B- Daneyên Dibêjin Kapîtalîzm Ekonomî Nîne
NAVENDA NÛÇEYAN – Dane û agahiyên li ber destê me têra xwe balkêş in, ne bi tenê dibêjin kapîtalîzm ekonomî nîne, her weha ya herî xeternak dibêjin; kapîtalîzm dijberê ekonomiyê ye.
1- Krîzên ekonomîk. Koma rahib a ‘pozîtîvîst-zanistkar’ ku hewl dide ispat bike kapîtalîzm sîstemeke ekonomiyê ye, li pirsgirêka krîzan jî çewt serwext dibe û dike. Mirov krîzên ekonomîk tenê dikare bi awayekî rave bike. Ew jî di nasnameya dijminê sondxwarî yê ekonomiyê û dijberê wê de ye. Hinek caran tê gotin; ji ber hilberîna zêde krîz çêdibin. Li aliyekî dinyayê mirov ê ji birçîna bimirin, li aliyê din jî wê hilberîna zêde hebe! Dijberiya kapîtalîzmê ya ekonomiyê herî zêde di van rewşên bi zanebûn çêkirî de, ispat dibe. Sedem gelekî eşkere ye: kara yekdestdariyê. Ji ya ku hema bêje belaş hildiberîne, para ku ji hêzên kedkar re hiştî, dema têra kirînê nake, xwedêgiravî pêsîrtengî çêdibe. Ya rastî, çêdikin. Di vê rewşê de kîjan rahibê sexte, ya rastî kîjan qaşo ekonomîst di hewarê de tê? John Maynard Keynes! Çi dibêje? Dewlet bila lêçûnan zêde bike. Çawa? Hêza kedkaran a kirînê zêde bike! Krêtiya lîstikê bi tevahî çawa derdikeve holê? Ji aliyekî ve tu yê bi destê xwe bêrîka wî vala bikî, ji aliyê din ve jî dîsa bi destê xwe bêrîka wî ya din tijî bikî! Eşkere, em bi têkiliyeke polîtîk re rûbirû ne. Ji bo çalakiya hêzên demokratîk li hemberî şaristaniyê were şikandin pêşî birçî dihêlin. Piştre kengî lava dikin, zikê wan têr dikin. Em bi taktîkên berê yên şer re rûbirû ne: eger tu dixwazî gelekî, bajarekî teslîm bigirî, divê pêşî tu dor lê bigirî, tu yê birçî bihêlî! Paşê di berdêla teslîmgirtinê de tu yê zikê wî têr bikî!
Ez bi sedan mînakî dikarim rûyê sexte yê teoriya krîzê ya kapîtalîzmê ispat bikim. Eger em pêsîrtengiya navdar a 1930î analîz bikin, em ê mentiqê pêsîrtengiyê bi tevahî ji hev derxin. Di vê demê de çi diqewime? Yekîtiya Sovyetê ya hegemonya Ingilîstanê qebûl nake bi awayekî mayînde û serketî dibe rejîmek û hem jî bi gefxwarina li dinya ji xwe re kapîtalîst digot. Di nava Ewrûpayê de bi şertên giran peymana teslîmiyetê li ser Elmanan û yên pêre, tê ferzkirin. Lê ew bi çepgir û rastgirên xwe li ber xwe didin. Çîn bi pêşengiya Mao serhildaneke mezin a gundiyan bi rêve dibe. Di serî de Anatolya, li dijî hegemonyadariya Ingilîz welatên mêtingeh û nîv-mêtingeh li gelemperiya dinyayê bi têkoşînên rizgariya neteweyî serî radikin. Bersiva hegemonyadariya dinyayê ya Ingilîz da van, di 1929-30’î de pêsîrtengiyeke bi zanebûn bû. Li aliyekî mal weke lod û gidîşan ketine ser hev, li aliyê din jî kedkar û gel ji birçîna dimirin. Dermanê Keynes ê Ingilîz her tiştî eşkere dike: bi qasî li ser piyan bimînin wê kurtêlan bidin gelan û kedkarên dinyayê. Xwedêgiravî ev polîtîkayên dewleta civakî ye. Ev ‘polîtîkayên dewleta civakî ya kapîtalîst’ encamên wê çi bûn? Civaka demokratîk a dinyayê ya bi Serhildana Sovyetê ya Cotmehê destpê kir, li hemberî hêza nû ya