Ji gelek navçe û bajarên Başûrê Kurdistanê bi sedan welatiyan ji bo nerazîbûna dijî dagirkeriya dewleta Tirk berê xwe dane Qendîl.
NAVENDA NÛÇEYAN – Îro saet 07:00’an de bi sedan welatî ji navçe û bajarên Başûrê Kurdistanê bi armanca nerazîbûn û şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk bere xwe dane Qendîl.
Li bajarê Silêmanî bi sedan welatî, jin, ciwan û pêkhateyên cûda li ber Baxê Giştî kom bûn û ber bi Qendîl bi rê ketin.
Biryare piştî karwanê welatiyan gihan navçeya Ranya li vir hemû bibin yek û bi hev re bere xwe bidin Qendîl.
Hêjaye gotinê ku di 8’ê Hezîranê de bi heman armancê ciwanên Başûr ber bi Qendîl ve meşiyan û li vir dest bi çalakiya mertalên zindî kirin. Çalakiya ciwanan berdewam dike.