NAVENDA NÛÇEYAN – Qurbanekî din ê bi heman rengî yê Romayê bajarê navdar ê li rojhilatê Sûrî Palmyra ye. Di nîvê duyemîn ê sedsala 3. B.Z. de wexta krîzên pêşî yên hilweşîna împaratoriyê dikeve rojevê, serhatiyên Palmyrayê balkêş in. Ez wexta li Sûrî bûm, ez timûtim diçûm serdana xirbeyên vî bajarî û bi heyranî min lê temaşe dikir. Li nava çolê li dora aveke ji binerdê derdikeve ava bûye. Li dora avê daristaneke xurmeyan û li keviyên wê jî kelheyeke tevî bircên xwe heye. Herweha bi agora xwe, Perestgeha Delfê ya navdar, avahiya senatoyê, goristanên li newalê, çarşiyên wê yên dirêj û bi gelek qesrên xwe bajarekî bi heybet e. Di warê niqirandin, verotin û şehkirina keviran de bi temamî xwedî wesfên harîqa ye. Bajarekî welê ye ku mirov matmayî dihêle û dixe nava aramiyê.
Palmyra bajarekî girîng e. Ji ber ku di navenda çûnûhatina bazirganiya rojhilat-rojava û bakur-başûr de cih digire. Herweha di navbera împaratoriya Îran-Sasanî û Romayê de bi rola bajarekî dewlet ê tampon radibe. Salên dûrûdirêj li ser yekdestdariya bazirganiyê her mezin û dewlemend dibin. Li gorî min mirov wê bişibîne Amsterdam an jî New Yorka demê têrê nake. Ji aliyê gerdûnbûnê! Împaratoriya Romayê weke Kartacayê ji vê mînakê jî bêzar e. Dîrok nîşan dide ku bajar di demên xwe yên dawî de ango di salên 270’î P.Z. de qîma xwe nayne weke silaleyeke xwedî statuya fena qraltiya bi ser Romayê ve bimîne, û heta hez kiriye weke alternatîfeke Romayê rabe.
Ya Kartaca têde nikarîbû bi ser bikeve, gelo wê Palmyrayê bi ser biketa? Pirs ev e, û diyar e ku xwedî potansiyeleke bi tehlûke ye. Li gorî gotinê, Împaratorê Romayê Aurelius piştî şerê dûvdirêj bajar zevt kiriye û xwestiye bajar çawa zevt kiriye welê jî radestî qralîçeya bi hêz a bajêr a wê demê Zennûbeyê bike. Kengî bajêr weke eyaletekê radestî Zennûbeyê dike, vedigere. Lê di nîvê rê de dibihîse ku li bajêr dîsa serhildanê destpê kiriye û bajar doza serxwebûnê dike. Ji nû ve bi hêrseke mezin bi ser bajêr de diçe û wer li bajêr dide ku careke din bi ser xwe ve neyê. Li dawiya xwe xirbeyê bajêr dihêle û vedigere Romayê. Zennûbeya direviya cem Sasaniyan û li peravên Firatê girtibû jî bi xwe re jî dibir. Bûyernivîsên dîrokê radigihînin ku Zennûbe bi tevahiya dewlemendiya xwe ve weke êsîrekê li pêşberî gelê Romayê hatiye teşhîrkirin.
Zimanê jinê yê Romayê timî tesîr li min kiriye. Piştî ku ez li çîroka Zennûbeyê serwext bûm, mîna ku min sirra vê yekê zevt kiribe. Roma ne bi tenê ew bajar e ku tevahiya rêyan diçinê, herweha bi tevahî qral û qralîçeyên xwediyê hêzê û bi qabîliyet jî bar dikinê. Wer xuya ye ku ya nîv-komîk nîv-trajîk di çûna min a Romayê de bi serê min de hat, ji nêz ve bi vê dîroka Romayê re têkildar e. Eger min Spartakus, Saint Paul û Brûno baş û ji dil fêhmkiribûna, ez ê herhal hînê bi baldarî tevgeriyabûma. Wekî din jî diviyabû min Gramsci xwendibûya. Ax Sosyalîstno ax!
