Xwedayê Bêmaske, Qralê Tazî û Pere-Fermandar Li Qesra Xwe-
NAVENDA NÛÇEYAN – Di nava gel de tê gotin. Dibêjin eger tu bixwazî xebereke rast bigirî biçe ‘xeberê ji zarokan bigire’. Weke erkeke rêzgirtinê ji bo tevahiya zarokan û ji bo ez careke din dakevim çavkaniya xebera rastî divê ez pêjn, xeyal û bîranînên xwe yên zarokatiyê ji nû ve şîrove bikim.
Wexta ku min bihîst zarokê cîranê me Emîn ‘îlmîhalê’ dixwîne, eleqeya min ji mizgeft û Îslamê re zêde bûbû. Piştî ku min çend dua ji ber kirin, min karîbû li sefê pişt melle Muslim cih bigirim. Piştre min bihîst melle Muslim gotiye ‘Abdullah wer biçe wê bifire’. Min ev gotina wî hîç ji bîr nekir. Wer xuya ye ku min rast dest bi gav avêtinê kiriye. Dîsa hînê di bîra min de ye; min xwe li qurmê dara zeytûnê ba dabû û min ji hevalê xwe yê dibistana seretayî Ezîz (piştre min bihîst bûye muhendîs û mudîrê tapûyê yê ji rêzê) pirsîbû û guftûgo kiribû ka dibistan û mamoste divê çawa bin. Li ber çavê min mîna pêjna cinawirekî modern ango Levîathanê modern hatibû. Di vê de jî ez ne xapiyabûm. Ji ber ku li dibistanê xwedayê nû dewleta netewe didan jiberkirin. Piştre gelek dem derbas bû, min di felsefeya Hegel de xwend ku xwedayê nû weke dewleta netewe daketiye ser rûyê erdê û bi şiklê Napolyon dest bi meşê kiriye û wexta min fêhm kir ku vê yekê bi rahib-mamosteyan li dibistanên seretayî didin jiberkirin, ez lê hayil bûm ku min ji zarokatiya xwe xeber rast girtiye. Li cihê ku Xwedayê melle Muslim pirnisî, Xwedayê mamoste Mehmed ê Çorimî bilind û mezin dibû. Şifêrê kamyonê yê ji gundê Argilê Heyder hebû. Çend caran şeveqê bi kamyona xwe di ber xaniyê me re derbas bûbû. Lampeyên mekîneya wî ji ser xaniyê me ve xuya dikirin. Wexta min serê xwe ji bin lihifê radikir û bi çavên xwe yên li xewê li rohniya lampeyên makîneyê temaşe dikir, ew sêhra makîneyê weke pêjna nîv-xwedayekî baş dawerivîbû hinavê min. Makîneya xwedayê nû mewzû behs bû. Paşê gelek dem di ser re derbas bû, min fêhm kir ku îndustriyalîzm yek ji şaxê mezin ê Levîathanê nû ye, û bi vî awayî min careke din bawer kir ku min ji xeyalên zaroktiya xwe xeberên rast girtine.
Ez divê yekser li vir bibêjim ku ti xwedatî bi qasî îndustriyalîzmê cinawir nebûye. Gundê me bi qasî pêncî kîlometreyî ji sînorê Sûrî dûr bû. Wexta projektorên rohnîkirinê yên sînor mîna brûskekê li çavên min dixistin û dikuskusandin, pêjneke têkel a mîna dewlet-xwedê dihat. Ez vê jî weke xebereke sêyemîn a zaroktiya xwe timî hewl didim bi bîr bînim.
Komara Tirkiyê yek ji mînakên pêşî ye ku wergerandin dewleta netewe û modernîteya kapîtalîst ew kir nîv-mêtingeh. Komara Tirkiyê di damezrandina xwe de xwedî xisletên Komara Franseyê ye. Weke wê di destpêkê de dewlet û demokrasî di zikhev de ne. Mîna Komara Îslamî ya Îranê, Komara Îslamê ya pêşî li Medîneyê, û heta mîna Yekîtiya Komarên Sovyeta Sosyalîst YKSS. Bi demê re şêweyê desthatdariya kapîtalîst hêmanên demokratîk pejinandin û wergerandin dewleta netewe ya çor û hişk. Ez ê van mijaran di beşên pêwendîdar de bi firehî analîz û guftûgo bikim. Belkî jî yên pêşî ne. Mînakên pêşî divê mirov bi baldarî şîrove bike. Min dixwest formên xwe yên cumhûriyetê, cihê û weke çîrokeke dirêj û romanê bi aniya ziman. Lê ez bi tenê bi hevokekê dixwazim bibêjim; min wexta li dibistana Cumhûriyetê ya neqane, Fakulteya Zanistên Siyasî (Mekteba Dewletê ya Milkiye) dixwend û ez diketim sala wê ya dawiyê, mejiyê min ê analîtîk û hisî tevizî bû, min ti tişt his nedikir û fêhm nedikir, min his dikir ku ez bi temamî serkorî kiribûm û Levîathanê nû weke ku ez kiribim mîna tenekeyekê û bi zorê deng ji min derdixîne.
