C- Kapîtalîzm di nava rastiya civakî û şaristaniyê de li ku û çi demê cih digire?
4- Serdema Şaristaniya Asûr û Babîlê (B.Z. 2000-300): Serdema van herdu şaristaniyên karîbûn xwe cihê û xweser bikin, herçiqas di nava wan de ji aliyê zeman û mekan ve cihêtî hebe jî di warê derketina wan a ser dika dîrokê û weke desthilatdarî veqetîna wan a ji xanedanên Sumeran de hemzeman in, û ji aliyê çandê ve eşkere hê dişibin hev. Ji aliyê kokê ve çavkaniya wan Amorît-Semîtîk e, û îhtimaleke mezin e ku bi Xanedaniya Akad re şaristaniyeke muşterek parve kiribin. Ziman û çanda wan a dişibe hev, û her weha gelek çavkaniyên nivîskî di wê astê de ne ku vê yekê piştrast bikin.
Serdema dawî û herî bi heybet a Sumeran li bajarê çandê Nîppûrê bû. Mirov dikare wî weke bajarê pêşî lê perwerdeya akademîk hatiye dayîn, destanîşan bike. Bi îhtîmaleke mezin, piştî ku bajar ji aliyê xanedanên Akad ve hatiye xirakirin, li nêzî wî, bajarê Babîlê bi giraniya ziman û çanda Akadê rabûye û mirov dikare vê yekê weke destpêka serdema şaristaniyeke nû bi nav bike. Jixwe piştî dema xanedanê dawî yê Sumeran Ûrê III. ji serê salên 2000’î B.Z. ve bi pêşengiya xanedanên nû yên Babîlan serweriya bajaran li pey hev tê stendin û ev yek jî rewşa nû diyar dike. Zimanê Akadî weke zimanê nû yê şaristaniyê girîng dibe. Weke zimanê bazirganî û serweriya siyasî li tevahiya herêmên şaristaniyê xwe nîşan dide. Paşê bi navê Aramî weke zimanê hevpar ê tevahiya gelên şareza tê bikaranîn. Ango bi roleke mîna Ingilîziya îro radibe. Çanda Akadî ji aliyê şaristaniyê ve naveroka xwe ji mîrasa çanda Sumeran digire. Veguherîna wê ya mîtolojîk, wexta Mardûk weke xweda mezin û bilind dibe xwe nîşan dide. Ennûma Elîş destana herî girîng e ku ji wê demê maye. Mardûk serxwedayê çandekê ye ku gelekî bi xirabî behsa dayik-xwedawendê dike, çanda mêrê serwer sembolîze dike û wê çandê dike xweda. Di çanda Yewnan de Zeûs, di çanda Romayê de Jupîter, di çanda Hind-Ewrûpayê ya çavkaniya xwe Aryen de Gudea (Gotên Germenî û Xweda Got ji heman kokê tên, di kurdî de Xwedê jî ji heman kokê tê), di çanda ereb de Ellah, li cem Hindiyan Brahman û li cem Çîniyan Tao ji nifşên heman xwedayan in.
Qonaxa şaristaniyên hevpar û çandên dişibin hev, di vê demê de weke sembolên bingehîn herî zêde xwe bi xwedayên nûneriya civakê dikin, nîşan didin. Xweber nîne ku weke nav jî hemû texmînî di salên 2000’î B.Z. de derketine holê. Ev yek ji çanda hevpar û kûr a di bingehê wan de ye. Bi şêweyê kirin sembol (ekonomiya malê ya jin-dayikê êdî ji aliyê mêrê zordar û xasûk ve hatiye desteserkirin), çanda mêrê serwer îlahî dikin. Dayika xwedawend a sereke ya bi Aryanî navê wê Star, bi Sumerî Înanna, bi Hîtîtî Kîbele, bi Semîtîkî Îştar, bi Hindî Kalî ye, her diçe navê wan vedimirin û xwedayên mêr ê navbuhurî mezin dibin. Di salên 2000’î B.Z. de kengî jin di warê civakî de kişandin jêr-zemînê têkçûn û piçûkxistina wê jî di warê çand û ziman de xwe da der. Di çanda maddî û manewî ya şaristaniyê de ji koletiya mêr û qebîleyan pêştir, weke cins koletiya jinê tê. Ya rastî, weke koletiya li jêrzemînê civakê, koletiyeke hûrûkûr li ser jinê hatiye ferzkirin û mehkûmî statuyeke têkçûyî, piçûkxistî, bêhnlêçikandî, lanetlêkirî û mirdarî hatiye kirin. Pîrektî û weke mêr-zilamê li ser wê xwedî erkên bê sînor, li ser vî zemînê çandî mezin û bilind dibe. Statuya jinê ya li cem Ereban û civakên li Rojhilata Naverast zemînê heman çandê parve dikin, ev yek hînê dewam dike û vê vegotina me jî piştrast dike. Bi navê namûsê kuştina jinê ji hêmanên piçûk ên vê çandê ne.
Serdema Babîlan ji serdema Asûran pêşdetir e. Di vê de weke mekanê cografîk gav bi gav xwe vekişandina ber bi Bakurê Mezopotamyayê ve roleke girîng pêk tîne. Babîl gelekî li başûrê Bexdaya îro diket, bajarê bi navê xweda Asûr jî li nêzî bajarê Mûsila îro bû. Paşê weke Nînovayê qonax bihurandine.