hegemon a şaristaniyê gav bi gav paşve hat şikandin, berevajîkirin, asîmîlekirin; di sala 1990î de sîstema Sovyetê bi polîtîkayên berê hatibûn destpêkirin ji hundir ve hat hilweşandin û bi awayekî fermî jiholêrabûna wê hat îlankirin. Di salên 1930’î de polîtîkayên Stalîn ên antî-demokratîk ango dîktatoriya wî: Çima? Ji bo ku bandora pêsîrtengiya 1929-30’î bidin aliyekî bû. Baş e, kî dan aliyekî an jî têkçû? Stalîn û klîka wî û ekonomiya Sovyetê. Dewletên rizgariya neteweyî ji naveroka xwe ya civakî ango civak û şoreşa demokratîk hatin kirin û întegreyî sîstema kapîtalîst a hegemonîk hatin kirin. Ev rewşên pêsîrtengiyê bi tevahî ji bo armanca sereke ne. Bi polîtîkayên dewletan ên bi zanebûn hebûna sîstema hegemonîk dewam kiriye û bi vî awayî xwe gihandine armanca xwe, herî kêm qonaxeke nazik li dawiyê hatiye hiştin.
2- Em krîzên tinebûn û xelayê jî dikarin di heman kategoriyê de bibînin û li ser rawestin. Bi zanebûn mal nayê hilberandin an jî li hemberî afat û nexweşiyan ji neçariya mirovan hêviyê dikin. Bi teknîk û asta îro mirovatî gihiştiyê nabe ku nexweşî û birçîbûnên girseyî bibin. Wexta ku armanc dewamkirina hebûna sîstema hegemonîk be, serî li van krîzên li hevçêkirî didin, nexweşî û afat weke sîleheke gefxwarinê têne bikaranîn. Em careke din cîhazê bi navê ‘civak û ekonomiya kapîtalîst’, têkiliya wî bi awayekî fermî bi hêzên şareza yên hegemonîk re pirr zelal şîrove dikin. Heman rêbaz e: birçî bihêle, rewşa wî ya nexweş û felaketê bi kar bîne! Bi vê jî wê karibe nîşan bide melekê xelaskar e, û heta xweda ye. Bila evd û bendên te têra xwe malavahiya te bikin!
3- Divê mirov baş fêhm bike ku kapîtalzîm ne bi tenê dijberê ekonomiyê ye, di heman demê de dijberê civakê ye jî. Ji mêj ve Rosa Luxemburg hewl dabû bi awayekî teorîk ispat bike ku nabe civak bi tevahî bibe kapîtalîst û ev yek îmkana xwe nîne. Bi ya min hewcedarî bi teoriyên hûrûkûr nîne. Eger her kes, her civak, weke karker û kapîtalîst dabeş bibe, bi armanca karê tu nikarî mal hilberînî! Ez mînakeke hêsan û besît bidim: fabriyeke sed karker lê dixebitin bifikirin. Bila karibin sed maşînî çêkin. Bila civak bi yek zêde ji sedî 1 + 100 pêk bê. (Ji ber ku civak ji kapîtalîst û karkeran pêk tê. Civaka saf kapîtalîst jêre dibêjin jî ev e. Jixwe ev şaşiya beşekî mezin a Marksîstan e.) Em sed maşînî ji destê xwe derxin ji bo em karê bikin. Sed karkerî bi heqdestê xwe maşîn kirîn. Ji patron re çi ma? ‘0’ (sifir). Bi vê analîza min a sîstemê, ‘civaka demokratîk a dijberê şaristaniyê’ ya nabe kapîtalîst, divê her tim hebe ku civaka şaristaniyê jî karibe dewam bike. Weke hêza hegemon a nû ‘şaristaniya kapîtalîst’ jî weke yên din bi dijbertiya civaka demokratîk, di dema çalakiyan de bi awayekî çavsorane bi dijminatiya civaka demokratîk dikare hebe: yan bi şer an jî bi aştiyê. Mîna di tevahiya dîroka şaristaniyê de, di dîroka şaristaniya kapîtalîst de jî bi qasî ku neyêne jimartin gelek bûyer û şer hene ku vê vegotinê piştrast bikin.
