Namzetên ciwan ên parlamenteriya HDP’ê êrîşa çekdarî ya navçeya Pirsûsa Rihayê ku 5 kesan jiyana xwe ji dest da şermezar kirin û gotin: “AKP Kurdan dike hedef.”
NAVENDA NÛÇEYAN – Namzeta ciwan a HDP’a Amê Dersim Dag, bal kişand ser provokasyonên berî hilbijartinê û wiha axivî: “AKP tenê dixwaze bibe desthilatdar. Ji ber vê yekê di şexsê HDP’ê de Kurdan dike hedef. Ji bo HDP’iyan bitirsînin êrîş dikin. Divê em hemû lîstikên AKP’ê ji gel re vebêjin û rastiya wan derbixin holê.”
‘HÊZA ME HEYE KU EM AKP’Ê ASTENG BIKIN’
Namzetê ciwan ê HDP’ê Abdurrahîm Durmuş jî, diyar kir ku bûyera li Pirsûsê, pêvajoya hilbijartina 7’ê Hezîranê anî bîra wan û wiha got: “AKP ji piştevaniya gelan acize. Lê hêza me heye ku em AKP’ê asteng bikin. AKP’ê li ser bûyera Pirsûsê re xwest peyamê bide dengdêrên xwe. Pêwîst dengdêr neyên provokasyonan. Dawiya AKP’ê hatiye ji ber wê van êrîşan pêk tîne. AKP pir qels bûye û dê têk biçe. Di 24’ê Hezîranê de ev yek dê diyar bibe.”
Hêjaya gotinê ku li navçeya Pirsûsa Rihayê, parazvan û xizmên namzetê parlamenteriya AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz, bi çakan êrîşî dikandaran kiribûn û 5 kesan di bûyerê de jiyana xwe ji dest dabûn.