C- Kapîtalîzm di nava rastiya civakî û şaristaniyê de li ku û çi demê cih digire?
Hingê ev sîstema hem ekonomî nîne û hem jî dijberiya wê ya ekonomiyê eşkere ye, em çawa dikarin bi awayekî serketî û hosteyî maneyê bidinê û şîrove bikin, di nava rastiya civakî û şaristaniyê de li ku û çi demê bi cih bikin?
Ji bo mirov der barê kapîtalîzmê de bigihîje encameke manedar divê mirov di tevahiya dîroka şaristaniyê de binêre hêz û sîstemên şaristaniyê çalakî û şerên di nav û navbera xwe de; li aliyê din li çalakî û şerên bi hêzên dijberê şaristaniyê re binêre. Bi vî awayî mirov dikare bigihîje encameke manedar.
Haya min ji min heye ku ez gelek caran mijarê destnîşan dikim û gelek caran dubare dikim. Li min negirin, ez ê lêborîna xwe bixwazim û careke din tûra me ya balkêş û zêhn vedike bi xetên stûr û bi awayekî yekpare neçar pêşkêş bikim.
1- Serdema Komin a Destpêkê (Ji mirovê destpêkê heta dawiya serdema qeşayî ya çaremîn, heta 20.000 sal berê): Di pergala dayikê ya komin a destpêkê de hîmê çanda ekonomiyê tê danîn. Qût û zadê bi pincar berhevkirinê û nêçîrê têne bidestxistin yekser têne bikaranîn û ji çerm û rehikên wan sûd tê wergirtin. Bi giranî jin-dayik otorîteya plansaziyê ya klanê ye. Bi awayekî mirov dikare jêre bibêje hegemona dayik a pêşî ye. Nakokî û têkiliya dayika civaka klanê di nava şert û mercên xwezayê de ji kesên bibin sedema rîskê xwe diparêze, ji kesên derfetê kêrhatin û xwedîkirinê didin sûd werdigire. Di van şert û mercan de nasnameya klanê ji bo kesan man û nemane. Têgîna zilam-pîrektiyê çênebûye. Diya dizê tê naskirin, lê partner, ango mêrê pêre di têkiliyê de ye, bi qasî neyê naskirin pirnisî û bintûte ye. Civaka mirov heta niha ji sedî 98.5 jiyana xwe bi vî awayî dewam kiriye. Şêweyê herî demdirêj ê civakê ye. Ji ber ku di vê dem û dewranê de kevir têne verotin û niqirandin, û weke amûran têne bi karanîn, ji vê dewranê re dema verotina kevir (the Paleolithic Age) jî tê gotin. Ji aliyê sosyolojîk ve jêre ‘pergala komin a detstpêkê’ tê gotin. Zimanê îşaretan tê bi karanîn. Li keviyên gol û çeman, li şikeft û holikên li ser qazoxan hatine çêkirin dihewin. Tê texmînkirin ku bi qasî du mîlyon salan bi tenê li Efrîkayê, ji mîlyonek salê û vir ve jî li parzemîna Asya û Ewrûpayê bi vî awayî jiyane. Têgîna welat, sînor û milk hînê çênebûye. Aîdiyet li gorî klanê ye. Ji ber ku klan jî sembol e, bi objeyek an jî totemekê nayê temsîlkirin. Herçiqasî di nava xwe de hin qonaxan bibihure û asta wan a pêşketinê kêm zêde hebe jî mirovatî bi vî şêweyê pergalê gav diavêje dawiya dema qeşayê ya çaremîn.
