Bi boneya cejna remezanê îro bi dehan şêniyên taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê bi meşekê derbasî cihê şehîdan bû (şehîd Serbest ) û (şehîd Şîyar ) bûn.
HELEBÊ – Meş ji pêşiya saziya malbetê şehîdan destpê kir û ber bi cihê ku 6 şervanan li wir berxwedanî kiribûn û gihiştibûn asta şehadetê ve meşiya.
Piştî ku meş gihişt çihê berxwedaniyê gel ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz girtin rawestiyan. piştî wê axaftin hatin gotin.
Li ser navê fermandariya ypg Sozda Heleb her wiha bi navê saziya malbetê Şehîda Şîhan kewser axifî. Di axaftinan de cejna hmî dayikên şehîdan hate pîrozkirin û sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin. her wiha soza tolhildanê hate dubare kirin.
Piştî axaftinan hemî dayîkên şehîdan, rêveberên saziyan, ypg – Ypj û asayiş hemî derbasî cihê ku berxwedanî lê hatiye kirin û gul danîn ser çihê hevalên şehîd.