Di çarçoveya qonaxa duyemîn ya hemla SERÎ HILDE de Ciwanên Rojavayê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk di 21 vê mehê de çalakî li dar dixînin.
QAMIŞLO – Di vê çarçoveyê de Kordînasyona Ciwanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê bang li hemî ciwanên welatparêz dike ku tevlî meşa dirêj ku wê heta deriyê Sêmalka be bibin û got: Bi hev re em ê bêjin, Êdî Bes e.
Bangewaziya Kordînasyona Ciwanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê wiha ye:
Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, Serî Hilde!
Ji tevahî ciwanên Rojava û gelê me yê welatparêz re,
Hêzên dagirker li ser welatê me pîlanên qirêj gav bi gav pêşdixînin. Wan dixwazin gelê kurd û
Kurdistanê yê ku hişyar, xwedî hêz û îrade bû, carekê din vegerînin rewşa berê, nasnameya me
înkar bikin, hebûna me red bikin, îradeya me û hêviyên azadiyê bişkînin. Ji bo vê yekê, axa me
talan dikin û gelê me yê têkoşer dikujin. Ew ji me re dibêjin “terorîst”, ji yê ku bela xwe li kesî
nedaye û li ser xaka xwe jiyan dike dibêjin “terorîst”, ji yê ku ji bo parastina namus û şerefa xwe
radibe û silahê radike re dibêjin “terorîst”. Lê yê ku bi rastî tê, êrîş dike, qetlîam dike, îşkence dike
û gel û şervanên welatê me şehîd dixînin. ew in. Yê ku mal û milkê gelê me didizin û dişewitînin
ew in, dewleta AKP-MHP, Erdoğan û çeteyên wî. Terorîstê rastî ew e.
Li hemberî faşîzm, zilm û zordariyê em serî hildidin! Ji bo jiyanekê bi rûmet li ser xaka xwe em serî
hildidin. Çi Kobanê, Şengal, Cizîr, Sur û Nisêbîn, çi Efrînê, Kerkuk û çiyayên Başurê Kurdistanê,
em dagirkerî li ser welatê xwe nema qebul dikin. Em yek in û em ê ji her kesî re nîşan bidin ku em
yek in. Li beramberî dagirkeriyê wê ciwanên kurd ji çar aliyan ve serî hildin. Ji bo yekitiya netewî
em ê, Rojava û Başur, dest bidin hev du, bi hev re li dijî êrîşên neyar û zilmkaran bisekinin. Ji ber
vê yekê em bang li tevahî ciwanên Rojavayê Kurdistanê dikin, di serî de ciwanên kurd, em bang li
tevahî pêkhateyên Bakurê Suriyê dikin ku beşdarî çalakiya me li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ser
Başurê Kurdistanê bibin. Bi hev re em ê di 21’ê vê mehê de, roja Pençşemê bimeşin heta Deriyê
Sêmalka û li wir derbasî Başurê Kurdistanê bibin. Bi hev re em ê piştgiriya xwe ji bo gelê xwe
yê Başur bidin nîşan dan û berxwedanvanên Kurdistanê, yê li pêşiya dagirkeriyê bûnê mertal ji
welatê xwe re em ê hembêz bikin, silav û pîroz bikin.
Li ser vî esasî, her kes, ciwanên me yên welatparêz û serhildêr, jinên têkoşer û gelê me yê hêja, di
21’ê vê mehê de li dijî dagirkerî û ji bo yekitiya netewî, werin tevlî çalakiya me bibin, biherikin ber
bi Sêmalka li Herêma Dêrikê ve û bi yek dengî helwesta xwe li beramberî dijminên gelê me bidin
diyar kirin.
Bi hev re em ê bêjin, Êdî Bes e!