C- Têkiliya wê bi Desthilatdariya Siyasî û bi Huqûqê re:
Bi tevahî lêkolîn jî piştrast dikin ku kapîtalîzm hînê kakil e, şitl e, li meştela desthilatdariya siyasî û huqûqê çêdibe. Kapîtalîzm ji her desthilatdariyê û huqûqa wê sûd wergirtiye û wexta bi kêra wê hatiye bi awayekî muhafezekar ew parastiye, lê wexta zirar li berjewendiyê wê bûye bi her rêbaza komplowarî –tevlîbûna çalakiyên şoreşgerane jî di navê de- ketiye nav tevgerê. Carnan bi çavkorî jî tevlî lîstika şoreşgertiyê bûye. Ji darbekariya faşîst heta darbekariya sexte ya kominîzmê –nexasim di demên pêsîrtengî û kaosê de- şerên desthlatdariyê pêk anîne. Di dîrokê de şerên mezin û berfireh ên împaratorî, emperyalîzm û mêtingeriyê meşandine.
Ti şêweyê ekonomiyê bi qasî kapîtalîzmê hewcedariya xwe bi zirxê desthilatdariyê nabîne û divê em bi girîngî destnîşan bikin ku kapîtalîzm bê desthilatdarî nikare pêk bê. ‘Zanyarên’ ekonomî-polîtîk weke xisleta bingehîn a kapîtalîzmê îdîa dikin ku di dîrokê de cara pêşî li derveyî desthilatdariyê bi rêbaza ekonomîk bi dilxwaziya bi hev re a ked-sermayeyê berhemê zêde-nirx û kar çêbûye. Hem jî vê weke feraziyeke sereke dibêjin. Li vir em bi gotinekê re ku bi qasî teoriya kedê hatiye berevajîkirin rûbirû ne. Ji hin deveran bi şêweyekî aştiyane sermaye hatiye peydakirin; dîsa di encama têkiliyên aştiyane de gundî, serf û pîşesazên ji amûrên hilberînê qut dibin, têne cem hev û mîna zewaceke şoreşgerane û bextewer kiribin, weke nirxên kêrhatî sentezekê çêdikin û bi şêweyê ekonomiyeke nû derdikevin ser dika dîrokê. Yanî kurtûkurmancî çîrok welê tê nivîsandin. Çi çepgir û çi jî rastgir ekonomî-siyasetvanên mezin di metnên li biryargehan de amade dikin, weke ‘amentûyekê’ qîmet didin vê îdîayê. Ev îdîa nebe ekonomî-polîtîk jî nabe. Eger tu li vê reqabeta li bazarê jî zêde bikî, te pirtûkeke temam a ekonomî-polîtîk di çarçoveya prensîbên bingehîn de nivîsandiye.
Ez dibêjim hewce nake ku ez bi xwe tiştekî îdea bikim. Fernand Braudel weke sosyolog û dîroknasekî di lêkolîna xwe ya bi navê Şaristaniya Maddî de (ku berhemeke şahane ya sê cild a keda sîh salan e) bi helwestên xwe yên muqayesekirin û lêkolînê vê yekê derew derdixîne. Braudel di cilda yekê ya vê berhema xwe de îdea dike ku kapîtalîzm li dijî bazarê ye. Duyemîn, kapîtalîzm heta qirikê di nava hêz û desthilatdariyê de ye. Sêyemîn, ji destpêkê ve berî û piştî îndustiriyê her yekdestdar bû. Çaremîn, kapîtalîst ne bi reqabeta ji hundir û ji jêr ve, lê ji derve û ji jor ve bi yekdestiyê –bi talanê- hatiye ferzkirin. Fikra sereke ya pirtûkê ev e. Herçend aliyê pirtûkê yên kêm û ez tevlî nabim hene jî bi giştî ji aliyê naverok û cewherê ve şîroveyeke civaknasî û dîrokî ya hêja ye. Bi kêmanî ji bo sererastkirina texrîbat û berevajîkirinên ekonomî-siyasetvanên Ingilîz, sosyalîstên Fransî, dîroknas û fîlozofên elman destpêkeke baş e.
