Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk li ser Efrîn her wiha hewldanên dagirkirina Başûrê Kurdistanê û êrîşên li ser Qendîlê meşek li dar xistin.
QAMIŞLO – Meşa ku ji aliye Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM ve hate organîzekirin ji çerxeriya Osman Sebrî dest pêkir.
Di meşê de Wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, Alên YPG/YPJ her wiha posterên” Em dagirkeriya dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê şermezardikin, Na ji dagirkeriya dewleta Tirk li ser Minbicê û em dagirkeriya dewleta Tirk li ser axa welatê xwe naxwazin” hatin rakirin.
Meş li kolanên bajêr geriya û li kolana Siyahî li ber sitada şehîdên 12’ê Adarê rawestiya û veguiherî mitîng.
Piştî deqek rêz girtin axaftin hatin gotin. Li ser navê Kongira Star û TEV-DEM’ê Rêveberiya Kongira Star Şaha Xelîl axifî û got: Gelê me bi salan li dijî dagirkeriyê li berxwe daye û wê li berxwe bide.
Bila dewleta Tirk ticarî nekeve xewn û xeyalan ku bikaribe axa me dagirbike, hevkariya Tirkan bi çeteyan re jî hemî vala derdikeve ji ber ku nikarin li ber îradeya şervanên me bisekinin.
Piştî axaftina Şaha Xelîl bi siloganên” Bijî Berxwedana Efrînê, Bimre dagirkerî” meş bi dawî bû.