Dayîka girtiyê siyasî yê kurd Ramîn Husên Penahî daxwaz ji hikometa Îranê kir ku kurê wê efû bike, ji ber ku wî mirin heq nekiriye.
NAVENDA NÛÇEYAN – Girtiyê siyasî yê kurd Ramîn Husên Penahî, ku par havînê li nêzîkî bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê bi tohmeta endamtiya yek ji partiyên Rojhilatî yên dijî Îranê hatibû girtin, di dadgeheke formalîte de bi îdamê hatibû mehkûmkirin.
Heta niha çend caran Ramîn Husên Penahî birine ber dara îdamê lê ji ber nerazîbûn û helwesta derve û hundir, îdama wî hatiye paşxistin.
Dihat gotin ku piştî cejna Remezanê, ew girtiyê kurd dê were îdamkirin ji ber wê jî tirsa wê heye van rojana were îdamkirin.
Herî dawî dayîka Ramîn bi rêya medyaya civakî peyamek ji Elî Xamineyî re şandiye û daxwaz jê kiriye kurê wê efû bike.
Dayîka Ramîn di peyama xwe de wiha gotiye:
“Silav birêz Xamineyî,
Ramînê min ti kes nekuştiye, xwîn li difina kesî nerijandiye, ti kesî jî gilî lê nekiriye. Wî îdam heq nekiriye, ez ji te edaletê dixwazim.”