. Marks û sosyalîstan hewl daye bikin.
Pergala talanê ya bi navê ekonomiya kapîtalîst kengî civakên dinyayê yên nû û berê û cografyayên wan bi tevahî kir mêtingeh û ji nû ve kir kole, bi tevahî hêzên wan ên erkê (dewletên wê demê bi deyndarkirinê ku şêweyekî desteserkirinê ye) bi xwe ve girêda, şerên herî hov ên dîrokê meşandin, li ser bunyeya civakê bi her tiştê wê lîst û hegemonya xwe da erêkirin. Bi ya min, K. Marks, yên piştî wî hatin û dibistanên fikrê yên weke wan ên ku ekonomiya kapîtalîst li gorî civaka berê weke şoreşger îlan kirin, li gorî min zanistê ava nakin. Pirtûka Das Kapîtal yek ji wan pirtûkan e ku li dijî kapîtalê bi herî zêde kêmasiyan hatiye nivîsandin û lewra jî pirtûkeke welê ye ku gelekî derfetê dide da ku mirov wê şaş şîrove bikin. Ez li vir Marks gunehbar nakim. Ez tenê dibêjim; pirtûka wî ji aliyê dîrok, dewlet, şoreş û demokrasiyê ve kêm e, û nehatiye pêşxistin. Rewşenbîrên Ewrûpayê ku weke karekter xwe gelekî ‘zanistparêz’ dihesibînin, ji qastîka nebe jî bi awayekî sûbjektîv, ji ber pozîsyona xwe ya objektîv, bi lêkolîn û lêgerînên xwe yên li ser Das Kapîtalê, tevî antî-kapîtalîstiya xwe, li ser navê ‘kedkaran’ nikarîbûn îdeolojî û zanistê bikin. Lîberalîzm jî pirr baş bi vê kêmasiya wan hisiya û ji ber ku derketina kapîtalîzmê weke bûyereke şoreşê îlan kirin, ev yek gelekî baş bi kar anî û îstîsmar kir. Jixwe piştre pêşî sosyal-demokratên elman, paşê sîstema sosyalîst a pêkhatî (Rûsya û Çîn jî di navê de) û herî dawiyê jî sîstemên rizgariya neteweyî asîmîle kirin (bi hêza îdeolojiya modernîst, dewleta netewe û îndustriyalîzmê) û bi vî awayî di şerê çînan de ku gelekî têkkoşîn hat kirin, bi ser ket. Li hemberî lîberalîzmê hersê ekol jî pirr eşkere têkçûne û gelekî mixabin di vê mijarê de hînê jî kes eşkere rexneyê li xwe nagire.
Gotinek heye dibêjin: zanist dûr nêz wê ya xwe bi cih bîne. Eger ev metnên rewşenbîran, bi rastî der barê kapîtalîzmê de ku di serî de çîna karker şerekî li dijî dîrok û civakê ye, metnên zanistî bûbûna, wê li hemberî sîstema dijber bi vî rengî bi bin neketana. Ya hînê xirabtir jî mîrateya wan ê evqasî badilhewa nehatibûya xwarin. Ez niha bi tenê bibêjim, ez ê vê guftûgoyê di Sosyolojiya Azadiyê de bi awayekî berfireh bikim û ez ê li vir rastiyên weke ‘ekonomiya kapîtalîst’ baştir bi nav bikim û hewl bidim fonksiya wan ji hev derxim. Der barê daneheva sermayeyê de hin gotin hene gelek têne bi karanîn weke berhemê zêde, nirxa zêde, nirxa kedê, heqdest, kar, buha, yekdestdarî, bazar, pere û wekî din. Ez hewce nabînim li ser vê ferhenga ekonomîk rawestim. Li ser van mijaran bê hejmar lêkolîn hatine kirin. Ez ê li gorî helwesta xwe ya exlaqî û civakî wan di nava hêsantiya wan de bihêlim û ez ê bi mijarên sereke yên divê bêne ravekirin mijûl bibim, lê bi qasî hewce kir jî ez ê destê xwe bidim wan û bi wan bilebikim.
