Li bajarê Gavle yê Swêdê, ji bo boykotkirina Tirkiyeyê ciwanên Azad kon vedan û dest bi çalakiyê kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN – konê çalakiyê yê ciwanan li meydana Storatorgetê hate vedan û wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û alên PKK’ê pê ve kirin. Ciwanan li ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, dagirkirina Efrînê û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê belavok belav kirin.
Ciwanên Azad dewleta Tirk ji ber dagirkirina Efrînê protesto kirin û bang li Swêdiyan û hemû koçberan kirin ku Tirkiyeyê boykot bikin û malên Tirk nekirin.
Ciwanên Azad xwestin, tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bê rakirin û were berdan.