Parêzerên Rêberê gelan Abdullah Ocalan, ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgariya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê serdozgeriyê serlêdana 764’emîn a parêzeran red kir.
NAVENDA NÛÇEYAN – Ji parêzerên Rêberê gelan Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez, Ebru Gunay û Muhdî Oztuzun ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê serdozgeriyê bi hinceta “Sînordarkirinên der barê hikumxwaran de” yên Qanûna Jimare 5275’an serlêdana parêzeran red kir.
Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve parêzer nikarin bi Rêber Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Heta niha 764 caran serlêdanên parêzeran bi hinceta “Rewşa hewayê xerabe”, “koster xirabe ye” û “OHAL’ê” hatin astengkirin.