2- Serdema Neolîtîkê (B.Z. 15000-4000):
Piştî bidawîbûna dema qeşayê ya çaremîn, li gorî texmînan bi qasî 17 hezar sal berê piştî dema mezolîtîk (dema kevir a navîn) cara pêşî li ser milê sereke li qûntara sîstema çiyayê Toros-Zagrosê kevirên baş hatine verotin û obsidyen hatiye bi karanîn, ji vê demê re neolîtîk (dema kevir a nû) tê gotin, lê ya rastî ev qonax şoreşa cotkarî û gund îfade dike û qonaxeke gelekî dîrokî ye ku gav tê avêtinê. Li gorî belgeyên arkeolojîk ev civak 10 hezar sal berê hebûna wê tê ispatkirin û li qûntara çiyayê Toros-Zagrosê ji nebat û heywanên kêrhatî sûdê werdigire û dikare gaveke mezin biavêje. Derfet û îmkanên xwe xwedîkirinê zêde dibin. Tevn têne danîn. Ji şikeftan derbasî gundan dibin. Nebat û heywan di çarçoveya çanda gundan de têne kedîkirin. Li derdora 6000 sal B.Z. gîzik û dîzik têne çêkirin. Nexasim ji keviyên çiyayên Rojhilatê Derya Spî heta Zagrosan li herêma mîna kevanekê, gav tê avêtinî dema çandeke gelekî bi têkiliyên xurt û di nav hev de ye. Ji vê çandê re çanda Til Xelef jî tê gotin.
Qada sereke Mezopotamya Jor e. Civak gelek amûrên hilberandinê û vedîtinên nû peyda dike. Bi awayekî mirov dikare bibêje dema neolîtîkê di dema xwe ya îndustriyê de ye. Di nava vê çandê de jin-dayik derdikeve mertebeya dayik-xwedawendê. Bi îhtîmaleke mezin rola wê ya di avakirina civaka nû de diyarker e. Nîzama dayikê pirr baş mohra xwe li civaka klan dide. Nakokiya wê bi zilam re hino hino destpê dike. Zimanê sembolan tê bikaranîn. Komên çermreş ên bi navê Semîtîk ji başûr di ser xeta sereke re êdî weke berê bi hêsanî nikarin koçî Asya û Ewrûpayê bikin. Heye ku di pêkhatina çanda Semîtîk de vê sedemê bandoreke girîng kiribe. Komên em dikarin ji wan re çermsor û çermzer bibêjin ji bakur nikarin bi hêsanî derbasî herêmê bibin. Milek texmînî di salên 12000-7000 B.Z. di tengava Beringeyê re derbasî parzemîna Emerîkayê bûye, yên din jî zêdetir li Çîn, Asya Navîn û Rojhilatê Ewrûpayê kom dibin. Koma Hind-Ewrûpî ya çermspî ku li qada navîn e, ji ber şert û mercên bahewa û xwedîkirinê bi rola hegemonîk a sereke radibe. Nexasim koma li Kevana Bi Bereket komeke hegemon e. Demeke dirêj heta qonaxa şaristaniyê wê vî sifetê xwe biparêze.
Çanda Kevana Bi Bereket a di dîrokê de cara pêşî mayînde bû, li derdora 6000 salî B.Z. derbasî Mezopotamya Jêr, di salên 5000’î de newala Misr-Nîlê, Balkanan, Îran û stepên Bakurê Derya Reş, di salên 4000’î de bar dike tevahiya Ewrûpa û Çînê. Herçend behsa neolîtîkeke Çînê ya bi hêzên hundir tê kirin jî li gorî texmîna min neolîtîka Çînê bi giranî xwe dispêre çanda ji derve hatiye. Bikaranîna dewar û obsidyenê3 vê tezê bi hêz dikin. Bêguman wexta behsa demên dirêj were kirin, her herêmeke sereke şensê xwe heye ku neolîtîka xwe pêşde bibe. Lê bi tevahî nîşane, îşaret bi Kevana Bi Bereket dikin. Di vê belavbûnê de mêtingerî û dagirkerî mewzûbehs nîne. Berfirehbûna qadên vala cih nade têkiliyên bi vî rengî. Bi giştî di warê agahiyên civaknasî û fikrên dîroknasiyê de rastiyek e ku li Kevana Bi Bereket tevgera pêşî ya global a mezin a li dinyayê şopên mayînde hiştin û bandora wê hê jî dewam dike.
