Bi Armanca şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê û êrîşên li ser Qendîlê ciwanên Rojava û Bakurê Sûriyê berê xwe dan deriyê sînor yê Sêmalka û piştre derbasî Başûr bibin û berê xwe bidin herêmên ku dewleta Tirk dixwaze dagir bike.
DÊRIKÊ – Meşa ciwanan ku di roja xwe ya duyemîn de ye di van kêliyan de gihişte deriyê sînor yê sêmalka.
Nûçegihanê me ku meşê dişopîne ragihand ku ciwan anha navberk didin û di vê navberê de Kordînasyona Ciwanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê diçin milê Başûr ji deriyê sînor û bi rêveberiya wê re hevdîtin dikin ku derbasî Başûr bibin û meşa xwe dewam bikin.
Hêjaye gotinê ku ciwan ji tevahî herêmên Rojava her wiha ji Reqa û Minbicê jî tevlî meşê bûne ku hejmara ciwanan zêdetirî 2000 ciwanen.