Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 4 şehîdên ‘Pêngava Bagera Cizîrê’ eşkere kir.
NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 4 şervanên xwe eşkere kir yên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn.
Daxuyaniya QSD’ê wiha ye;
“Pêngava Bagera Cizîrê bi hemû hêza xwe didome û pêş ve diçe. Piştî rizgarkirina bajarokê Daşîşa yê ku dibû cihê sereke ji çeteyên DAIŞ`ê re di şerê di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê de, 4 şervanên QSD`ê şehîd bûn.
Bi giyanê şehîdên azadiyê em soz didin ku rêya şehîdan bişopînin û xaka Sûriyê ji çeteyan rizgar bikin. Em ji malbatên şehîd û gelê Bakurê Sûriyeyê re sersaxiyê dixwazin”.
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye;
Nav: Elî Himêdî
Navê Dayik: Metra
Navê Bav: Xebas
Cih û Dema Şehadetê: Dêra Zor / 16’ê Hezîran 2018’an
***
Nav: Ebdulah Çeçan
Navê Dayik: Duha
Navê Bav: Ehmed
Cih û Dema Şehadetê: Deşîşa / 12’ê Hezîrana 2018’an
***
Nav: Emîn Hisên
Navê Dayik: Wedha
Navê Bav: Hisên
Cih û Dema Şehadetê: Dêra Zor / 16’ê Hezîrana 2018’an
***
Nav: Ekrem Elî
Navê Dayik: Kalfa
Navê Bav: Îdan
Cih û Dema Şehadetê: Dêra Zor / 15’ê Hezîrana 2018’an