4- Bêkarî. Kapîtalîzm weke sîstem ji bo ji nirxê zêde rêjeya kara digire mezin bike timî neçar e ku artêşeke yedek a bêkaran di destê xwe de bigire. Eger tinebe jî neçar çêdike. Bêkarî pêvajoyek e ku bi zanebûn tê çêkirin. Heywan û nebatên ji rêzê jî bi kêr tên, çawa dibe ku hebûneke mîna mirov bêkêr were hiştin û bêkêr were kirin? Mînak morî bêkar dibe? Eger morî jî bêkar nabe, gelo hebûneke mîna mirov pêşketî çawa bêkar dibe? Di gerdûnê de ji têgîna bêkariyê re cih tineye. Lê weke berhemeke ji rê derketî ya mejiyê analîtîk, fena çalakiyeke herî hov a jiyana civakî, bêkariyeke lihevçêkirî tê afirandin û di rojevê de aktîv tê hiştin. Ti bûyer bi qasî ‘bêkariyê’ nikare rûyê dijmintiya dijwar a sîstema kapîtalîst li hemberî jiyana ekonomîk derxe holê. Di rejima firewnan de ku em gelekî rexne dikin, cih ji têgîna ‘koleyê bêkar’ re nîne. Çawa ku firewnê bêkar nabe, kes li koleyê bêkar jî nafikire. Koleyek her tim nirxekî xwe û karekî xwe hebûye. Bi tenê di kapîtalîzmê de bêkarî, ango dijmintiyeke yeman a ekonomiyê heye.
5- Kapîtalîzm dijminê teknîka ekonomiyê ye. Bi asta teknîk û zanista heyî, çi civakeke em jêre bibêjin ‘civaka bextewer’ çi jî em jêre bibêjin ‘civaka li bihuştê’, çi civak dibe bila bibe, hem sîstema siyasî weke şêweyê civaka demokratîk dikare hebûna xwe dewam bike, hem jî weke ekonomî dikare pirsgirêkên xwe çareser bike. Ji bo ev asta zanist û teknîkê optîmûm (şêweyê herî berdar) bersivê bide pêdiviyên mirov ‘qanûna karê’ ya sîstema kapîtalîst rê nadiyê û dibe asteng. Eger qanûna karê nebe, asta teknîk û zanista heyî, di wê kapasîteyê de ye bi ekonomiyeke li gorî pêdiviyên xwarinê yên mirov were birêkûpêkkirin, her çareseriyê wê bi hêsanî bibîne. Berevajî destûr nayê dayîn ev kapasîte were bi kar anîn; timî krîz, bêkarî û pirsgirêkên civakî zêde dikin, û bi vê dixwazin şaristaniya kapîtalîst dewam bikin. Di vê çarçoveyê de em dikarin bibêjin; kapîtalîzm ne tenê dijminê ekonomiyê ye, bi teknîk û zanista ku di asta optîmal de dikare ekonomiyê rêve bibe jî dijmintiyê dike.
6- Kapîtalîzm dijminê yek ji prensîba bingehîn a ekonomiyê exlaq û nirxên manewî ye. Mirov bi tenê dikare bi pîvanên exlaqî pêdiviyên xwe yên ekonomîk bi rêkûpêk bike. Naxwe dikarin mîna moriyan zêde bibin, wê wextê deh dinyayê din jî têra wan nakin. Eger exlaq nebe, dikare bibe ‘civaka şêran’ û wê li dawiyê heywan û dewarên bêne xwarin nemînin. Hingê ji şêr re jî dinya wê nemîne. Eger kapîtalîzm neyê bi sînorkirin û rawestandin, yan wê civakê bike ‘civaka moriyan’ (mîna rewşa Çîn û Japonyayê) bîne ber hilweşînê, yan jî wê bixe rewşa ‘civaka şêran (mînak civaka DYE). Eger her civak bibe mîna civaka DYE, Çîn û Japonyayê, eşkere ye ku wê şensê dewamkirina civaka mirov kêm bibe. Ya esasî, li vir kapîtalîzmê pîvana exlaqê kiriye qurbanê qaşo ‘ekonomiya kapîtalîst’. Wextekî bi sedema zarok zêde ne, keçik dikirin qurban. Eger hebe, bi tenê bi exlaqekî bi vî rengî, mirov dikare insên bike qurban û civakê dewam bike. Eger em li tevahiya şerên mohra kapîtalîst li ser wan, weke ‘merasîmên dînî yên qurbankirina mirovan’ binêrin, em ê hingê fêhm bikin ku em bi ‘pîvaneke ekonomiya kapîtalîst’ yan jî bêexlaqiyeke çawa re rûbirû ne. Ev bêexlaqî şaneyên sosyal ên hundirê civakê bi tenê hilnaweşîne, gefê li tevahiya jiyana zindiyan dixwe. Ma ji vê mezintir bêexlaqî û dijmintiya zindiyan dibe?
