Ciwanên Rojavayê Kurdistanê bi hemî pêkhateyên xwe ku ji hemî herêmên Rojava berê xwe dabûn bajarê Dêrikê ji bo meşa dirêj ku li dijî dagirkeriyê derdikeve û ber bi sinorê Sêmalka ve diçe.
DÊRIKÊ – Ciwanên Rojava ku li navenda ciwanan ya bajarê Dêrikê kom bibûn di van kêliyan de ji navendê derdikevin û bi erebeyan ber bi gundê Xana Serê ya girêdayî bajarê Dêrikê ve diçin.
Piştî ku ciwan bighêjin Xana Serê û bi meşê berê xwe bidin sînorê Sêmalka wê derbasî Başûrê Kurdistanê bibin.