Ciwanên welatparêz yên Başûrê Kurdistanê bi boneya cejna remezanê serdana gundên Qendîlê kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Çalakiya mertalên zindî ya ciwanên welatparêz yên Başûrê Kuristanê ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk hat li darxistin.
Mertalên Zindî jî bi wesîleya cejna Remezanê serdana gelek gundên Qendîlê kirin.
Ciwanên welatparêz ku bi baldarî ji aliyê gundiyan ve hatin pêşwazîkirin, qala armanca çalakiya xwe kirin.
Wekî din, tê payin ku Kurdistaniyên Bakurî yên li Başûrê Kurdistanê dimînin serdana çalakgerên mertalên zindî bikin.