Ciwanên Rojava û Bakurê Sûriyê ji bo ku li hember dagirkeriya dewleta Tirl li ser Başûrê Kurdistanê her wiha êrîşên ku li ser Qendîlê têne kirin helwesta xwe bidin diyar kirin meşeke dirêj li darxistin.
DÊRIKÊ – Ciwanên herêma Cizîrê û herêma Firatê her wiha ciwanên Reqa û Dêra Zorê ku li gundê Xana Serê yê Dêrikê gihiştin hev û meşa xwe ya ber bi deriye sînorê Sêmalka ku di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de ye û bi mebesta ku derbasî Başûr bibin û bere xwe bidin Qendîlê li hember dagirkeriyê bisekinin dewam kirin.
Meşa ciwanan ku duh di saetên piştî nîvro de destpêkir êvarî li gundê Mêrga Mîra ku girêdayî bajarê Dêrikê ye rawestiya.
Îro di seat 6:30’ê sibehê de ciwanan dest bi meşa xwe di roja duyemîn de kir. ciwan di seatên nîvro de gihiştin deriye sînor yê sêmalka.
Piştî ku meş gihişte deriye sînor Kordînasyona Ciwanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê xwest rayedarên Başûrê Kurdistanê bibine ku derfet bide ku ciwan derbasî Başûr bibin û li hember dagirkeriya dewleta Tirk ku li ser xaka Başûr tê kirin her wiha êrîşên li ser Qendîlê tene kirin bisekinin, lê rayedarên Başûrê Kurdistanê hevdîtin bi kordînasyona ciwanan re nekir û ew red kirin û rê nedan ciwanan ku derbast bibin. Ev yek bû sedema ku alozî di navbera ciwanan û hêzên girêdayî herêma Başûr derkeva. Hêzên girêdayî herêma Başûr hebûna xwe li ser sînor zêda kir û li hember ciwanan sekinî.
Piştî ku meşa ciwanan ji aliyê hêzên girêdayî herêma Başûr hate astengkirin ciwanan bi daxuyaniyekê ev yek şermezarkir.
Jiber astengiyan ciwan mecbûr man meşa xwe ya ku ji bo dagirkeriya li ser Başûr û êrîşên li ser Qendîlê hatibû li darxistin bi dawî bikin.
Hêjaye bi bîrxistinê ku dewleta Tirk ya dagirker ev demeke êrîşî xaka Başûrê Kurdstanê dike û li hember vê yekê hikometa herêma Başûr tu helwest ne daye diyarkirin ku li hember van êrîşan bisekine û van êrîşan rewa dibîne.