3- Serdema Şaristaniya Sumer (B.Z. 4000-2000):
Di salên 5500’î B.Z. de li Mezopotamya Jêr çanda jêre El Ubeyd tê gotin heye. Ev çanda behsa wê tê kirin, tê texmînkirin ku heta salên 3800’î B.Z. dewam dike. Tevî ku çanda li vir xwe dispêre çanda li Kevana Bi Bereket, nexasim jî ya Til Xelef, çi di derbasbûna civaka bavikî de û çi jî di teknîka çêkirina dîzik û gîzikan de jî pêşketina wan, bi qîmetbûna bazirganiyê, seferên pêşî yên dagirkeriyê û destpêkirina serdema koloniyan, dihêle ev çand û dem ji aliyê dîrokî ve girîng bibe. Mirov dikare jêre çanda proto-Ûrûk jî bibêje. Nemaze bi sedema ku tê maneya pêş şaristaniyê û derketina civaka bavikî girîng e. Çanda dayik-xwedawendê qîmeta xwe wenda dike. Jin neçar tê hiştin ku serdestiya vebirrî ya mêr qebûl bike. Rêveberiya hiyerarşîk gelekî pêş dikeve. Avahiya sêalî ya rêveberiya şaristaniya ji rêûresmê weke pêşnûme di vê çandê de cara pêşî bi awayekî bi tesîr xwe îlan dike. Di vê demê de rahibê ku bi awayekî Şaman e, rêveberê civakê yê xwedî ezmûn Şêx û xwediyê hêza fizîkî, şefê eskerî reprepa dengê lingên wan ên êdî bi hêz tê. Li çanda dîn, polîtîka û eskerî ya Rojhilata Naverast şopên xurt ên vê demê hene.
Ev çandek e ku xwe ispat kiriye. Di salên 4500’î B.Z. de bandora xwe li Mezopotamya Jor nîşan dide. Çanda Til Xelef dike kontrola xwe. Bi şêweyekî dike kolonî. Belgeyên arkeolojîk piştrast dikin ku koloniyên pêşî di salên 4000’î B.Z. de heta bi Meletî û Elezîza îro belav dibin. Xanedantî, çanda em jêre malbata berfireh dibêjin jî belav dike. Di çanda berê de ev hêman tinene. Mirov şopên wê yên texrîbker dibîne. Kavilê hin gundên hatine şewitandin, li dagirkerî û hilweşandineke bi zanebûn şahidiyê dikin. Çanda bazirganiyê êdî misoger dibe. Di dîrokê de belkî jî hegemonyadariya ciddî ya pêşî bi vê çandê re pêk tê.
Weke rêûresmekê, ji dema 4000-3000 B.Z. re dema çanda Ûrûkê tê gotin. Çanda Ûrûkê li ser şopên çanda El Ubeydê pêş dikeve. Bi awayekî ji wê cihê, dewleta pêşî ya bajêr û çînî, ango şaristaniyê, û dîroka nivîskî dide destpêkirin. Bêguman veguherandina çanda bavik a çanda şaristaniya pêşî, ji aliyê dîrokî ve gelekî girîng e. Di vê de rewşa bahewayê ya avdaniya bi destan ferz dike, xwedî roleke bingehîn e. Ji bo avdaniyeke bi vî rengî hewcedarî bi hejmareke zêde ya mirovan heye. Her weha amûrên avdaniyê jî şertên pêş ên bajarbûnê ne. Bi carekê xebitandina hejmareke mezin a mirovan di heman demê de pirsgirêka debarê ye, hewcedariya amûrên avdaniyê jî bi pîşesaziyê çêdibe. Di rewşek bi vî rengî de jî hewcedarî bi cihûwarekî bi qasî bajêr mezin dibe. Ev yek jî rêveberiya bajêr û çareserkirina pirsgirêkên meşrûiyeta rêveberiyê ferz dike. Ji aliyê din ve, êrişên qebîleyên talanker ji mêj ve destpêkirine û xweparastina ji wan hewce dike. Wexta ev hemû dibin yek, sêbendiyeke temam a rahib + qralê rêveber + fermandarê eskerî derdikeve holê. Destana Gilgamêş a ji bo qralê pêşî yê Ûrûkê hatiye nivîsandin, vê bûyera dîrokî bi tesîr û bi awayekî balkêş nîşan dide.