Bandora dînê berê yê li gund piştî gelek salan min bi tiştên li dibistanên mezhebên sosyalîzma pêkhatî karîbû bişkînim. Ez divê bêjim ku di van salan de ez ketibûm nav rewşeke septîk û şikê. Her ku ez difikirîm ez noq dibûm, û mîna ku bifetisim li min dihat. Piştî gelek salan, kengî ez li xwe hayil bûm ku çi di rengê Komara Tirkiyê de, çi jî di rengê Sosyalîzma Pêkhatî ya Sovyetê de ya xwe li ser min ferz dike Levîathanê modern e, hingê ez bi ser xwe ve hatim. Ji tevahiya xwedayê dînan ez bi xwedayê dînê modern re rûbirû bûm. Pût û formên wî yên bêhejmar dor li min girtibûn. Min derketin û serweriya vî dînê modern fêhm kiribû û min zanîbû ku ev dîn li gorî min nîne. Min his û fêhmkiribû ku ez çiqasî xwe ber bi bayê vî dînî nexim û xwe ji rê dernexînim ez ê karibim jiyaneke azad a alternatîf pêşde bibim. Cara pêşî bû ku mejiyê min ê analîtîk û hisî destê xwe dabûn hevdu û ez bi ser xwe ve anîbûm. Ez bi van xetan hewl didim vê pêvajoyê şîrove bikim.
K. Marks û F. Engels wexta ‘Sosyalîzma Zanistî’ ango civaknasiya xwe şîrove dikin weha dibêjin: ‘Me ji ekonomî-polîtîka Ingilîz, felsefeya elman û sosyalîzma Fransî sentezek çêkir.’ Xebata li ser van sê ekolan tê wê maneyê ku modernîteya hewl dide hukim li tevahiya Ewrûpayê bike, tu analîzên wê yên teorîk pêşde dibî. Ekola ekonomîk-polîtîk a Ingilîzan hewl dide ya diqewime weke serketina ekonomiya nû piştrast bike yan jî weke dînekî nû bide bawerkirin, felsefeya elman dibêje; divê aktorê sereke dewleta netewe (şêweyê nû yê qral-xwedê) esas were dîtin, sosyalîzma Fransî jî li ser navê tevahiya civakan (weke yekîtiya demokrasî û şaristaniyê) radibe û dibêje; vegotina dînî ya berê xwe vekişandiye û civaka laîk-pozîtîvîst ango dînê nû yê sîstemê bi ser ketiye û hewl dide vê teorîze bike.
