Çalakiya mertalên Zindî ya ku bi pêşengtiya Komaleya Ciwanên Welatparêz û Jinên ciwanên Tekoşêr ve hatiye destpêkirin di roja xwe ya 8’an de bi serdanên ciwanên binarên Qendîlê ve berdewam dike.
QENDÎL – Çalakiya mertalên zindî ya ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bi pêşengtiya Ciwanên welatparêz û Jinên Ciwanên tekoşer ve hatiye destpêkirin di roja xwe ya 8’an de ye.
Çalakî bi hatina mêvanan re bi coş û moral berdewam dike. Îro jî ciwanên Binarê Qendîlê hatine çadira çalakiyê. Navbera mertalên zindî û ciwanan de dem û kêliyên xweş hatin jîyan kirin.
Çalakvanên mertalên zîndî îro benda mêvanên xwe yên enternasyonalîst in.