Ciwanek din ê ku di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a Şengalê de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû revandin, hat rizgarkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwanê bi navê Viyan Saîd Sîmal ê 18 salî ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve li gundê Til Qesab ên Şengalê li gel dayik, bav û xwîşk û birayên xwe hatibû revandin, di pêngava Bagera Cizîrê ya ji aliyê QSD’ê ve tê meşandin de hat rizgarkirin. Viyan Saîd Sîmal, li navenda Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) a Xanesorê, ji aliyê rêveberên TAJÊ û Meclîsa Şengalê ve radestî malbata wî hat kirin.
Viyan Saîd Simal têkildarî revandin û rizgarkirina xwe, ji ajansa roj news re axivî.
‘Ez ji gundê Tilqesaba kevinim. Em 10 zarok in. Min 9 sal dibistan xwendiye. Berî fermanê bavê min behsa DAIŞ’ê dikir û digotin wê êrişî Şengalê bikin, me bikujin. Lê belê ti kesî ew guhdar nekir. Piştî demekê li gund dengê guleyan hat, em çûn malek navenda bajêr. Bavê min bi telefonê bi yekî gundî re axivî. Wî got, ‘DAIŞ hatiye, lê tiştek bi kesî nakin’. Ji ber wê yekê em jî ne reviyan. Lê demek kurt piştî wê, DAIŞ ket bajêr û bi ser mala ku em tê de bûn de girtin. Em nêzî 100 kes hebun. Hinek çek hebûn, lê tu kesî nekarî şer bike. Zilam û jin ji hev veqetandin. Piştre em xistin dikanekê. Bav û birayê min ê mezin birin. Paşê maşineyek mezin anîn û em lê siwar kirin û birin Musilê. Zêrên dayika min hemû hemu jê girtin. Dûre em birin Telafer û xistin dibistanekê. Jinên ciwan birin qada jor, em xort jî li binî hiştin. Çeteyek bi navê Faruk ê Tirkmen xeber digotin. Ji min re got, ‘me bav û diya te kuştine.”
‘Hemu hewldanên wan ji bo tunekirina çanda Êzidiyan bûn’
Viyan Saîd Simal destnîşan kir ku çeteyan 35 ciwanên êzîdî ku ew bixwe jî di nav de bû, birine herêma Tabîqa ya Musilê û bi zorê ew fêrî şer kirine. Viyan wiha dom kir: “Di gotin ‘şer bikin ku dema hun hatin kuştin biçin cenetê, wê 72 horiyan bidin we.’ Hewldanên wan hemu ew bûn ku çanda Êzidiyan birin jibîrkirin. Ez fêrî çeka ferdî û bombeyê kirim, paşê jî ez fêrî hawana 120 kirim.”
Viyan Saîd destnîşan kir ku çeteyan piştî perwerdeyê ew birine baregeha xweya Dêra Zorê û wiha dom kir: “Di navbera me û leşkerên rêjimê de 15 metre hebû. Carinan me bi bombeyan şer dikir. Ti carî em bi tenê ne dihiştin, baweriya wan bi me nedihat. Bi teybet cihê ku QSD’ê lê hebû, em ne dibirinê. Carekê li Musilê ji min re gotin ‘tu biçe şer’ lê min guleyek li destê xwe da ku ez necim şer.”
‘Kêfxweşiya herî mezin dîtina hevalan bû’
Viyan li ser rizgarkirina xwe jî ev tişt anîn ziman: “Hevalan ez rizgar kirim. Dema min heval dîtin, ez gelekî kêfxweş bûm, me hevdu hembêz kir. Ez qet ji hevalan ne tirsiyam, ji ber ku berî fermanê heval dihatin mela me û malbata min weletparêz bû.”
Viyan Saîd got hêviya wî ew e ku hemû kesên di destê çeteyan de ne bên rizgarkirin.
Di dema radestkirina Viyan a ji bo malbatê de, li ser navê TAJÊ Suad Hisên, li ser navê Meclîsa Xanesorê Saleh Xidir û li ser navê malbatê kurmanê Viyan Mahfut Îsa jî axivîn û spasiya QSD’ê kirin.
Çi bibû?
Çeteyên DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa sala 2014’an bi awayekî hovane êrîşî herêma Şengalê ku piraniya şêniyên wê Êzidî ne kiribûn. Di êrîşê de bi hezaran kes hatibû qetilkirin, bi dehazaran kes koçber bibin û bihezaran jin, zarok û ciwan hatibûn revandin.
Piştî ku herêm ji aliyê gerîlayên HPG/YJA-Star, şervanên YBŞ/YJŞ, YPG/YPJ û QSD’ê ve hat rizgarkirin, ji bo rizgarkirina kesên di destê çeteyan de mane jî xebatên taybet hatin meşandin. Di operasyonên ku li Şengal û Rojava hatin meşandin de bi dehan kes hatin rizgarkirin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Viyan Said Sîmal jî di fermanê de li gel malbata xwe hatibûn revandin. Çeteyan dayik û bavê wî qetil kirin. Li gorî gotina Viyan, hîn 2 xwîşkên wî di destê çeteyan de ne û tenê carekê xwîşkek xwe dîtiye.