Çalakiya mertalên zindî ku bi pêşengtiya ciwanên welatparêz û jinên ciwanê tekoşer yên Başûrê Kurdistanê ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk hatiye li darxistin di roja xwe ya 13 mîn de berdewame.
NAVENDA NÛÇEYAN – Çalakiya mertalên zindî ku di çarçoveya qonaxa duyemîn ya hemleya SERÎ HILDE de dest pêkir serdan û pişgiriya wê berdewame.
Şevê din bi dehan şêniyên gundên Suredê, Balayan, Naw Deştê û Pirdeşalê destek dan Mertalên Zindî û bi wan re meşek bi meşale li darxist.
Meş saet di 21.00’an de li gundê Pirdeşalê hat li darxistin û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.
Piştî meşê li ser navê Tevgera Jinên Ciwan Lana Qendîl axaftinek kir û got: “Serî hildin û dagirkeriyê bixin binê erdê. Em ê wekî ciwanên Kurdistanê bi ruhê Avesta Xabur li dijî faşîzma dewleta Tirk liber xwe bidin. Berxwedana Qendîlê wê planên tunekirina Kurdan têk bibin. Di vê çarçoveyê de em bang li hemû beşên Kurdistanê dikin ku rabin ser piyan û li dijî nokerî, xiyanetê helwest nîşan bidin.
Çalakî bi dirûşmeya “Bimre dagirker û xiyanet” bidawî bû.
Îro jî wê ji parêzgeha Silêmaniyê komek jinên ciwanan biçin serdana Mertalên Zindî.