7- Kapîtalîzm dijminê jinê ye ku jin hêza sereke û afirînera ekonomiyê ye. Me di tevahiya analîza xwe de hewl da ku ispat bikin; cihê jinê di jiyana civakî û nirxê ekonomîk de li asta bilind û yekemîn e. Çawa di tevahiya dîroka şaristaniyê de jî wisa bû, di qonaxa şaristaniya kapîtalîst de rastiya‚ ‘jina ji ekonomiyê hatî kirin‘ dema herî bê rehm dibîne. Ev yek veguheriye nakokiya civakî ya herî kûr û balkêş. Pirraniya jinan bê kar hatine hiştin. Tevî ku karên malê, karên herî zehmet in, pênc quriş nirxê karê malê tineye. Dîsa zarokanîn û mezinkirin karên herî zehmet in, ne tenê qîmeta xwe nînin, her wisa weke bela têne dîtin. Hem erzan e, bêkar e, makîne ye zarokan tîne û bi hezar zehmetiyî wan mezin dike, hem jî heqdest nagire û bi ser de jî gunehkar e! Di tevahiya dîroka şaristaniyê de jin li zemînê herî jêr hatiye bicihkirin. Lê ti sîstemê bi qasî civaka kapîtalîzmê nikarîbû bi awayekî sîstematîk hêza îstîsmarê pêşde bibe. Vê carê jin ne bi tenê di zemînê jêr de li tevahiya qatan objeya newekhevî, neazadî û nedemokrasiyê ye! Ya hînê xeternak ew e ku bi awayekî bi ti dema dîrokê re qiyasa wê nebe, bi dijwarî û şîddeteke nedîtî desthilatdariya civaka cinsiyetperest, heta bi organên mahrem ên mirov daxistiye, zêde kiriye, jin kiriye îndustriyeke seksê, êşkence li tevahiya tebeqeyên civakê belav kiriye û ‘civaka serwer a mêr’ di dema şaristaniya kapîtalîst de mezin kiriye, mîna ku ji ‘ekonomostanê’ ji kirdara afirîner a ekonomiyê tolê hilîne, dijmintiya xwe ya jin û ekonomiyê li her dever û mekanî ispat dike!
