NAVENDA NÛÇEYAN –
D- Mekanê Kapîtalîzmê: Hêja ye ku mirov li ser pirsgirêka mekan a civakê rawest e. Mijareke berfireh e. Li ser têkiliya civaka mirov bi cografyayê re radiwest e, û hewl dide vê têkilî û pêşketinê fêhm bike. Mirov dikare mijarê bi pêkhatina sîstema rojê bide destpêkirin. Û heta ji vê jî wêdetir xeleka sêyemîn a li dora rojê pêkhatina qonaxên dinya me; tebeqeyên atmosferê, derya, okyanûs, çem û pêkhatina baranê, derketina holê ya teht û zinaran, tebeqeya axê, li okyanûsan rewşa zindiyan û şaneyên pêşî yên zindî, cîhana nebatan a bi kevzê destpêkirî, dîsa cîhana heywanan a bi bakteriyên pêşî destpêkirî, têkiliya heywan-nebatan, bi giştî beridandina cîhana heywan û nebatan, di xeleka beridandinê de prîmatên ku pêşiyên mirov ên pêşî têne hesibandin di kîjan xelekê de weke cinsê mirov şikil digirin, ha em wisa gelek pirs û bersivan dikarin li lîsteya cografyayê zêde bikin.
Bi xetên stûr û xelekên li hev badayî têkiliyeke xurt û eşkere di navbera mirov û cografyayê de heye. Mînak eger rojekê atmosfer, nebat, heywan, erd û çavkaniyên ava vexwarinê ji ser mirov qut bibin, cinsekî bi navê mirov namîne. Ev rewşên ku me behsa wan kirî mîna berhemên mejiyekî mezin bin kêliyekê jî xira bibin wê dawî li jiyana mirov bê. Ji lewra divê bi giştî têkiliya mirov û cografyayê timûtim li ber çav were girtin. Bêyî vê nabe ku mirov li civaknasiyê bikole. Lê heta van demên dawiyê mîna ku hewcedarî bi lêkolîna vê têkiliyê tinebe der barê zanist, felsefe û dîn de bi hezaran pirtûk hatine nivîsandin. Seyr e, mîtolojiyên em wan li derveyî rastiyê dihesibînin, bêhtir bi têkiliya mirov û cografyayê re pêwendîdar bûne. Diyar e, ev encama qutbûna mejiyê analîtîk ji mejiyê hisî ye.
Di qonaxa ‘dema dirêj’ a asta klan a koma mirovan de ku forma pêşî ya civakbûna mirov e, mekan ango bandora şertên cografyayê bêhtir diyarker in. Heta dawiya dema qeşayî ya çaremîn civaka klan nikare gav biavêje, ji bo vê şîroveyeke rast e ku mirov bibêje; di vê yekê de ji kêmbûna beridandina hundirîn wêdetir, bêkêrbûna rewşa cografîk bandorê dikin. Çend mîlyon salên tê texmînkirin ku jiyaye, ji bo ji hundir ve biberide, demek e ku têrê dike. Lê diyar e ku şert û mercên derve ji bo vê derfetê nadin. Cografyanas hemfikir in ku ji dawiya dema qeşayî ya çaremîn (ji salên 20.000î B.Z. heta îro) heta rojên îro rewşeke cografî ya bi xetên sereke dişibe şertên niha pêk hatiye. Cinsê mirov heta vê demê (wer texmîn dikim ku ji bilî pirraniya Giravên Okyanûs û Emerîkayê) li cografya bi gelekî paşê weke Asya, Ewrûpa û Efrîka hatin bi navkirin, piştî derbaskirina gelek qonaxan, di dawiya dema qeşayî ya çaremîn de bi cinsê Homo Sapiens (Mirovê difikire) gav diavêje dema nû.