Ji bo Palmyrayê rêya bi tenê ya rizgariyê rêya Amsterdam an jî Londonê bû. Li ber xwe da, lê bi ser neket. Eger mirov Atîna Serdema Antîk mînak nîşan bide, heye ku mirov jê hîn bibe. Ev bajarê ku berhemekî bazirganiya deryayê bû, di salên 500-350 B.Z. de mîna stêrka şaristaniyê bû. Pirr bi hêsanî mirov dikare tespît bike ku kapîtalîzma destpêkê herî zêde li vî bajarî pêş ketiye. Yekdestdariya bazirganiyê ya mezin û taybet (ne dewlet) bi sedan mîl û kîlometreyan li deverên dûr karê xwe dimeşînin. Dewlemendî diherikin Atînayê. Ji Rojhilatê Derya Spî heta bi Marsîlyayê, ji Bakurê Efrîkayê heta bi Makedonyayê, tevahiya Anatolê bi tevna bazirganiyê ya Derya Reş pere û berhemê zêde diherikînin Atînayê. Felsefe afirandiye, pîşesazî li ber fabrîkebûyînê ye; hunerê çêkirina keştiyan li asta herî jor e, pere li ser kar e. Li her deverê kolonî hene. Ji her alî ve dewlemend û xwediyên pereyan têne Atînayê. Cara pêşî ye ku dibe xwediyê rewşeke kozmopolît. Li gorî şîroveya min a şexsî, kêmasiya wê bi tenê ew bû ku nikarîbû yekîtiya di nava nîvgiravê de pêk bîne û ev li pêşiya serketina kapîtalîzmê astenga sereke bû. Pirsgirêka peydakirina hêza ji bo kar tinebû. Li bazarê kole û bend ji xweliyê erzantir bûn. Di vê qonaxê de Atîna yan wê ji koletiya berê bibihure di çarçoveya nîvgiravê de dewleteke netewe ava bike û zû bibe Hollandayek, yan jî wê li ber hevrikên xwe têk biçe û di rewşeke bê qimet de bimîne. Qraltiya Spartayê ya hêza bejahiyê bû û Împaratoriya Pers a ji deryayê dûr bû ji sedsalekî zêdetir timî li vî bajarî dan. Lê wê bi demokrasiya xwe her hewl da li ser piyan bimîne. Qralên Makedon Filîp û kurê wî Skender Atîna ber bi têkçûneke strajîk ve birin. Li hemberî qraliyetên Helenîstîk ên Anatolyayê û Romayê yên di salên 300î B.Z. de mezin dibûn ti şensê wê yê gavavêtinê nemabû.
Eger mirov mînakên proto-kapîtalîzma şaristaniya Îslama serdema navîn û mînakên li devê nîvgirava Hindê hatin avakirin bide, bawer dikim ku wê bibe dugêsinkirina mijarê. Mînakên balkêş ên vê demê bajarên kapîtalîst ên navdar ên li nîvgirava Îtalyayê ne. Spanya, Franse û Awûsturyayê hez dikir bi şêwazê berê împaratoriyan ava bikin, yên ku hêza xwe ji van digirtin kengî li tevahiya nîvgiravê û yek bi yek bajaran desthilatdariya Venedîk, Cenova û Floransayê şikandin û girtin destê xwe, hingî şensê ku bibin Amsterdam û Londonekê zû jî ji destê wan çû.
Bajarên Îtalyayê ji bo kapîtalîzmeke modern çi hewce bike afirandibûn. Bi daneheva sermayê, banke, şîrket, krêdî, weke amûrên fînansê sened, bazirganiya dûr û nêz, manîfaktur, pîşesazî û her cureyê hunerê, bi tevahî berhemên pîşesaziya demê, ezmûnên komar û împaratoriyê, bi dîn û her cure mezheban, nîvgirava Îtalyayê prototîp û labûratûvareke ji bo Ewrûpaya ku wê di salên 1300-1600î de çêbibe. Her weha welatê Ronesansê ye. Bêguman ev yek bi têkiliyên wê bi cografya Rojhilat a pêşeng û mîrateya wê ya dîrokî re têkildar e. Îtalya vê demê, weke Îslama Rojhilata Naverast, Çîn, Hind û heta Rûsyayê ye ku mezin dibe. Danehevên vê cografyayê di serî de Venedîk, Floranse û Cenovayê ji aliyê yekdestdariyên bazirganên bajaran ve bi çavbirçîtiyeke têr nabe anîne nîvgiravê. Ya girîngtir, di dîroka Ewrûpayê de cara pêşî ye ku bi pêşengiya bajarên Îtalyayê tevgerên bajarbûnê pêş dikevin û ji daneheva sermayê re hinterlandeke mezin çêdikin. Li her bajarekî Ewrûpayê bi hêsayî mirov dikarîbû destê bazirganekî Îtalî bidîta. Jixwe Dêra Katolîk ji zû ve zemînê şaristaniyê danîbû. Ronesans ji bo pêşengiyê dibû gotina ji sedî sed a dawiyê.