Bajar bi xwe binesaziyek e ku zorê dide mentiqê pêşketinê. Rê li ber gelek pirsgirêkan vedike. Pirsgirêk mentiq dixebitînin, ango difikirînin, fikir jî amûrên nû yên hilberandinê pêşde dibe. Piştre jî rêveberiya ekonomiyê pêşde diçe, ew jî bi xwe re rêveberiya eskerî û polîtîk dimeşîne. Pêşketina çînayetiyê jî mirov dikare zêdetir weke berhemekî bajêr bihesibîne. Bajar civakeke ji komên qebîle û xanedanan bihuriye. Her weha rêveberiyên bavik û hiyerarşîk li gorî xwezaya xwe ya nakok, mirov dikare texmîn bike ku hejmareke zêde şêniyan di bunya xwe de ranagire. Li bajaran mirov bi nanozikê be jî dikare debara xwe bike, ji lewra jî cihekî balkêş e. Ji ber sedemên cûrbicûr kesên ji eşîr û xanedanan qutbûyî wê di bin rêveberiya bajêr de beşê xebatkar û rêveberan pêk bînin, êdî dema çêbûna çîn û tebeqeyê hatiye. Têkiliyeke civakî ango çînayetî, di çanda Ûrûkê de, hêmanekî girîng e. Weke encama tevahiya van têkiliyên li bajêr dewlet ava dibe.
Rêveberiya bajêr, ne derfetê dide rêveberiya qebîleyê, ne jî dide ya xanedaniyê. Rêveberiya bajêr ji têkiliyên xizmtiyê wêdetir rêveberiyeke profesyonel e. Dîsa ji bo rewakirinê jî hewcedariyê bi baweriyê dibîne. Ji bo vê jî ya di hewarê de tê, yê cara pêşî pêşnûmeya dewletê bi gewde kir rahib e, û bi awayekî makêta pêşî ya bajêr perestgeh e. Ji bo diyardeyên weke bajar, dewlet û çînayetî ji aliyê îdeolojîk ve di warê zêhnî de bêne bisazîkirin pêdivî bi karekî mîtolojîk û dînî heye. Bêguman ev kar jî yê rahib e. Bandora çanda maddî li ser çanda manewî di çanda Ûrûkê de balkêş e. Berevajiyê wê jî bi tesîr e. Û heta mirov dikare bibêje; çanda maddî ya pirr zêde di bin tesîra çanda manewî de bi qasî bê îmkan be, zehmet e, were fêhmkirin. Bi rêya avakirineke mezin a îdeolojîk, kiriye ku neyê dîtin. Bi hezaran sala vê avakirinê dewam kiriye û ji aliyê naverok û ziman ve di zêhnan de wer bi cih kiriye ku şertên maddî nayên dîtin. Ev karekî sereke yê îdeolojiya dewleta nû ye. Di civaka Sumer de ev fonksiyon xwe bi awayekî balkêş eşkere dike. Dewlet weke saziyeke xwedayî tê binavkirin, çîna xebatkar jî weke evdên wî yên hatine afirandin têne nîşandan. Navbeynkarê di nava dewlet û rêveberan de diçe û tê jî bi têgîna ‘melek’ bi gewde dibe. Otorîteya herî mezin a rêveberiyê weke xwedayê sereke tê nîşandan, alîkarên wî jî weke xweda di dereceya duyemîn de panteon ango rêveberiya dewletê ya asta jor û nîzama civînê îfade dikin. Nifşê xwedawendan ê berê xwe weke nifşê berî bajêr û pêjna jinê, hînê bi bîr dixin. Bi tevahî têkiliyên civakî bi zimanekî nîv-mîtolojîk û nîv-dînî têne wergerandin, di nava dinyayeke cihê ya metafizîk de, di nava şênî û koman de cihê xwe yê rewa digirin. Bajar-dewlet-çîn weke îdeolojî ji nû ve têne afirandin.