Mirovatiyeke heye ku kapîtalîzmê perçeperçe kiriye. Bi tevahî daneheva mirovatiyê ya dîrokî bi rê û rêbazên bêrehm û xasûkî asîmîle kir û di dawiyê de bi qirkirin û xeternakiya nukleerî bi dinyayê ket. Di çarçoveya ekonomîk de çêkirina têgînên weke kar û heqdestê û di çarçoveya civakî de jî têgînên bûrjûwa û proleter ji bo ravekirina vê sîstema bi dinya me ketiye, şêweyekî pozîtîv ê zanistkirina wê ye, û ev gavên pêşî ne têne avêtin. Mîna ku proleter bi serê xwe nirxa kedê diafirîne, paşê jî sermayedarê bi awayekî mîna xwediyê wî ye, berdêla pere û amûrên xwe yên din ji vê nirxê weke kar distîne. Yên bi vê tespîtê radibin wê weke hukmekî zanistî datînin holê û ev helwest bingehê ekonomîzmê ye. Herhal têgihiştina reduksiyonîst a ekonomîk ev e. Fikreke bi vî awayî ji ravekirina nirxê ya ji erkên siyasî, civakî û dîrokî qut bi serê xwe pirsgirêk e. Eger em karker û sermayedar weke xwedê mezin bikin jî nirx û qîmet bi vê têgihiştinê çênabe. Xisletên civakî-dîrokî yên nirxên ekonomîk gelekî zelal in. Jixwe bi sedema ku mirov zêdeyiyan diyarî hev dikin û wan pîroz dibînin, destpêkê bi hev guhertina nirxan jî şerm dibînin. Hînê jî ti cotkar nabêje; ‘ez vî zadî çêdikim’ hînê jî cotkar dibêjin; ‘Em bi malê pêşiyên xwe debara xwe dikin’. Jixwe gotina hin cotkaran a weke ‘Mala Xwedê ava em bi dayîna wî debara xwe dikin’ pirr eşkere nîşan dide ku ew ji çavkaniyê çi fêhm dikin û ew bi vê gotinê xwe ji qaşo ‘zanistê’ manedartir îfade dike.
Dayikek, proleterekî neh mehan di malzaroka xwe de hildigire û bi hezar zehmetiyan wî tîne dinyayê, baş e, em ê berdêla keda vê dayikê çawa bi nav bikin? Amûrên hilberînê yên bi daneheva hezaran salan çêbûne û sermayedaran ew dizîne, em ê çawa xwedîtiya wan û para wan diyar bikin? Em ji bîr nekin ku ti malê li bazarê tê firotin nirxa wî ya firotinê ya rastî nîne. Vedîtina teknîkî ya karxaneyekê berhema afirîner a bi hezaran kaşifî ye. Em ê nirxê van çawa diyar bikin û bidin kê? Eger mirov bi tevahî bê exlaq nebe ma mumkine para van a civakî ji nedîtî ve bê? Ma mirov van nirxên civakî û dîrokî di nava du kesan de par ve bike çiqasî bi têgihiştina li dadê re li hev dike? Jixwe malbat û derdorên van herdu kesan jî hene. Îcar malbat û civaka ev herdu kes parastine, ma hîç heqê van li ser wan nîne? Em hînê jî dikarin pirsên no zêde bikin. Lê evqas bi xwe jî têrê dike ku nîşan bide dualîteya kar-heqdestê çiqasî pirsgirêk e.
Em vê carê xwediyên karê û heqdestê weke bûrjûwa-proleter têkiliya wan deynin. Çiqasî rast e ku mirov di qonaxa derketinê ya van herdu çînan de wan weke du çînên şoreşger bi nav bike û îdîa bike ku li hemberî civaka berê ev herdu çîn rê li civaka nû vedikin? Di dîrokê de ti berdêla vê hevgirtinê nîne. Paşê li ser nakokiya bingehîn bi têne beramberî hevdu, lê têra xwe mînak nînin ku şerekî welê bi esas di navbera wan de nîşan bidin. Ew mînakên kêm jî jixwe şerê rêûresma berê ne. Ya berçav û diyar di nava jiyanê de ew e, çawa kole mîna bedena Fîrewn e, karker jî ji bo bûrjûwa di heman pozîsyonê de ye. Di dîrokê de ti çalakiyeke serketî ya koleyan li dijî efendiyên wan tineye. Spartakus bi xwe jî ku gelekî di vî warî de navê wî tê hildan, li gorî tehlîla dawî, em fêhm dikin ku ew jî asiyek e ku hesreta wî ya efendîtiyê heye. Em dizanin ku ji bilî vê ti bernameya wî tinebû.
Divê em ji bîr nekin ku patron-karkeran mîrateya têkiliyên hezar salan ên kole-efendiyan, wergirt. Ev têkilî bi hezar girêkan bi hev ve girêdayî ne, û çend mînakên îstîsna ne têde kes li ber patronan ranebûye û yên serî rakirine jî mirov nikare wan serketî bihesibîne. Jixwe em dizanin, çend serîrakirinên karkeran jî pirranî yên nîvgundiyan bûn û li dijî bêkartiyê pêk hatine. Serîrakirin bi bandorên giştî yên civakî ve têkildar in. Ya di têkiliyên karker-patron de xwe dide der jî ev bandor in. Ya girîngtir jî ne têkoşîna heq a karkeran li dijî patron e (me gotibû bi pirsgirêk e), têkoşîna li dijî proleterkirinê, karkerkirin û bêkarkirinê ye. Helwesteke manedar e, û têkoşîneke civakî ya etîk e ku mirov proleterkirin, karkerkirin û bêkarkirinê qebûl neke. Em weke kesên bindest divê ti carî koletî, serftî û karkertiyê mezin û bilind nekin. Eger bi rastî tiştekî divê em mezin û bilind bikin hebe ew jî ew e ku mirov nebe kole, nebe serf û nebe karker. Meyla muşterek a tevahiya oportunîstan ew e ku efendiyan nas dikin, bi nav dikin, paşê jî têkoşînê pêşniyarî xizmetkaran dikin. Ev zêhniyet in ku tevahiya têkoşîna ked û heq a dîrokê pûç kirine. Bi kurtî, bi van têgînên pêşî yên ‘zanistê’ ne mirov dikare sosyolojiyeke manedar bike, ne jî mirov dikare têkoşîneke serketî ya civakî pêşde bibe! Em wexta behsa van xusûsan dikin, em ked, nirx, çîn û karê înkar nakin, em zêdetir şêweyê wan ê di avakirina zanistê de rast nabînin. Ez dixwazim bibêjim ku sosyolojiyeke çewt hatiye avakirin.
