TAJÊ têkildarê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan daxuyanî da. Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku divê ji bo demokrasî û azadiyê Rêber Ocalan serbest bê berdan.
NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) têkildarê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li Şengalê daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê Endama Rêveberiya Mamosteyan a Şengalê Sebîha Sebrî ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ne hiqûqî ye û divê serbest bê berdan.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Rêber Ocalan ji mafên xwe yên rewa bêpar tê hiştin û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî jî li dijî vê yekê bêdeng dimînin.
Her wiha hat gotin ku bêdengiya rêxistinên mafên mirovan jî sûcê mirovatiyê ye û divê ev bêdengî jî demildest bi dawî bibe.
Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.