Îtalya nebû Ingilîstan û Hollanda, ev yek tenê ji ber cografya wê bû. Bi awayekî paradoksî heman cografya di kapîtalîzma bajêr de pêşengiyê dike, li tevahiya nîvgiravê wê tîne ber serketinê, lê di dawiya dawî de nikarîbû gava dawî ya serketinê biavêje. Wexta biavêta jî ti tişta nehata serê wê nedima. Sedem eşkere li naverastê ye. Eger Îtalya zû bûbûya Ingilîstana demê, wê tacên Spanya, Franse û Awûsturyayê yên ku dixwestin wê dagir bikin, bi serê wan de bianiya xwarê mîna împaratoriya Romayê gavek biavêta û bûbûya emperyala dinyayê ya duyemîn. Lê wê li ser hîmê sosyo-ekonomîk a kapîtalîst ev gav biavêta. Mirov fêhm dike ka çima xwediyên tacan li serê bajarên Îtalyayê piçikîn. Yekîtiya bajarên Îtalyayê li ser hîmê sosyo-ekonomiya nû wê dawî li împaratoriyan bianiya, pêşî li Ewrûpayê û paşê jî li tevahiya dinyayê wê demeke belavbûnê xwe ferz bikira. Ji bo vê jî di serî de sermaye, her tişt di destê wan de hebû. Ya rastî, serneketin bê şensiyeke mezin bû û dihat maneya paşvemayîneke neteweyî ya sêsedsalan bikudîne.
Bi ya min, ji ber sedemên cografî nikarîbû bibe Romaya duyemîn û ev firsend bi tiştekî pirr hindik ji dest çû. Piştî meşeke dirêj Hannîbal ji bakur ve êriş biribû ser Romaya yekemîn û Romayê bi şenseke mezin dûvê xwe ji nav lepan xilas kiribû. Yên vê carê ji bakur êriş dikirin, ne yek çil carî ji Hannîbal bi hêztir bûn. Ji lewra şensê wê tinebû. Ji bo vê bi tenê rêyek hebû, mîna Îslama Ereban a li tevahiya Rojhilata Naverast belav bûbû wê bûbûya dînekî bi zora şûr. Li şûna Xirîstiyantiya li Romayê eger Îslam an jî Xirîstiyantiya Katolîk belavbûna dînî û siyasî bi hev re û bi şûr bimeşanda, belkî rêveçûna dîroka dinyayê pirr cuda bûna. Mirov xwe nagire û dipirse: eger Xirîstiyantî nebûya wê aqûbeta Romayê bibûya çi û rê li ber çi vekirana? Ya hînê seyr û balkêş: eger Fatih Siltan Mehmed bi vexwendina Papa Xirîstiyantiya bi şûr qebûl bikira, encam ê çi bibûna? Dîrok qadeke spekulasyonê nîne. Lê nayê înkarkirin ku her tim gelek alternatîfan di hundirê xwe de dihewîne. Ya bajarên Îtalyayê nikarîbû têde bi ser bikevin, di dawiya sedsala 16. de Amsterdam û London têde bi ser ketin. Yek ji wan qadan e ku dîroknas herî zêde li ser sedem û encamên wê radiwest in, û dikin mijara tezan. Ev qad gelekî hatiye rohnîkirin. Eger em sedeman bi kurtî rêz bikin:
1- Bi tevahî qadên şaristaniyên berê li serê Bakurê Ewrûpayê cih digirin ku li vir herî dereng û lawaz digihîjin Okyanûsa Atlasê.
2- Sê hêzên mezin ên Ewrûpayê, Qraliyetên Spanya, Awûsturya û Franseyê ji bo serweriya Ewrûpayê di nava xwe de şer dikin.
3- Bi qasî bajarên Îtalyayê bi tehlûke nayên dîtin, ji lewra jî bi hêzeke yekbûyî û têrê bike bi ser de naçin.
4- Ji belavbûna Reformasyona li Bakurê Ewrûpayê re pêşengiyê dikin.
5- Ji ber ku li peravên Okyanûsa Atlasê ne, di bazirganiya dûr û nêz de xwedî avantajeke mezin in.
6- Tevahiya çanda maddî û manewî ya bajarên Îtalyayê transfer kirine.