Şoreşa fikrê ya ji sedsala 16. ve pêş ket, di hîmê wê de bandora serûbinker a yekdestdariya kapîtalîst heye. Wexta mirov vê şoreşê bi nav bike divê mirov timûtim behsa çend mînakên dîrokî yên bi heman rengî bike. Mînaka me ya pêşî perestgeha dewleta rahib e. Li vir zîggûrat malzaroka dewletê ye. Li ser berhemê zêde rêxistiniya bi navê dewletê bi şoreşa fikrê re tê nirxandin. Berhemê zêde bi kîjan amûrî dikare bê kontrolkirin? Amûrên bingehîn ên rewakirinê wê çawa bêne pêşdebirin, sererastkirin; ango çawa baweriya civakê bi sîstema nû bidin anîn. Çareyên hatin dîtin ev in; dewlet wê were bi rêxistinkirin û weke mînaka pêşî ya tevahiya dînên şaristaniyan xwedayên nû bêne avakirin. Bersiveke pirr dijwar hatiye dayîn. Dewlet cara pêşî weke rahib û qral tê birêxistinkirin. Ekonomî cara pêşî weke sosyalîzma dewletê û di zik dewletê de tê birêxistinkirin û kontrolkirin. Hêzên hiyerarşîk ên ji rêûresmê jî weke xwedayên nû yên ezmên, erdê, hewa, av û bajaran têne avakirin û maskekirin. Kolekirina mirovan cara pêşî di destana afirandinê de tê dîtin. Di vê destanê de xweda dibêjin wan mirov ji pîsiya xwe afirandine. Bûyer û diyardeyên bi vî rengî hemû li zîggûratê têne vedîtin. Zîggûrat weke perestgehê, qatê wê yê jor panteon e, ango cihê otorîteyên tebeqeya jor a hîyarerşîk, cihê yekîtiya xwedayan e, qatê li binya wan ê rahib-qralan e, ango rêveberên hegemon ên pêşî yên afirînerên sîstemê ne, qatê herî jêr jî ji kole û pîşesazên nirxê zêde û berheman diafirînin re hatiye veqetandin. Wexta em dibêjin perestgeh malzarok û prototîpa pêşî ya bajar, dewlet û çînan e, em sîstematîka formula tevahiya şaristaniyan jî diyar dikin. Modela wê herî dawî Ewrûpa jî di nav de, em li tevahiya modelan şopa wê dibînin. Ji lewra jî rast e ku mirov mînaka Sumer weke çavkaniya orjîn bibîne. Ez dibêjim; ti versiyon nikare bi qasî orjînê balkêş û bi tesîr be.
Versiyona sêyemîn Ionya-Grek e. Versiyona duyemîn a Sumeran, Hûriyên çavkaniya xwe Mezopotamya Jêr in, û şaristaniya Hîtîtan a di nava wan de ye. Cudahiya Grekan ew e ku ji vegotina mîtolojîk a klasîk bihurîne û şêweyê felsefîk ava kirine. Sedema bingehîn a avakirina wan a felsefeya civak û xwezayê ew e ku dewletên bajaran ên derketine holê û pêşketine êdî bi vegotina mîtolojîk nikarin rave bikin û bidin bawerkirin. Herçiqas di tebeqeyên jêr de hêza rewakirinê ya vegotina mîtolojîk dewam bike jî ji bo kesên bi pirsgirêkên berçav ên rêveberiyê re mijûl dibûn hewcedariya bi vegotineke razîker her diçû xwe ferz dikir. Pratîka jiyana civakî bi sedema pirsgirêkên, bajaran rê li wan vekiriye, şêwazê ravekirina felsefî ferz dike. Lê panteona xwedeyan Olympos a bi Zeus destpê kir hînê jî bi bandor e. Sokrates di berdêla helwestên xwe yên pêşî yên gumanbar de canê xwe da, lê ji şagirtên wî hat doktrîna wî ya hînê pêşnûme bikin bingeha çavkaniya felsefeyê. Nexasim mirov ji Eflatûn û Arîsto re bibêje şahê felsefê ne, şaş nîne. Mirov dikare Ibraniyan weke qebîleya pêşî ya ji mîtolojiya Sumer û Misrê derbasî vegotina dînî ya yekxwedayî bûye, bi nav bike. Versiyonbûna ji milekî din e. Di serî de Zerdeştî û felsefeya Yewnan gelek şaxên din jî jê diçin û Mûsewîtî, Îsevîtî û Muhammedî jê zêde dibin.
Daneheva çandî ya maddî û manewî ku di sedsala 16. de li Ewrûpayê gihişt hêzeke mezin, ya rastî xwe dispêre vê dîroka orjîn û versiyonên wê. Bi tenê bi vedîtina mîtolojî û dînên nû yên ku ji serî ve diyar e ku wê kes jê bawer neke, dibe ku mirov bêyî van li Ewrûpayê bifikire, dîrokê bi Ewrûpayê bide destpêkirin. Pozîtîvîzm, laîktî, lîberalîzm û heta sosyalîzm weke xebatên fikrê xwedî xisletên nû bin jî di bin bandora giran a çavkaniya sereke ya dîrokî de hatin çêkirin. Têgîn û naverokên wan bi pirranî ji aliyê versiyonên beriya wan ve hatine çêkirin. Ne bi tenê huqûq, huner, zanist û felsefeya Greko-Romen xwe nespêre mîrateya Misr û Sumeran, ravekirina dema Ronesans, Reformasyon û Rohnîbûnê nabe.