Ji nû ve afirandin bi îdeolojiyê, weke çandeke manewî ya gelekî kêrhatî wê bibe şîroveya her cure pêşketina maddî û heta ya xwezayê. Di çarçoveya vê de, nexasim weke zimanê esasî yê vê îfade bike, wê maneyên nû bêne çêkirin, mirovan bi van bidin bawerkirin û wê jiyanê di nava vê cîhana rewa de pîroz bikin û bijîn. Li hemberî jinûvebûyînê, pirsa gelo jinûvebûyîna maddî heye yan tineye, li ber van bûyeran hema hema wê maneya xwe wenda bike, were dîtin jî wê bi awayekî din bê formulekirin. Şoreşa Ûrûkê bi qasî şoreşa cotkariyê, şoreşeke bajêr a pêşî û girîng e. Jêder û çavkaniya şaxê çemê mezin e. Çavkaniyên din ên paşê tevlî dibin rûbarok û golên piçûk in, ew jî bi saya çemê mezin û sereke dikarin biherikin, bilivin. Rast e, li Çînê jî şoreşeke bajêr heye. Li Emerîkaya Navîn jî heye. Lê ew weke çemekî mezin û sereke neherikî ne, li cihê jê derketine miçiqîne, yan jî çandeke mehellî ne ku mîna goleke sekan destûr didin kêm kesan ji wan sûdê bigirin. Ji bo bibe şaristanî, bibe çemê mezin û sereke, yan jî tevlîbûna wî divê weke şertê pêş were fêhmkirin. Şaristaniyên saf û xwerû tinene. jixwe li pişt çanda Ûrûkê mîraseke deh hezar salî ya neolîtîkê heye. Ango bi zembîlê ji ezmên nehatiye xwarê. Ji vê çanda nû re şaristanî ango medeniyet jî tê gotin. Mirov dikare weke bajarîtiyê jî tercume bike û ev jî rast e. Wexta em pêkhatina wê ya maddî û manewî, û xuyabûna wê li deverên din bi vî awayî bi nav bikin, ya rastî em bi awayekî, bi tevahî şaristaniyê bi nav dikin.
Çanda Ûrûkê li gorî rengê xwe yê pêkhatinê belav dibe. Li bajaran berhem zêde dibin û ev yek jî bajar zêde dike. Ji ber ku şêniyên bajaran gelekî zêde dibin, li pey hev bajarên cîran ava dibin. Çanda gund a li Kevana Bi Bereket jî bi vî awayî zêde dibe û xelek bi xelek zincîrwarî rê li ber avabûna gundan vedike. Gundên weke nifşên pêşî li Newala Çorê li Ûrfa-Swêregê li keviyên Firatê, li Çayonu li Amed-Erxaniyê li ser milekî Dîcleyê, ji wir jî Çemê Hallanê li nêzî Çemê Batmanê ye, bi vî awayî rêzek gund heta jêr Kerkûkê ji salên 10 hezarî B.Z. ve têne avakirin. Bûyera em jêre dibêjin kulîlkvekirina çandan, ev e. Çanda Ûrûkê jî di rêyeke bi heman rengî de meşiyaye. Bajarên zêdebûne rê li ber reqabeta zêde dibe vekirine. Ji ber ku bajar di heman demê de bazar e, çanda nû jî hêmana reqabetê bi xwe re hildigire. Bazirganî ji niha ve bûye pîşeyekî qîmet pê tê dayîn. Ji bo cotkarî û çûnûhatinê pîşeyekî îndustriyê peyde bûye jî. Pevçûna di nava bajaran de bi awayekî xwezayî pirsgirêka hegemonyayê dixe rojevê. Ji bajarê dewlet gavavêtina ber bi împaratoriya destpêkê ve, wê xwe ferz bike. Di vê rewşê de bajarên heyî wê ji aliyê heman kes an jî xanedanî ve were rêvebirin. Hewcedariya Ûrûkê ya bi bazirganiyê wê qada neolîtîkê pirr zû bixe pêvajoya şaristanîbûn û kolonîbûnê. Gelek dane û agahiyên di dest de hene, li pey tebeqeyên koloniyê yên xwe dispêrin çanda El Ubeyd, xebatên kolonîkirin û qadên belavbûnê yên hînê berfirehtir ên Ûrûkê piştrast dikin. Nexasim li keviyên Firatê koloniyên gelekî pêşketî yên Ûrûkê hatine dîtin. Belgeyên arkeolojîk piştrast dikin ku li hemberî tevgera koloniyan a Ûrûkê ya ji salên 3500’î B.Z. ve pêşket, çanda Mezopotamya Jor a ji çanda Til Xelef ve mezinbûna xwe ranewestandibû hem li ber radibû, hem jî pêre xwediyê meyleke danûstendinê bû. Gelek girikên hatine kolan nîşan didin ku herêm bi hêzên xwe yên hundirîn ên gelekî bi hêz ji salên 3000’î B.Z. ve dest bi bajarbûnê kiriye. Dane û agahiyên her roja diçe zêdetir dibin, mirov difikirînin ku çanda bajêr çawa barkiriye Misr, Elam û Harrapayê û her weha ji herêma çavkanî jî barkiriye Mezopotamya Jêr. Nemaze di demeke nêz de erdkolana li wargeha Xirabreşkê ya li nêzî Ûrfayê agahî û daneyên dide, dikare fikrên heyî yên dîrokî biguherîne. Wargeha behsa wê tê kirin, ispat bûye ku 10.000 sal B.Z. destpê kiriye. Berî gundbûnê, li gorî dema xwe xwedî çandeke gelekî mezin e. Heye ku ev çand a perestgehan be. Kevirên tîk ên heyî maneya wan bi tevahî nehatibe analîzkirin jî vebirrî çandeke pêşkêtî îfade dikin. Lêkolînên nû yên bêne kirin, heye ku îşaret bi navendên çandî yên nû bikin.
