Li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî wesayîta leşkerî çalakiyeke bi roketan pêk hat. Hate ragihandin ku di çalakiyê de herî kêm 2 leşker mirine.
NAVENDA NÛÇEYAN – Di çalakiyê de wesayîta leşkerî bû hedef û çalakî li herêma Girê Harkabirim a gundê Ûzûndere ya navçeya Çêlê pêk hat. Hate ragihandin ku di çalakiyê de leşkerek jî birîndar bûye.
Têkildarî çalakiyê agahiyên berfireh bidest neketin, HPG’ê têkildarî çalakiyê hê ti daxuyanî nedaye.