Piştî salên 20.000î B.Z. em dibînin sê komên çandê diyar dibin. Li gorî antropolojiya li ber hev digire û arkeolojiyê, koma pêşî semîtîkên nêzî reşikan e, ku pêla dawî ya qutbûnên timî yên ji parzemîna Efrîkayê ne. Ev kom li Bakurê Efrîka, Erebîstan û li hin deverên qûntara çiyayên Toros-Zagrosê belav dibin. Ev belavbûna wan heta qonaxa şaristaniyê dewam dike û piştre jî bi qasî ku karibin bi dewrûbera xwe ve diçin. Koma duyemîn jî ji keviyên Sibîryayê qut bûne di ser Tengava Berîngenê re çûne parzemîna Emerîkayê, milekî wan ên sereke jî çûye perav û giravên rojava yên Okyanûsa Mezin, çûne Asya Navîn û hinek jî ji wan li hin deverên Ewrûpa Rojhilat (Fîn-Uygur) belavbûne. Weke Çermezer û Çermesoran têne bi navkirin. Koma wan a herî mezin ji Çîn, Japon û Tirkan pêk tê. Di qada navberê ango qada hînê fireh û kêrhatî de koma em jêre Hind-Ewrûpa dibêjin ango cinsê spî cih digire. Koma şaristaniyê û qonaxa wê ya pêş serdema cotkariyê ya neolîtîkê dide destpêkirin ev kom e. Herçiqas bi derengî be jî cinsê bakur û başûr cinsê zerik û reşik gavavêtine neolîtîk û şaristaniyê jî şîroveya min ew e ku bêyî cinsê spî yê li qada naverastê cih digirin zehmet e ku vê yekê bikin.
Antropolog, arkeolog, jeolog û biyologên xwedî gotin hemû hemfikir in ku di koma Hind û Ewrûpiyan de mekanê neolîtîkê û weke qonaxa paşê şaristaniyê qûntarên Zagros-Torosan e, lewma ji bo derbasbûnê derfetên herî baş û kêrhatî li wan heye. Ev dever bi rewşa xwe ya diyarker a heywan û nebatan, bi rewşa xwe ya çem û baranê, bi rewşa xwe ya bahewa û jeolojiyê di navbera Efrîka, Asya û Ewrûpayê de derbasokeke esas û mekanekî bêhndanê yê sereke ye. Kakilê pêşengî ji koma Hind-Ewrûpî re kir di dîrokê de ji aliyê yên şaristanî cara pêşî dan destpêkirin ve weke koma Aryen hatin bi navkirin. Di belavbûna li dinyayê ya şoreşa neolîtîk-cotkariyê û piştre jî serdema bajar-dewlet-şaristaniyê de mekanê Aryenan bi roleke sereke rabûye. Dibe ku Sumeran ji bo çandiniya nebatên li ser giran û li nav zeviyan bi nav bikin peyva Aryan –Îrana îro – bi kar anîbin û bi vî awayî bûbin çanda pêşî ya ev nav bi kar anî. Ji berku min pirtûka yekemîn a parêznameya xwe ji vê mijarê re veqetandibû ez ê dubare nekim.
Xusûsa mijara me ya bingehîn ew e ku em lêbikolin ka li Hollanda û Ingilîstana di dîrokê de navê wan kêm tê hildan çawa ekonomiya kapîtalîst bi ser dikeve û di vê serketinê de rola cografyayê çi ye. Civaknasên di roja me ya îro de rola cografyayê di bin navê ‘jeopolîtîk’ û ‘jeostratejîk’ de teng dikin, cewherê wê yê bingehîn ji nedîtî ve tên û bi vî awayî hewl didin şîrove bikin. Lê ya rastî divê mirov berê pêşî û weke esas bi têkiliya di navbera cografya û dîrok-civakê de dajeve. Herhal a manedar ew e ku mirov bi rehan re, ne bi şax û guliyan re bilebike. Bi giştî ji bo lêkolîna cografya şaristanî û serdeman zanîna dîrokî û antropolojiyê şert e. Dîrok bê mekan nabe. Jixwe bi xetên sereke dualîteya zeman-mekan a gerdûnê her tim awir li ser in. Bandora li hev dikin, heta veguherînên wan û qabîliyetên wan ên bi hevrebûnê ji aliyê zanistan ve timî tên guftûgokirin û nirxandin.
