Xwendekarên zanîngehê yên ku mitînga AKP’ê ku Wezîrê Karê Hûndir Soylu têde beşdar bû şermezar kirin, hatin binçavkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Di 14’ê Hezîranê de mitînga AKP’ê ya Kocamustafapaşa ya Stenbolê pêk hat. 3 xwendkarên zanîngehê yên ku mitînga AKP’ê ya ku Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylu beşdar bû, şermezar kirin, hatin binçavkirin.
Polîsan derengiya şevê bi ser mala xwendekaran de girtin û 3 xwendekar binçav kirin.
Polîsan xwendekar birin Midûryeta Polîsan a Bajêr û hat diyar kirin ku di destê polîsan de lîsteyek dirêj a binçavkirinan heye.