Hemin di vê de kêrhatina Ewrûpayê heye. Jixwe bi sedsala 16. re destpê dike fêkî û ber digire. Di serî de Francis Bacon, Montaigne, Machiavelli û Kopernik bi vegotinên zanistî, felsefî û dîn têkel versiyona nû diyar dikin. Şaristaniyê bi tenê bajar, dewlet, çîn, bazirgan, pere û bazar pêşkêş nekirin; felsefe, dîn, zanist û huner jî pêşkêş kirin. Ewrûpayê xwe îspat kir ku dikare çanda maddî û manewî ya dîroka qedîm herî zêde bigire û di hinavê xwe de bi nazenîniya laboratuarekê lêbikole û qabîliyeta sentezkirinê nîşan bide. Şaristaniya Hind û Çînê nikarîbûn di vê yekê de bi ser bikevin. Şaristaniya Rojhilata Naverast jî nikarîbû bibe xwedî hêz da ku karibe gava dawî biavêje. Min sedemên wê timûtim anîn ziman.
Wexta ez dibêjim di dîroka şaristaniyê de Ewrûpa versiyona sêyemîn a mezin e, mirov van rastiyên dîrokî ji nû ve bi bîr bîne wê gelekî jê hîn bibe.
Antony Giddens, kêrhatinên Ewrûpayê li şaristaniyê zêde kirine, bi gotina ‘nedomker’ kiriye têgîn. Bi vê jî hewl dide ya orjîn destnîşan bike. Bêguman orjînalên şaristaniya Ewrûpayê hene. Lê nedomkerên Giddens kapîtalîzm, dewleta netewe û îndustriyalîzm hinekî be jî vê îspat dikin. Civaknasiya Giddens tê maneya rizgarkirina kapîtalîzma di roja me ya îro de ku ez ê di beşên pêş de hewl bidim li ser rawestim. Lê belê sê mijarên bingehîn ên behsa wan kiriye divê mirov hûrûkûr analîz bike. Ji lewra têkilîdanîn gelekî girîng e.
Em ji nû ve li sê çavkaniyên girîng ên Marksîzimê vegerin. Ji aliyê anîna ser hev a çavkaniyên fikrê yên Ewrûpayê sê dabeşkirin manedar in. Lê nikariye wekheviya di navbera hersiyan de zevt bike. Ji ber ku zevt bikira wê xwe jî bida dest. Marksîzm jî di navê de ya ku ekonomîk-polîtîka Ingilîz, felsefeya elman û sosyalîzma Franseyê hevpar dike, îdeolojiya Rohnîbûnê ye. Ya divê were çareserkirin esas ev îdeolojî ye. Li dinyayê hînê jî ya serwer û bi bandor ev îdeolojî ye. Herçiqas weke zanista civaknasiyê were pêşkêşkirin jî li derveyî çarçoveya heman îdeolojiyê tiştekî nû nagire nava xwe. Ez şaş nebim, civaknasê navdar ê DYE’yê E. Wallerstein, Marksîzm jî di navê de wexta fikra Ewrûpayê şîrove kiriye, bi vî awayî li xwe mikur hatiye: ‘Em wexta dipeyivin, azadî û sosyalîzmê guftûgo dikin, ez fikaran dikim ku îlah ê li me bêne xezebê. Ji ber ku me ji heman çavkaniya bijehr vexwar.’ Fikra behsa wê tê kirin, îdeolojiya Rohnîbûnê ye. Mikurhatina navdar a nûnerê bihêz ê Dibistana Felsefeya Frankfûrtê Adorno jî weha ye: ‘Jiyana çewt rast nayê jiyîn.’
Nietzsche û peyrewên wî yên dişibinê îdeolojiya Rohnîbûnê hînê eşkere rexne kirin. Nietsche dibêje, Rohnîbûnê bi tevahî têgînên xwe ji dîn girtine. Carl Schmitt kokên dînî yên tevahiya têgîn û feraziyên felsefeya siyasetê, rohnî kirin. Lîteratureke dewlemend û lîsteyeke dûvdirêj a kesayetên mînak hene ku nîşan dide, ji awayê fikrê yê Ewrûpayê guman heye û ev her diçe kûr dibe. Rewşa şaristaniyê li Ewrûpayê gelekî tevlîhev e, û mirov dibizdîne. Ne tenê bi mêtingeriyên xeternak, şerên netewe û dîn ên emperyalîst, bi kontrolkirina ekonomiyê û rê dayîna wê, bi desthilatdarî û dewletkirina wê bi qasî ku di ti dema dîrokê de nehatiye dîtin, gihiştiye mezinahiyekê. Di vê nuqteyê de gelek ‘nedomdariyên’ wê nayên înkarkirin. Û heta ji gelek aliyan ve kapîtalîzm, îndustriyalîzm û dewleta netewe, bêguman gelek ‘nedomdariyên’ girîng pêşkêş dikin.
