Piştî ku meşa ciwanan gihişte deriyê sînor yê Sêmalka Kordînasyona Ciwanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê çûn gel rêveberiya deriyê sînor ya milê Başûrê Kurdistanê û hevdîtin kirin ku ciwan bikaribin derbasî Başûr bibin û meşa xwe ber bi Qendîlê dewam bikin.
DÊRIKÊ – Lê rêveberiya deriyê sînor rê nedan ciwanan ku derbast bibin û helwesta xwe li hember dagirkeriya li ser xaka Başûrê Kurdistanê diyar bikin.
Ciwan hewl didin ku derbast bibin lê hêzên herêma Başûr rê nadin û hêza xwe li wir zêde kiriye.
Nûçegihanê me ku meşê dişopîne got alozî di navbera ciwan û hêzên girêdayî herêma Başûr derket û hîn ber dewame.
Ciwan dê li ser vê yekê daxuyanî bidin.