Min cih da vê paragrafê ji bo ku ez bibêjim; li dijî belavbûna Ûrûkê bi tenê çandeke bi hêz dikare bersivê bide. Çanda li herêmê li hemberî çanda berê dest pê kiriye (texmînî salên 5000’î B.Z. çanda El Ubeyd) hem li ber xwe dide û hem jî di çanda xwe de israr dike. Û heta di tevahiya dema mezolîtîk û neolîtîk de li hemberî koçên ji başûr û bakur ref bi ref dihatin timî li ber xwe didan û ev yek jî ji mayîndebûna avahiya çanda herêmê ya heyî tê fêhmkirin.
Ev rastî, asîmîlebûna çanda Ûrûkê di nav çanda xwecihî de û ev jî hêza çanda dijber nîşan dide. Ya rastî ev pêvajoyek e ku heta îro dewam dike. Serdestiya Ûrûkê ji hêza wê ya hilberîn û şêniyan e. Dewleta Ûrûkê jî pişta xwe dida vê hêzê. Em dikarin wê mîna prototîpa pêşî ya Hollanda û Ingilîstanê bibînin.
Li gorî şîroveya min a şexsî, li hemberî belavbûna pêşî ya El Ubeyd û Ûrûkê çanda Misr, Elam (başûr-rojavayê Îran a îro) û Mezopotamya Jor bi awayekî serketî bersiv dane û çanda xwe ya bajêr afirandine. Jixwe her roja diçe gelek belge û daneyên arkeolojîk zêde dibin û piştrast dikin ku ji salên 3000’î B.Z. ve li van sê navendên dîrokî pêşketina bajaran bi lez dibe û şaxên xwe berdidin ser çemê mezin ê şaristaniyê.
