Bi sedan kesên ku bi pêşengiya Bereya Niştimanî ya Dijî Dagirkeriyê û KNK’ê çûn Binarê Qendîl, êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê şermezar kirin û peyamên têkoşînê dan.
NAVENDA NÛÇEYAN – Bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê ku li ser Başûrê Kurdistanê dimeşîne, ji Xaneqîn heya Dihokê bi pêşengiya KNK’ê û Bereya Nîştîmanî ya Dijî Dagirkeriyê bi sedan kesan berê xwe dan Qendîlê.
Ji bajarên Silêmanî, Helepçe, Kerkuk, Hewlêr, Duhok, herêmên Raperîn, Germiyan bi sedan kesên ku di nava wan rêveber û endamên partiyên siyasî, rêxistin û saziyên civakî, her wiha bawermend jî hene, serê sibehê ketin ser riya Qendîlê.
Karwanê çalakvanan di saetên nîvro de gihîştn Binarê Qendîl û çûn serdana çadira Mertalên Zindî ku ji aliyê cıwanên welatparêz ji 8’ê Hezîranê ve hatiye vedan.
Girseya gel li vir piştî ku ji aliyê Mertalên Zindî ve hat pêşwazîkirin, daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyaniya ku nûnerên rêxistinan di axivin û êrîşan şermezar dikin, berdewam dike.