Em careke din li çîroka xwe ya ‘zilamê bihêz û xasûk’ vegerin. Lê wexta em derbasî çîroka xwe bibin divê ez destnîşan bikim ku ez ji hewcedariya têkiliya di navbera zanist-zanîn û çîrokê de bawer dikim. Ez yeqîn nakim ku zanista bê çîrok bi temamî manedar bibe. Ji ber vê, çîroka ‘zilamê bihêz û xasûk’ di civaknasiyê de yek ji wan têgînan e ku kevirê çarqozî ye, divê li serê quncikê were danîn. Ji bo em gelek têkiliyên civakî şîrove bikin, hewce dike. Jixwe di gelek qadan de wexta gelek bûyer û têkilî dikevin zikhev, weke çîrok anîna ziman ji bo zanistê awayekî kêrhatî û hêja ye. Dîndartiya bi navê pozîtîvîzmê evçend bûyer û têkiliyên nayên jimartin nikare û pêkan nîne bi awayekî pozîtîvîst tespît bike, ji lewra heye ku anîna ziman û pêşdebirina zanistê bi rêya çîrok, dîn, exlaq û cureyên din ên hunerê rêyeke rast be. Zilamê bihêz û xasûk ê destpê kir gav avêt qonaxa zilamê serwer û di nava kulmozên hêzê yên super de cihê xwe girt, di vê pêvajoya dirêj de rêyeke bi labîrent û tijî bêbextî şopand. Gelekî girîng e ku mirov mekanê vî zilamî yan jî zilaman ên carnan eşkere lê dimînin û carnan jî xwe vedişêrin lêbikole. Eger mirov wan timî weke hêzên timî di nava pêngavên stratejîk ên civakî (ekonomîk, siyasî, eskerî) û taktîkan de bifikire wê me bêhtir nêzî zanînên wan bike.
‘Zilamê bihêz û xasûk’ mîna dizekî ket ekonomiya malê ya jinê. Qîma xwe bi talanê jî neanî. Ya hînê xirabtir û tehlûketir jin xist rewşeke timî destavêtinê û malbata pîroz kir mîna nivîna Çil Heramiyan. Rewşa xayînekî dizane çi dike ti carî neterikand. Tovên danehevên sermaya pêşî li vî mekanî hatin çandin. Yekemîn, li nêzî ekonomiya malê, mal bi xwe hat dagirkirin; duyemîn, li dijî yekdestdariya fermî û rewa ya dewletê yekdestdariya taybet li baregehên navendî yên çil heramiyan an jî li nêzî wan mekan girtin. Ji ber ku ji çavdêriya civak û dewletê direve, pirr zû bi maske û hîle di nava mekanên wan de cih girt. Kemîn danî. Kengî keys dît weke şêrekî xwe çeng ser nêçîra xwe kir. Carnan bi xasûkiya rovî nêçîra xwe zevt kir. Mîna bûkalemûn li gorî rewşê reng girt. Di nuqteyên marjînal de xwe weke pisporê bazirganiyê îlan kir. Qadên gund û bajaran ên şaristaniyan nikarîbû xwe bigihînine wan bi dijwarî di bin çavdêriya wî de ne. Gelekî hoste ye ku xwe di qelş û terkên nav civakê de veşêre. Pirr baş dizane bi rola balansê rabe û herdu aliyan jî bişêlîne. Haya xwe jê heye ku ji bazirganiyên mesafe kin hindik, ji bazirganên rê dirêj gelekî karê bi dest bixe. Yek ji pîvanên bingehîn ê pîşeya wî ye ku mîna bi pozê xwe bêhn bike qadên jê karê bike nas dike, bi ser de diçe. Eger mirov çalakiya wî weke korsantiya stratejîk a van rêyan binirxîne wê zêdetir hînker be. Wexta ku tê gotin welatê sermayê tineye, ev rastî tê destnîşankirin.