Di jiyana ekonomîk a civakê de kapîtalîzm li qatên herî jor pêk tê. Di destpêkê de bazirganê mezin bi buhayên yekdestdariyê sermayeyê dide serhev. Sermaye jî li gorî terîfa xwe, nirxên pereyî ye ku timî xwe mezin dike. Nexasim bazarên ji hev dûr û di nava wan de cudahiyeke mezin a buhayê heye bala sermayedaran dikişîne. Sermayedar bi pey danehevên mezin dikevin. Rêya duyemîn a ji bo mezinbûnê jî ew e ku weke fînansê deynan didin dewletê û di berdêla wê de faîz û îltîzaman distînin. Dîsa di demên şer û xelayê de û di bikaranîna kanên madenê de têra xwe dixwe. Ji bilî bazirganiyê eger kara xwe têde bibîne di cotkarî, îndustrî û sektora çûnûhatinê de cih digire. Bi şoreşa îndustiriyê re qadên bingehîn ên karê êdî di sektora pîşesaziyê de ne. Di herdu deman de jî bi xwestin û pêşkêşkirinê dilîze û bi vî awayî hewl dide hem hilberînê û hem jî bikaranînê diyar dike. Çiqasî karibe diyarker be, ewçend jî dikare rêjeya kara xwe zêde bike. Di dema destpêkê û stewîna kapîtalîzmê de bazirganiya mezin û pîşesazî qadên wê yên karê ne, lê di roja me ya îro de giraniya sektora fînansê heye. Amûrên sereke yên fînansê pere, senet, banke û kredî, ekonomiya kapîtalîst bi lez dike û qonaxên wê yên karê kin dike, bi vî awayî wê zêde û berfireh dike. Ji ber vê yekê di rêjeyên karê de balonên mezin ên spekulatîf çêdikin. Bi vî awayî pêvajoyên krîzê dibin parçeyekî vê ekonomiyê û ev ekonomî nikare bê wan bimeşe.
Bê karan zêde dikin û bi vî awayî heqdestan kêm dikin, li welatên ku karker lê bi heqdestekî kêm dixebitin sermayeyê radizînin û ev jî ji wan rêbazan e ku karê zêde dikin. Weke encam em dikarin bibêjin; ev şêweyê ekonomiyê çavkaniya xwe nêçîrvaniya berê û çanda bazirganiyê ye. Bi hêza xwe ya dikare bi buhayan bilîze şens û keysa pêşketinê dibîne, bi sistkirina dîn û exlaq xwe ji kontrola civakê xilas dike, desthilatdariyê bi deynan bi xwe ve girê dide û bi yekdestdariya li ser bazarê pêş dikeve. Li gorî tehlîla dawî ev şêweyê ekonomiyê talan e. Bi armanca karê dest avêtiye îndustriyê, li gorî rêjeyên karê nêzî hilberîn û bi karanînê bûye. Ji ber vê yekê, barên gelekî giran ên nayên hilgirtin li bunya civakî û hawîrdora xwezayî kiriye û bi vî awayî rê li krîzan vekiriye û ji roja derketina wê ve hilweşîn û rizîn hevrêyên wê ne. Bêguman bi tevahî ekonomî ew nîne. Ne bazirganî, cotkarî, pîşesazî, ne jî çûnûhatina mal, bazar û teknîk, vedîtinên kapîtalîzmê nînin, berevajî ev saziyên bingehîn ên ekonomiya civakî rastî îstîsmar û talaneke giran a kapîtalîzmê tên. Bi dîrok û şaristaniyê diyar bûye û bi polîtîkayê di zikhev de ye.
Bi vî awayî, min hewl da nîşan bidim ku ekonomîzm ekoleke fikrê û têgihiştinek e, bi navkirina ekonomiya kapîtalîst gelekî berevajî kiriye. Di çarçoveya van rexneyan de min hewl da wê rast bi nav bikim û li ser hîmê têkiliyên civak û dîrokê, siyaset, çand û şaristaniyê di zikhev de şîrove bikim, ez yeqîn dikim ku bi vî awayî hindik be jî min mijar hinekî rohnî kir.
(SIBE DEWAM DIKE)