Sîstemeke ekonomîk nîne ku di nava atmosfereke reqabetê ya bi dilê xwe û serbest de karker û kapîtalîstan hêz û daneheva xwe ya kedê kiriye yek. Çîrok û çîvanok jî evqasî ji rastiyan dûr neketine. Kom û yek bi yek hêmanên em dikarin weke çîna kapîtalîst bihesibînin û dîsa hêzên xwediyê ekonomiyê saniyeyekê jî bêyî parastina desthilatdariyê nikarin li ser piyan bisekinin û desthilatdarî di destê wan de namîne. Dîsa bêyî dorgirtina berfireh a desthilatdariyê li ti bazara bajêr kirîn û firotina mal bi reqabeteke serbest û li ser hêza kar, bazar nabe. Ya girîngtir, ev yek jî heta ku serf, gundî û pîşesazê li bajêr bi awayekî bêrehm û bêedalet ji erd û dezgehên wan neyên kirin, ev atmosfera em behsa wê dikin, bi cih nayê. Li Ewrûpayê ji sedsala 14’an heta 19’an kedkarên erd û dezgehan ên mîna bi diya xwe ve girêdayî bi kar û xebata xwe ve girêdayî bûn, kengî ew ji cih û debara wan kirin, serî rakirin û bi serhildanan rabûn. Bi hezaran mirov hatin darvekirin, bi mîlyonan mirov di şerên navxweyî de hatin kuştin, di hepisxane û nexweşxaneyan de hatine rizandin. Van jî têrê nekiriye, di şerê netewe û mezheban de naverast bûye derya xwînê. Şerên mêtingeriyê û şerên emperyalîst li vê encama kambax bobelatên nû zêde kirine. Ev bi tevahî bandorên bi darê zorê di derketina kapîtalîzmê de têkiliya xwe bi karekterê wê yê talanker ê yekdestdar re heye ku ferz dike. Em vê têkiliyê bi hêsanî û eşkere dibînin. Ma kîjan retorîka ekonomîk-polîtîk dikare vê rastiyê berepaş û berevajî bike?
Em ji bo rastiyê hînê eşkere bibînin divê em ji nêz ve çav li şerên di sedsala 16’an de bigerînin ku van şeran kapîtalîst bi ser xistin. Hêmanên sereke yên şer û desthilatdariyê yên sedsalê ev in; binemala Habsbûrgê ya milê împaratoriya Spanyayê, li Franseyê qralên ji binemala Valois, li Ingilistanê xanedanên Stuart ên Anglo Sakson ku ketin şûna qralên bi koka xwe Norman û ya herî balkêş jî Prenstiya Orange ya Hollandayê bû ku ev prenstiya hînê varik bû û nav lê nehatibû kirin, ew ê rêzeke reaksiyonan bida destpêkirin.
Împarator û qralên elman ên bi koka xwe Habsbûrgî, piştî ku misilman ji Spanyayê di salên 1500’î de hatin qewitandin bi hêz bûn û ber bi împaratoriyê ve meşiyan, xwe weke xwediyê mîrasa Romayê dibînin. Di sala 1453’an de ketina destê Osmaniyan a Konstanatînopolîsê û di şerê bi Osmaniyan re serkêşiya Habsbûrgiyên Awusturyayî weke sedema vê îdîayê tê bikaranîn. Silaleya qralê Fransewî Valoîs jî bi pey împaratoriyê ketiye. Xwe weke xwediyê rastî yê mîrateya Romayê dibîne. Qraltiya Ingilistanê û mîregtiya Orange ya Hollandayê ji bo ji aliyê van herdu împaratoriyan ve neyên daqurtandin şerekî mîna yê proto-rizgariya neteweyî dimeşînin. Qraltiya Swêdê, Mîregtiya Prûsyayê û heta dema Mîregtiya Moskovayê bû çartî, wê li pey hev weke tevgerên bi heman rengî li dinyayê deng vedana. Qraltiya Ingilistanê û Mîregtiya Orangê di serê sedsala 16’an de bi tehlûkeyeke rastî re rûbirû ne ango heye ku ji aliyê Qraltiya Franse û Spanyayê ve werin daqurtandin. Eger ev çalakî bi serketana, di serî de Ingilistan û Hollanda wê pêşketina kapîtalîst a bajarên Bakur-Rojavayê Ewrûpayê bi îhtîmaleke mezin biketa rewşa bajarên Venedîk, Cenova û Floranse ya Îtalyayê.
Ji van bajarên Îtalyayê yên gelekî bihêzbûyî yên kapîtalîst nehat ku kapîtalizmê li seranserê Îtalyayê bi ser bixin; sedema sereke ya vê yekê bêtaqetiya wan a siyasî bû. Bi gotineke hînê rasttir mirov dikare bibêje ku li ser dewlemendiyên Îtalyayê şerên mêtingeriyê û serweriyê yên împaratorî û qraliyetên Spanya, Franse û Awûsturyayê kir ku bajarên Îtalyayê serî bitewînin. Ji lewra hem yekîtiya Îtalyayê dereng maye, hem jî ezmûna Îtalyayê ya kapîtalîzmê nîvco maye û li tevahiya welat belav nebûye. Demborî be jî di vir de zor bi roleke diyarker rabûye. Çawa ku her hêmana kapîtalîstî dike, kapîtalîstên bajarên Îtalyayê jî di berdêla ji serweriya siyasî bigerin wan bi fînansa siyasî bi xwe ve girêdidin û xwe ji polîtîkaya ‘bide û bistîne’ paşve nadin. Ji ber ku dînê nû yê kapîtalîzmê li dora pere > pere (PP) şikil digire.