8- Kapîtalîzm li asta herî jor di qonaxa dawî ya globalbûna ekonomiyê de bi lîstikên pere-kaxizan ên mîna ‘borsa, sened û faîzê’ yên xistine piyaseyê, dijmintiya xwe û bêeleqitiya xwe ya bi ekonomiya rastî re, fena ku di çavê tevahiya civakê re rake, piştrast dike. Di ti dema dîrokê de ekonomî ev çend bi lîstikên kaxizan veneguherîbû sîstemeke feraziyeyê. Ekonomî weke şaneya herî nazik a civakê hatiye qebûlkirin û timî pîroz hatiye pejirandin. Jixwe peyva pîroz-qûtsî heta dema civaka Sumeran diçe û têkiliya xwe bi gotina ‘qût’ re heye. Pirsgirêka qût weke pirsgirêkeke pêştirîn hatiye dîtin û her hewl dane wê çareser bikin. Di tevahiya dînan de tefsîreke ekonomîk heye ku mirovan ewle bikin. Cejn û roşan weke demên bi bereket an jî derketina ji krîzan têne bîranîn. Weke K. Marks jî bi awayekî mafdar gotiye, ekonomî ew çend girîng e ku giş xisletên bandorê li tevahiya qadên civakê bike, îfade dike. Lê dikin ku wê ji qada mejiyê analîtîk û hisî derxînin, bi lîstikên pere-kaxizan ve girê didin, dikin qadeke ji jiyana rastî qut û dihêlin ber destê mejiyê analîtîk-spekulatîf ê bêberpirsiyarî û ev yek xisleta rastî ya kapîtalîzmê nîşan dide. Bêyî kedê bide, bi lîstina buhayên sened, faîz û nirxên peran, di nava saetan de li qada global bi mîlyaran dolar (pereyê global) dest diguherîne. Mirov nikare sîstemeke ev çend li dijî ekonomiyê tesewir bike, ango transfera peran bi vî rengî dijberiya ekonomiyê ye. Di demekê de ku nîviyê mirovatiyê li sînorê xizanî û birçîbûnê ye, ev têne kirin. Ji vê qonaxa dawî ya kapîtalîzmê re serdema fînansê jî tê gotin. Wexta mirov vî rûyê wê jî dibîne, mirov dikare bi hêsanî bibêje ku çiqas sîstemeke bêkêr e, hewce nake, li derveyî ekonomiyê ye û dijminane ye. Jixwe ev jî têra xwe tê dîtin.
9- Kapîtalîzmê dest avêtiye du qadên bingehîn ên ekonomiyê qadên hilberandin û serfkarî, bi vî awayî pêdiviyên rastî yên civakan mîna xwarin, lixwekirin, cihûwar û gerê bi polîtîkayên hîç eleqeya xwe nîne tenê ji bo kara xwe maksîmîze bike dimeşîne û weke me berê gotî bi krîzên lihevçêkirî yên hilberandin û serfkariyê rastiya van herdu qadan ji binî ve xira dike. Keda mirovatiyê li hin qadan tê dayîn ku ti têkiliya xwe bi hilberandin û serfkariyê re tineye yan jî weke hewcedarî lezgîn û pêştir nînin. Berevajî, gelek ji van ji mirovatiyê re bi tehlûke ne. Eger mirov ji van çend mînakan bide, em ê pêşî behsa sîlehên nukleerî bikin ku gihiştine asteke gelekî bi tehlûke, razandina sermayê ya çavkaniyên enerjiyên karbonê derdixînin ku ji ber kara zêde hawîrdorê dibin felaketê, cotkariya genetîka wê hatiye guhertin, teknolojiya fezayê, razandina sermayê ji bo çûnûhatina deryayî, bejahî û hewayî tevî ku gelekî buha ne, herweha rê li ber qirêjbûnê vedikin, ji ber dînîtiya modeyê sermaye tê razandin û ji heman malî bi sedan versiyonên wî bê hed û hesab têne hilberandin, mirov wisa dikare gelek mînakan bide. Li aliyekî, li qadên bêkêr û dînîtî ne, komên mezin ên alavan ji ber tinebûna pereyan nayên kirîn û di cihê xwe de dirizin, li aliyê din, komên mirovan ên nikarin bikirin ji birçîbûn û nexweşiyê dişkên. Artêşên bêkartiyê! Şêweyê ekonomîk ê jêre dibêjin kapîtalîzm, xirabî û dijminatiya ti şer û felaketa xwezayî di dîrokê nekirî, bi civakên mirovan kir. Hem jî dema ev kir pê li rehên ekonomiyê yên can didin wê kir, ew tengav kirin, qetandin û rehên li hevçêkirî pêve kirin.
Me der barê kapîtalîzmê de ku qonaxeke şaristaniyê ye, neh sernav jimartin. Bêguman ji bo van sernavan bi cildan analîzên piştrastkirinê hewce dikin. Ji ber ku ya ez hewl didim bikim, di asta parêznameyê de diyarkirina tezê ye, min vegotineke bi vî awayî kin tercîh kir. Di beşa dawî de û li bin du sernavên ji niha û pêde ez ê hewl bidim mijarê ji hin aliyên din ve rave bikim û ji hev derxînim.
(SIBE DEWAM DIKE)