Mirov dikare bibêje eger bajar-bazar-bazirganî şertên pêş ên kapîtalîst in, çima li van mekanan serketina xwe zû îlan nekir? Di vê nuqteyê de divê ez bi girîngî bibêjim ku kapîtalîzm weke sîstem ti têkiliya xwe yekser bi zanist û teknolojiya pêşketî re nîne. Çawa ku bi awayekî serketî li Amsterdamê derket holê, dikarîbû li sîteya Ûrûkê jî derketa. Li şûna ku hewl bide bibe xwediyê tevahiya sîstemê û xwe lê rakişîne, mayîna wî weke bazirganekî hevkar yan jî serdezgedar û bûna xwediyê gundikekî zêdetir dikare li hesabê wî bê. Sedema bingehîn a vê yekê dibe ku ev be; yekdestdariya rahib, siyasetvan û esker cih nedayê ku bibe serdest. Ev kulmozên hêzê yên rewa bûne û hatine ceribandin, dibe ku kulmozeke çaremîn, zêde û belkî jî ji ber pêkhatina wê weke tehlûkeyekê dîtibin.
Em dibînin ‘zilamê bihêz û xasûk’ weke hêza çaremîn a yekdestdariyê ji bo bibe sîstem xwe radikişîne. Lê timî têk diçe. Ez yeqîn dikim, kavil û wêranbûna gelek bajarên li cografyayên kesek ne li bendê, bi van bûyeran pêkan e. Di serdema pêşî û navîn de bajarên bazirganiyê yên gelekî dewlemend ji nişkê ve bi awayekî di dîrokê de tine bibin, wêran bûn, dibe ku ev yek bi berxwedana eskerî û siyasî ya yekdestdariya çaremîn re (kapîtalîzma destpêkê) têkildar be. Li cografya Hindistan û Pakistanê bajarê Harappayê (gelekî pêşketiye, nivîsê jî bi kar tîne, avahî û mîmariya wê gelekî bi rêkûpêk e, bajarekî dewlemend e, B.Z. 2500) pirr zû ji holê radibe, dibe ku ev yek ji reqabet û serhildana wê ya li hember yekdestdariya sêber a rahib-siyaset-esker a li cografya cîran be. Îhtimaleke xurt e, pêşî koloniyeke bazirganiyê ya şaristaniya bi koka xwe Sumer be, piştre ji bo serxwebûnê serî rakiribe. Bi serketa, belkî jî ji ber şertên wê yên mîna hevrikê wê tinebûn, weke Amsterdama pêşî xwe li avakirina sîstemekê biceribanda ango wê xwe li avakirina kapîtalîzma destpêkê rakişanda.
Mînakeke balkêş jî çîroka Kartacayê heye. Fenîkiyan di sedsala 8. B.Z. de ev bajar li deverên herî dûr û berfireh ên Derya Spî ava kiribûn û bi temamî bajarekî bazirganiyê bû. Mîna ku Rojavayê Derya Spî û Efrîkayê temsîl bike û weke hinterlandê xwe bi kar bîne. Pirr eşkere pêş diket, lê bi sedema şert û mercên xwe qelsiya wê hebû, nikaribû împaratoriyê ava bike. Yên dixwestin ava bikin jî asteng dikirin. Heye ku nakokiya wê ya bi Romayê re ji vê yekê be. Bi saya nîvgirava Îtalyayê ji Romayê dihat ji dewleta bajêr bibihure, li ser deverên fireh komar û împaratoriyê ava bike. Ji bo Kartaca rizgar bibe yek şert hebû; diviyabû ya ku Amsterdamê li dijî împeretoriyên Spanya û Franseyê kir, bike. Ango karektera yekdestdar a bazirganiya bajêrî pêşketî bi dewleteke kapîtalîst li ser cografyayeke her diçe berfireh dibe bigihîne hev û taqwiye bike. Ji bilî vê ti rêya wê tinebû ji Komara Romayê rizgar bibe. Ji bilî têkbirina Kartacayê, ti rêya Romayê jî tinebû. Ji ber ku Kartaca dikarîbû li ber serê wê bibe alternatîfek û dawiyê lê bîne. Têkiliya Kuba-DYE’yê tîne bîra mirov! Hînê jî weke gotineke li ser zimanan tê gotin: senatorên Romayî di destpêka her civînê de ji cihê xwe çeng dibin û dipirsin, ‘Ma wê ev meseleya Kartacayê çi bibe?’
(SIBÊ DEWAM DIKE)