7- Yek ji wan qadan e ku çanda maddî û manewî ya feodalîzmê lê qels û lawaz e.
8- Ji ber ku negihiştine feodalîzmeke bi hêz a karibe pêşî li kapîtalîstbûna çûnûhatin, cotkarî û îndustriyê bigire, li gelek herêman şaristanî belkî jî cara pêşî bi rengekî kapîtalîstîk pêş dikeve.
Em dikarin hejmara van sedemên bandor kirine, hînê zêdetir bikin, ji nêz ve têkiliya van sedeman bi rewşa cografîk re heye. Ya rastî jeostratejî û jeopolîtîka rewşeke gelekî baş pêşkêş dikin. Kengî ev rewş bi şertên civakî re bûye yek serketin jî mumkin bûye.
Ewrûpa, Asya û heta Efrîka sê parzemînên yekbûyî ne. Yek ji tespîtên girîng ên antropolojiyê ew e ku heta dema qeşayê ya dawî di serhatiya mirovatiyê de Efrîka bi rola pêşengiyê rabûye. Cografya pêşeng paşê di vê rola xwe de li qûntara çiyayên Toros-Zagrosê bi şoreşa neolîtîkê dest guhertiye. Qûntarên van çiyan ji salên 15.000’î B.Z. heta salên 4000’î B.Z. ji bo pêvajoya paşê bi navê şaristaniyê dest pê bike, her tişt çêkir: çi maddî çi manewî her tişt amade kir. Mirov ji bo şoreşa neolîtîkê bibêje, di dîrokê de şoreşa herî mezin e, bawer dikim ku tespîteke li cih e. Avên Firat û Dîcleyê ji van çiyan û qûntarên wan ne tenê axa bi bereket birin devê Halîçê; bi keştiyên pêşî û pîşesaziya keştîvaniyê, xwe û bi tevahî nirxên xwe yên çandî birin. Bajarên Ûrûk û Erîdûyê wexta dest bi meşa şaristaniyê ya pêşî kirin, ya rastî nirxên vê rêwîtiya bi qehr sentez kiribûn. Mezinbûnê li devê çemên pîroz û heta ketina li devê okyanûsan mîna herikîna çemekî dewam dikir. Bê navber dewam dikir û her diçû mezin dibû.
Ûrûk çandeke mirovatiyê ya ji rêzê nîne. Destpêka mûcîzeyeke nû ye. Dengê Xwedawenda Ûrûkê Înannayê hînê jî çavkaniya tevahî destan, helbest û stranan e. Ev deng, dengê vê çanda muhteşem û bi heybet e. Dengê wê jinê ye ku zilamê krêt hînê ew ne lewitandî ye. Çanda Ûrûkê li cografya xwe kulîlk vekirin. Li pey hev bajar zêde bûn. Kêmberek ji bajaran çêbû. Zilamê bihêz û xasûk vê carê çavkaniya danehevan di derfetên bajaran de dît ku her diçû zêde dibûn. Bi awayekî berevajî çandek herikî û çû heta qûntarên çiyan. Bajar cografya neolîtîk dadiqurtîne û ev destpêka vê pêvajoyê ye. Dengê Înannayê her diçe kêm dibe û ev dengê jinê ye ku her diçe bê tesîr dibe. Dengê zilamê bihêz û xasûk her diçe gurr derdikeve. Di zimanê Sumerî de daçekên pêş bi karektera jinê ne, ango mê ne. Ev xusûs di pêkhatina ziman de rola jinê nîşan dide.
Li vir hewce nake ku em behsa serhatiya cografya şaristaniyê ya xwe dispêre hêzê bikin. Lê were nivîsandin baş e. Lê em bi tenê bi awayekî sembolîk bi gotina hevokê qîma xwe bînin û bibêjin; mîna çemekî sereke û mezin diherike, ji hezaran kîlometir perav û erdên bi kaş bihuriye, herî dawî li peravên Amsterdam û Londonê çandeke nû li pey xwe hiştiye û ketiye Okyanûsa Atlasê.