Li gund û bajarên nêzî Ûrûkê çi diqewime, ev hînê girîngtir e. Em ji dîrokê dizanin ku serdema çanda Ûrûkê di salên 3000’î B.Z. de bi dawî dibe û bi Xanedaniya Ûrê ya Yekemîn demeke nû dest pê dike. Heye ku ev bûyer encama şerên zêde yên bajaran be. Jixwe ji xwendina kevalan, bûyerên bi vî rengî zelal têne fêhmkirin. Awaza ‘Şîna Nîppûrê’ û ‘Laneta Agadeyê’ der barê encama bajarên hatine xirakirin û şewitandin de ne. Çawa dişibe bûyerên îro li Bexdayê û derdora wê diqewimin! Demên I. û II. yên Ûrê digihêje heta salên 2350’î B.Z. Ji salên 2350-2150 B.Z. bi rêveberiya Sargonê navdar demeke xanedaniyê dest pê dike. Sargonê ku mirov dikare weke împaratorê pêşî jî bi nav bike, bi fort û pesnan behsa şerê xwe yê xwînrij ê li tevahiya Kevana Bi Bereket dike ango behsa hukmê împaratoriya xwe dike. Hovîtiyên mezin, weke çalakiyên şan û şerefê vedibêje. Em dikarin van bûyeran ji çavkaniyên nivîskî bişopînin. Bi belgeyan piştrast dibe ku Agade kiriye paytext û bi koka xwe Amorît e, jixwe Sumeran navê Amorît ango “zilamêngemarî, tozgirtî” li qebîleyên ji çola Erebistanê wê demê êriş dikirin, kiribû. Vê carê jî di salên 2150’î B.Z. de yên bi koka xwe ji Zagrosan bi pêşengiya Gudea (Xweda) Agadeyê bi erdê re dikin yek û xanedaniyeke nû ava dikin. Li derdora salên 2050 B.Z. ev xanedanî jî hildiweşe. Li şûna wê Xanedaniya Ûr a Sêyemîn jî bi tenê dikare sedsalekî li ser piyan bimîne. Dîrok nîşan dide ku di salên 1950’î B.Z. de serdema bi heybet a Babîlan dest pê dike. Di pevçûna bajaran de dualîteyeke balkêş derdikeve pêşberî me. Civaka sereke û dayik a şaristanî afirandiye, Sumer e. Ez wexta dayik dibêjim ez bi maneya çavkanî bi kar tînim. Dibe ku koka wan pirr ji zû ve ji çanda Kevana Bi Bereket hatibe û êdî li van deran weke gelekî cîwar bûbin ango civakeke welê tînin hişê mirov. Zimanê wan ji zimanê du cîranên wan ên nêz Amorît û Gotiyan cihê ye. Lê gelek gotinên ketine zikhev hene. Nexasim zêdetir nêzî koma zimanê Aryen e. Pirr eşkere ji koka Semîtîk cihê ye. Êrişên qebîleyên Semîtîk-Amorît zêde ne. Jixwe bajarê Agade, xanedanê wê û Sargon bi koka xwe Semîtîk-Amortît in. Û heta îhtîmaleke mezin e ku fermandarekî li qesrên bajarên Sumeran mezin bûyî be û di rêveberiyê de cih girtibe. Destan îşaret bi vê yekê dikin. Gotî zêdetir weke hevgirtiyan nêzî Sumeran dibin. Kokên wan Zagros-Aryenî ne. Nuqteya gelekî balkêş ew e ku li Iraqa îro jî tabloyeke bi heman rengî xuya dike.
Weke encam heta serê salên 2000’î B.Z. çêbûn û pêşketina sîstema şaristaniyê bi pirr bi xwîn, mêtinkarî, bi avakirina bajaran û xirakirina wan, bi hevgirtin, kolonî û bi karektera hegemonîk dibe. Li nava erdên avî, bi nanozikê kole dihatin xebitandin, tevî vê cotkariyê li bajarên cîran û herêmên neolîtîkê bazirganî û pîşekarî berhemê zêde yê mezin hildiberîne. Ev hilberandin, ango sîstema şaristaniyê ya li ser çanda maddî tê avakirin, çandeke manewî ya bi heybet ava dike û koma rêveberên xwe dike xweda, koleyên xwe yên dixebitin jî weke ji pisiyê xwedayan hatine çêkirin bi nav dike û wan piçûk dixe. Divê baş were fêhmkirin ku di efsaneyên çêbûnê de jiyana maddî bi vî awayî tê nîşandan û ev yek zelal e. Dayik-xwedawend a afirîner jî ji parsûyên rastê yên mêr tê afirandin. Efsane têra xwe seyr in, û bi awayekî balkêş nîşan didin ku jin-dayik jî vebirrî pêve tê girêdan. Jiyan jî êdî wê bi zimanê van efsaneyan were fêhmkirin û şîrovekirin.
Jiyana maddî ya rastî jî heta roja me ya îro nikarîbû ziman û şîroveya xwe biafirîne, bi tenê hin caran bi ‘zimanekî Ezop’4 dixwaze behsa hin rastiyên berê bike, lê belê ji ber ku kesek nikare wî zimanî jî fêhm bike, di nava bê zimanî û bê manebûnê de ye. Em ji bîr nekin ku hînê zimanê rastiyê û qabîliyeta vegotinê nehatiye afirandin!
(SIBE DEWAM DIKE)