Lê di serî de îdeolojiya Rohnîbûnê ev vegotin hemû ‘nedomdariya’ şaristaniya Ewrûpayê rave nakin. Bi zanebûn jî nebe, çawa ku her dîndar propagandaya dînê xwe dike, li gorî analîzên dawî em dikarin bibêjin, vê îdeolojiyê weke dînekî qebûl dikin û xwediyên vegotinan di rewşa dîndariyê de ne. Ez divê bi bîr bixim ku timî îstîsna hene û ev yek ti carî hukmê giştî xira nake. Şêweyê fikra Ewrûpayê, kokên wê diçin kûrahiya dîrokê, di çend versiyonan re derbas bûye, di nava şaristaniyeke maddî ya tevlîhev de ku orjînên wê ne, pêk hatiye û divê mirov xisleta dînî ya metafizîk a vê pêkhatinê ti carî ji nedîtî ve neyê. Weke her dînî, berpirsiyar e ku şertên xwe yên çanda maddî biparêze û ebedî bike. Belavkirina wê ya li tevahiya dinyayê wezîfeya wan a stratejîk e. Ji rahibên wê yên destpêkê, tevahiya zanîngehên wê yên fermî, dibistan û akademiyan, ji dibistanên seretayî heta qişleyê, ji fabrîkayê heta navendên mezin ên firoşgehan, ji medyayan heta muzeyan, heta bi bermahiyên dînên berê, ji hepisxaneyan heta bi nexweşxaneyan, xwecihî û global heta bi goristanan, nemaze di qada neteweyî de zêhniyeta civakê bi tevahî fetih dike, bi teknîkên desthilatdariya polîtîk û zora eskeriyê weke zirxekî xwe li tevahiya civakê badaye. Bi tevahî civakê ‘Di qefeseke hisinî de digire.’
Dîn û fikrên şopa dîn li ser wan hene, çendîn fermî bibin, dibin îdeolojî. Îdeolojî jî bi awayekî berçav bernameyek e ku ji rêzikan pêk tê, komên mirovan û berjewendiyên wan diparêze. Fikir an jî dînê Ewrûpayê yê li gelemperiya dinyayê fermî bûye, êdî îdeolojiyek e. Weke şaristanî neçar e ku tebeqeya xwe ya jor biparêze, ebedî û serwer bike. Ji bo şaş neyê fêhmkirin ez dibêjim ez van rexneyan ne tenê li mirovên Ewrûpî dikim; li xwe, li herêma xwe, dinya min jî di navê de li tevahiya mirovatiya hatiye fetihkirin, dikim.
Îdeolojiya Rohnîbûnê çima evqasî bi tesîr e? Ev pirseke li cih e. Weke dînekî kozmopolît ê herî pêşketî ye. Bang li tevahiya mensûbên dînên beriya xwe dike. Neteweyî ye; weha kirine ku mirov nikaribe li neteweyîbûnek, civakîbûneke ne perestê dewleta netewe be, bifikire. Di rewşa dînekî herî qels de ye. Ji lewra qebûlkirina wî bi qasî dînên berê zehmet nîne. Xwe bi zanistiyê timî xwedî dike. Şêweyê jiyana maddî bi awayekî kiriye rîtueleke dînî. Amûrên çanda manewî di serî de organên medyayê timî propagandaya wê dikin. Jiyana ekonomîk û siyasî bi temamî di kontrolê de ne. Globalbûyî ye.
Haya min ji min heye ku ez wexta rewşê bi îfadeyên giştî tînim ziman, ez pêjna dinyayeke mirov nikaribe ji nav derkeve diafirînim. Ez divê yekser bibêjim, şaristaniyeke bi vî rengî xwe pêşkêş dike, dişibe dema dawî ya Împaratoriya Romayê ku baweriya wê bi wê nemabû. Herçiqasî bi heybet û bi hêz xuya bike jî bi tevahî pirraniyên di nava civaka hilweşandî de û hawîrdora bi ekolojiyê xwe diparêze, ji mêj ve li dijî wê di nava têkoşînê ne de ne. Bi qasî împaratorbûyîna şaristaniyê konfederasyonbûyîna demokrasiyê jî dewam dike.
(SIBE DEWAM DIKE)