Qraltiya Ingilîstanê û Mîregtiya Orangê têk neçûn. Hêmanên kapîtalîstî hem kredî dabûn dewletê, hem jî bi dewletê re pîşesaziya keştiyan a çûnûhatinê çêkiribûn, ev sedema sereke ya binneketina Qraltiya Ingilîstan û Mîregtiya Orangê ye. Li ser artêşa reşahiyê zêde nesekinîn, giraniya xwe bêhtir dan hêza deryayê û vê yekê rêya serketinê li wan vekir. Di vê pêvajoyê de du bûyerên girîng ên stratejîk qewimîne:
1- Qraltiya Ingilîstanê û eyaletên Hollandayê bi şêwazê kapîtalîst giraniya xwe dan modela dewleta ji nû ve xwe bi rêxistin dike û çalak dibe. Dewletên bi vî rengî dibin mînakên pêşî yên bi rêkûpêk bacê berhev dikin, budçeyê maqûl parve dikin, bi burokrasiyeke aqilane û profesyonel radibin. Bi hêza xwe ya deryayî ya serketî hêzên deryayî yên Spanya û Franseyê têk birin. Serweriya wan a li Okyanûsa li Atlasê û paşê jî li Derya Spî çarenûsa şerên mêtingeriyê diyar kir. Serberjêrçûna Franse û Spanyayê jî bi vî awayî dest pê dike. Serketina Franse û Spanyayê ya di şerê erdê re, bi sedema deyndarbûne serketina wan vediguhere serketina Pîrûsê. Li gorî şîroveyeke giştî ya tê qebûlkirin, guhertinên nû yên di desthilatdariya Ingilîstan û Hollandayê de çarenûsa ekonomiya kapîtalîst diyar kiriye. Em careke din dibînin ku di werçerxeke krîtîk de zora siyasî dikare li ser şêweyê ekonomîk bi roleke diyarker rabe. Ya bajarên Îtalyayê têde nikarin bi serkevin, bajarên London û Amsterdamê têde bi ser dikevin.
2- Bûyereke berevajî erka siyasî ya Hollanda û Ingilîstanê, di vê sedsalê de li cem dewletên împaratoriya Awûsturya, Franse û Spanyayê diqewime. Van hersê dewletan jî dixwest modeleke mîna Romayê ava bikin. Di nava wan de hem xizmantiyeke xurt hebû, hem jî nakokiyên mezin hebûn. Qraltiya Ingilîstanê pirr zû ji vê xwesteka xwe xilas bû. Li şûna împaratoriya Ewrûpayê çavê xwe berda împaratoriya dinyayê. Di çarçoveya serketina sîstema kapîtalîst de rejîmên dewletên Spanya, Franse û Awûsturya herçiqas ji bo bibin monarşiyên modern gelek reform kirin jî ya rastî ji aliyê cewherî ve amûrên siyasî ne ku li gorî civakên berê şikil girtine. Ji wan nedihat ku sîstemeke bacê ya modern, burokrasî û artêşeke profesyonel damezrînin. Budçeya wan bê wezin bû. Timî deyn dikirin. Aloziyên ji ber kapîtalîzmê nikarîbûn çareser bikin. Bihêlin kapîtalîst alîkariya wan bikin, ji ber deyn û îltîzaman bi wan re di nava nakokiyên mezin de bûn. Navendbûna bi arîstokrasiya feodal re, bi pêngava qraltiya monarşîk re nakokî gelekî zêde bûn. Ji ber nakokiya di navbera bajar û gund de tevahiya civakê serî rakiribû. Serhildanan bi tenê jî dikarîbû bêhnê li van monarşiyan biçikîne. Ji ber ku Hollanda û Ingilîstanê di binî re destek dida muxalifan, rê li ber gelek şoreşan vedikirin.
Bêguman carnan armanc û encam gelekî cihê dibûn. Çawa ku di Şoreşa Mezin a Franseyê de çêbû.
Li Îtalyayê heman hêzên ku serketina civakî û siyasî ya ekonomiya kapîtalîst asteng kirin, monarşiyên Franse, Spanya û Awûsturya; li hemberî modelên dewletên ji aliyê kapîtalîstên bajêr ên Ingilîstan û Hollandayê dihatin destekkirin, gelek caran nikarîbûn xwe ji têkçûnê xilas bikin. Em careke din eşkere dibînin ku têkiliyên di navbera sîstemên zorê û şêweyên ekonomiyê de rê li ber encamên stratejîk vedikin. Ji bo serwextbûna li têkiliyên di navbera zor, desthilatdarî û ekonomiyê de Ewrûpaya sedsala 16. weke laboratuarekê kêrhatî ye. Fena ku bi tevahî dîroka şaristaniyê ji gora xwe rabûbe û qala çîroka xwe bike. Mîna ku wiha bibêje: tu bi qasî ku sedsala 16. ya Ewrûpayê fêhm bikî, tu yê min jî fêhm bikî!
(SIBÊ DEWAM DIKE)