Xebaten HDP’ê yên ji bo hilbijartinê ku 2 mehin, amadekarî bi dawî ve çûn. HDP piştî xebatên 68 rojan xebatên ewlehiya sindoqan bi dawî kir. Ji bo parastina sindoqan 80 hezar endamê Lijneya Sindoqan, 100 hezar muşahîd û 20 hezar berpirsiyarên sindoqan peywirdar kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Ji hilbijartinê re 17 saet man. Partiya kîlît a ji bo Serokomarî û Parlamenteriyê ya hilbijartina 24’ê Hezîranê HDP ye. Xebatên HDP’ê yên hilbijartinê ku 68 rojin dimeşîne bi dawî dibin. Amadekariyên parastina sindoqan jî bi dawî bûn. HDP bi ramanca sindoqan biparêze û destûr nede li ser sintoqan lîstik bên lîstin li ser her sindoqekê endamê lijneya sindoqê û muşahîd bi cih kir. HDP, di 68 rojên dawî de 76 mîtîng pêk anîn. HDP’ê li çar aliyên Tirkiye li hemû bajar, navçe, tax û gundan xebatên hilbijartinê meşand. Gun di bi gund, tax bi tax li nava esnafan geriyan û li deriyê her malê dan. Di miha Remezanê de li 24 bajarên cuda yê mezin mîtîng pêk anîn. Îro mîtîngên fînalê li Îzmir û Wanê tên lidarxistin. Xebaten hilbijartinê bi dirûşmeya “Tu dikare (Sen’le Degişir/bi te tê guhertin) 68 rojan berdewam dike. Xebatên HDP’ê yên ji bo hilbijartinê ber bi dawî ve hat.
Ji bo parastina sindoqan 200 hezar endamên HDP’ê li ser sindoqan hatin peywirdarkirin. 59 mîlyon û 391 hezar û 328 hilbijêr dê li ser 181 hezar sindoqan deng bavêjin. HDP’ê ji bo parastina sindowan 80 hezar endamê lijneya sindoqan û 100 hezar muşahîd û 20 hezar berpirsiyarê dibistanan peywirdar kir. Dîsa li tevahiya Tirkiye 2 hezar parêzer peywirdar kir. HDP’ ji bo parastina sindoqan organîze bike li her bajar û navçeyekê maseyek krîzê ava kir. Parêzer û endamên kordînayonê dê hemû dibistanên bajar û navçeyên xwe ji van maseyan biparêzin. Bi tevahî li 50 bajaran û 510 navçeyan maseyên kirêzê hatin avakirin. HDP, dê bi 3 hezaran bi lez karibe mudaxaleyên pirsêrêk3en ku derkevin holê bike.
100 HEZAR HILIBJÊRÊN BI TEVGER HENE
Li Tirkiye bi taybetî li bajarên kurdan ji ber karên demsalî bi deh hezaran hilbijêr li nava zeviyan kar dikin û hilbijêrên bi tevger in. HDP’ê ji bo ku 100 hezar hilbijêrên gerok û bi tevger bibe ser sindowan amadekarî kir. Dîsa ji bo encama sindoqan kêlî bi kêlî ji navendan re bê ragihandin pergala bernameyê hat avakirin. Bi taybetî girtekên encama sindoqan yên bi îmzeya şil dê di heman kêliyê de ji navendê re bê ragihandin. Dê ev encam û yên YSK’ê beramberî hev bên kirin. Ger ku ev dane û yên YSK li hevneyên dê di heman keliyê de hişyarî û îtîraz bê kirin.
Li dijî qutkirnia ceyranê û înternetê HDP dê plana B têxe meriyetê. HDP ji bo vê yekê jî amadekarî kirine.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezai Temellî dê li Wanê û Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervin Buldan jî dê lie Stenbolê dengê xwe bide. Piştre dê vegerin Enqere û Hevserokên HDP’e dê li Enqereyê encama hilbijartinê bişopînin.