Eşkere ye ku çanda maddî û manewî ya ji tevahiya serdem û cografyayan hatiye girtin herî dawî bi pêşengiya van herdu bajaran ekonomiya kapîtalîst a modern û netewe derxistiye ser dika dîrokê. Dîsa heman herêm ji wan herêman e ku herî dereng çanda neolîtîkê girtine. Em di navbera cografya û çandê de timî têkiliyekê dibînin ku weha ye: li devera ku çanda kevin bi reh û kok e, pêkhatina çanda nû zehmet e. Çanda kevin a nû bi hêsanî qebûl nake. Li ber xwe dide û ev jî tê fêhmkirin. Li Rojhilata Naverast çanda şaristaniya berê bi tenê herêma hundir a nîvgirava Erebistanê têra xwe dagir nekiribû. Ev valatiya cografî, cografya Îslamê ya civakî pêkanî. Ev cografya nebûya wê Îslam jî nebûya.
Bakurê Ewrûpayê û du welatên din ên li seriyê wê Ingilîstan û Hollanda ji bo şaristaniyên berê erdên bakîr bûn û beyar bûn. Têgîna welat bi maneya sînorên neteweyî di vê demê de hînê nû derdikevin holê. Ji lewra jî tovek li ser van erdan were danîn hema yekser wê zîl bide û serî bigire. Dikare kok û rehên xwe kûr berde erdê û mayînde bibe.
Ev tovê ekonomiya kapîtalîst hatiye danîn û xwe baş girtiye. Warisê dawiyê yê çanda Ûrûkê ye ku ji peravekî derbasî peravê din bûye. Barhilgirên vê mîrateyê her tim bazirgan bûn. Tê gotin, bazirgan ew kes in ku deverên kar jê tê xweş dibînin. Ez bi girîngî destnîşan dikim ku ya kulmozên hêzê nikarîbûn pêşbîniya wê bikin û bifikirin, rewşa wan a herêmê ya marjînal û avantaja wan a rêyên dirêj, hişt ku şensa wan di warê erênî de tecellî bike. Bi tevahî hebûnên kapîtalîstîk ên bajarên Îtalyayê û rêyên cografî yên nîvgirava Spanya-Portekîzê keşif kirin bi awayekî korsanwarî desteserkirin û bi vî awayî şensê pêşengiyê xurttir kirin. Ya dikirin, asîmîlekirina zimanê wan bi xwe bû. Li Ewrûpayê şerên mezin ên navxweyî pêşî li tehlûkeyên ji der ve bên digirtin, li hundir jî berdariya ekonomiya nû (hêza kar û maddeya xam a erzan) di dawiya sedsala 16. de ji bo hilatineke serketî û mayîndebûna li vê cografyayê têrê dikir.
Di nava van herdu hêzan de bi tenê hin cudahiyên şiklî hebûn. Bi hevgirtina herdu hêzan ekonomiya nû li çarnikarê cîhanê temsîl kirin. Ekonomiya nû, hişt ku dewlet jî xwe nû bike û ber bi dewleteke berdar û serketî ve biberide. Serdestiya ekonomîk bi kêra serdestiya siyasî û eskerî hat. Yekdestdariya bazirganiyê cara pêşî bi yekdestdariya dewletê re şirîkatî danîn û bi vî awayî bûn hêzeke nîv fermî. Desteserkarên şaristaniyê yên timî xwe di dehlîz û serê quncikan de vedişartin cara pêşî bûn ew giregirên rewa yên li ser wan guftûgo neyê kirin. Tevahiya pûlikên berê yên arîstokratan bi destê qral û qralîçeyan bi xwe vekirin. Çawa ku di dema xwe de şêrê Ûrûkê taqeta xwe tinebû li ber ‘Gilgamêş’ rawestiya, warisên herî dawî jî taqeta wan tinebû li ber dirindeyên (em şêr nebêjin) Amsterdam û Londonê rawestiyana. Eger rawestiyana jî mîna Gilgamêş bi stûyê şêr girtiye, zehmet nîne bi stûyê wan bigire û bixeniqîne.
Xwedawend Înanna hewl dide 99 vedîtinên berhemên hunerî ji destê xwedayê pêşî yê mêr ê xasûk û zordar (mêrê serwer ê kirin xweda) û parêzvanê bajarê Erîdûyê Enkî rizgar bike. Destana behsa vî şerê di navbera xwendawend Înanna û Enkî de dike, ya rastî destana pêşî û herî bi bandor e. Qralîçeyên Ingilîstan û Hollandayê yên warisê Înannayê têne hesibandin mîna fîgurên sembol ên wê jinê bin; tevahiya krêtiyên mêrê xasûk û zordar di wan de bi gewde dibin. Ev yek jî weke ku tevahiya serhatiya şaristaniyê xulase tîne ziman.
(SIBE DEWAM DIKE)