Bi pêşengiya Eniya dijî dagirkeriya dewleta Tirk sibe gel ji seranserê Herêma Kurdistan, li hember dagirkeriya dewleta Tirk berê xwe didin Qendîl.
NAVENDA NÛÇEYAN – Gelê Başûrê Kurdistanê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk berê xwe dide Qendîlê. Wê sibe bi pêşengiya Eniya dijî dagirkeriya dewleta Tirk, bi sedan welatî ji seranserê Herêma Kurdistanê berbi Qendîlê ve bimeşin.
Dem û cihê ku welatî lê kom bibin
Silêmanî: saet 07:00’ê li ber deriyê Baxî Giştî
Hewlêr: saet 07:00’ê li ber derê Macidî Moll
Kerkûk: saet 07:00 li ber derê avahiya Tevgera Azadî
Çemçemal: saet 06:00 li ber derê Baxî Şemame
Şarezu, Helebce û Pencewîn: saet 06:00’an li aliyê pira nava bazarê
Xurmatû: saet 05:00 li ber derê avahiya Tevgera Azadî
Kelar: saet 05:30 li ber avahiya Tevgera Azadî
Ranya: saet 10:00 li gundê Qurego
Kifrî: saet 05:30 dinava bazarê de
Wê welatî ji hemû bajar û navçeyan li Ranye bigihin hev û ji wir jî bi girseyî berê xwe bidin Qendîl.