Di çarçoveya pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê li Efrînê, hêzên YPG li hember yekîneyên artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê rêzeçalakiyên bi bandor lidar xistin. Di çalakiyan de 15 leşker û çete hatin kuştin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragîhandinê ya YPG’ê diyar kir hêzên YPG’ê li Efrînê çalakiyên bi bandor li dijî Artêşa Tirk û çeteyên wê pêk anîn û destnîşan kir ku di çalakiyê de herî kêm 15 leşker û çete hatin kuştin.
Di daxuyaniya YPG’ê de hate gotin ku şeva 13’ê hizêranê li ser rêya di navbera gundên Qîmarê û Beradê yên girêdayî navçeya Şêrawa, hêzên YPG’ê tirmpêlek leşkerî ya koma çeteyên Firqet Hemze hedef girtin û ev tişt hate gotin: ” Di encama çalakiyê de seyare tevî 3 çeteyên tê de hate tunekirin. Navên çeteyên ku hatine kuştin wiha ne; Mistefa El Ebdillah ê ji Heleb, Mihemmed Xalid El Mehmûd ê ji Cebel Zawiye û Ehmed Ebu Cerrah in”
Di berdewama daxuyaniyê de jî hate destnîşankirin ku 13’ê hizêranê di saetên sibê de, yekîneyên artêşa dagirker û çeteyên wê yên li gundê Xalta ya navenda bajarê Efrînê bicîh bûbûn ji aliyê hêzên YPG’ê ve bi awayekî bi bandor hatin hedefgirtin û wiha hate domandin: “Di encama çalakiyê de siyareyek leşkerî hate îmhakirin, yek jê leşker herî kêm 12 çete hatin kuştin. Piştî çalakiyê seyareyeke zirxî ya ku xwest mudaxele bike ji alî yekîneya me ve hate hedef girtin û seyare tevî çeteyên tê de hate îmhakirin. Hejmara çeteyên ku di seyareyê de hatin kuştin nehat zelalkirin.”
Navenda Ragîhandina YPG’ê di daxuyaniya xwe de her wiha destnîşan kir ku hejmara çete û leşkerên ku ji destpêka êrîşên dagirkirina Efrînê ya artêşa Tirk a dagirker heya niha gihîşt 2 hezar û 479’an.