9 Ciwanên dema ku li taxa Gazî alên HDP’ê dadilqandin hatin binçavkirin û 2 hezar û 331 TL ceza li wan hate birîn.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li Taxa Gazî ya navçeya Sultangazî ya Stenbolê, 9 ciwanên dema alên HDP’ê dadileqandin hatin binçavkirin û birin Midûryeta Polîsan a Gazî. Hat diyar kirin ku polîsan ciwan derp kirine.
Polîsan piştî 2 hezar û 331 TL cezayê pere li 9 ciwanan birîn, serbest berdan. Ji bo her ciwanekî 256 TL cezayê pere hat birîn.