Şervanên QSD’ê piştî şerekî dijwar doh danê êvarê herêmek ji 8 kîllometreçargoşeyî ji çeteyên DAÎŞ’ê paqijkirin û xwe gihandin nava bajarokê Dişîşayê.
NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî ku şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ketin nava bajarokê Dişîşa şerekî dijwar dest pê kir. Gelek sivîlên ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve weke mertalên zindî dihatin bikaranîn, hatin rizgarkirin.
Bajarokê Dişîşa li başûrê Hesekê cihê herî dawî ye ku ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatiye dagirkirin.
Tê payîn ku QSD di nava rojê de, di derbarê operasyonê de agahiyên berfireh parve bike.