Bajarê Babîlê bi hin xisletên xwe di dîrokê de balê dikişîne. Berê pêşî bi tevahî çanda Nîppûrê ya bajarê dawî û çandî yê Sumeran dawerivandiye hinavên xwe. Diyar e ku di qonaxa împaratoriyê de bi tevahî danehevên çandî yên civakên hemdem û pêşengên wan birine Babîlê. Birca Babîlê ya Navdar û ‘axaftina heftêûdu zimanan’ efsane nîne, xuya ye ku rastiyek e. Yan jî bi gotineke hînê rasttir, rastî kirin efsane. Dema 1900-1600 B.Z. serdema şaristaniya Babîl a herî bi heybet e. Li tevahiya herêmên şareza hukmê hêza xwe ya împaratoriyê pêk tîne. Împaratorê wê yê herî navdar Hemmûrabî, piştî Sargon di dîrokê de împaratorê duyemîn e. ‘Qanûnên Hemmûrabî’ yên li ser navê xwe îlan kirin, herçiqas dewama rêûresma qanûnîkirinên berî xwe be jî di warê tesîr û şophiştina li dîrokê de xwediyê girîngiyeke li herî pêş e. Di çanda şaristaniyê de çi li ser ‘qanûnên Xwedayî’, çi jî li ser ‘qanûn huqûqê’ şopên dema Hemmûrabî vebirrî hene. Bajarên demê bi tevahî piştî şerên xwînrij, kirin bin serweriya xwe. Her weha mirov fêhm dike ku li ser çandên qebîleyan ên di nav sînorên wan de û li ser cîranan serweriyeke bê eman ferz kiriye. Di dîroka herêmê de qral-xwedayên Misrê weke ‘firewn’ hatine bi navkirin, qral-xwedayên Asûr û Babîlan jî bi giranî weke ‘nemrût’ hatine bi navkirin. Di Ahdî-Atîk de (Kitêba Pîroz a Cihûyan a kevintirîn) rev an jî derketina Hz. Brahîm ji bajarê Ûrê (Ûrfa ya îro) wer tê fêhmkirin ku ji nêz ve têkiliya xwe bi zordestiya Nemrûtên Babîlê re heye. Dîrok dinivsîne ku li derdora salên 1700-1650î B.Z. Hemmûrabî hukim kiriye. Em wexta hîcreta Hz. Brahîm jî di heman demê de difikirin, em nakokiya Brahîm-Nemrût gelekî baş fêhm dikin. Brahîm serekê qebîleyekê ye. Qebîleya wî yek ji gelek qebîleyên li derdora Ûrfayê ye ku bi cotkarî, xwedîkirina heywên û bazirganiyê re mijûl dibe. Civakên têper ên di bin bandora du çandên kokên wan aryenî û semîtîk de, weke îro li herêmê gelek hebûn.
Qîmeta sembolîk a çîroka Brahîm û qebîleya wî ya nîv-mîtolojîk û nîv-dînî tê zanîn. Ji ber ku Hz. Brahîm kalê sê dînên yekxwedayî tê hesibandin û li dinyayê hema bêje dînê bandor lê nekiribe nehiştiye, ev yek jî girîngiya wî û dînê wî destnîşan dike. Nemrûtên Babîlan bi Hemmûrabî serdema xwe ya herî otorîter nîşan dan. Giregirên herêman û yên di nava burokrasiya Babîlan de ji Nemrûtan têne hesibandin. Diyar e ku nemrût navek e, li rêveberên Babîlan ên herêm û bajaran hatiye kirin. Ji ber otorîteya wan a dijwar, heye ku gelek qebîle û bajar li ber wan rabûbin. Qebîle heta gund û bajarên hê di bin bandoreke xurt a nîzama komin de ne, di bin kîjan navê xwedayî (li ser navê Ellah) de were kirin bila were kirin, eşkere ye ku wê li beramberî ferzkirina împeretoriyê li ber xwe bidin û serî rakin. Civakên hînê nizanin koletî çi ye, pirr bi zehmetî koletiyê qebûl dikin. Li şûna bibin kole, carnan dikarin tev bi hev re kom bi kom xwe tine bikin. Em ji dîrokê bê hejmar mînakên di vî warî de dizanin.
Dînê Hz. Brahîm û çîrokên wî, ya rastî, bi giştî vê çanda berxwedanê ya dij-nemrût temsîl dikin. Çavkaniya yekemîn a vê çandê, zeman û zemînê împaratoriya Babîl di salên 1700’î de ye. Çavkanî û milê duyemîn jî çîrokên Hz. Mûsa ne ku piştî salên 1300’î B.Z. li ber Firewnên Misrê radibe. Ango li dijî çanda otorîteya Firewnên Misrê tesmîl dike, li ser heman xeta berxwedanê ya Brahîmî yan jî weke wê radibe. Ev rêûresma Brahîmî ya nîv-kole û dixwaze rizgar bibe ya çanda berxwedana civakên têkoşer e. Pirtûka Pîroz bi tevahî ji vê rêûresmê pêk tê.
Di dema xwe de Nemrût û Firewnan xwe weke qral-xwedayan û du hêzdaran kire nîşan, rêûresma dûrûdirêj a li ber wan rabû bi demê re xwe weke çandeke nû li hev çêkir û piştî Hz. Mûsa bi rahibên (vê rêûresma bi birayê Mûsa Harûn destpê kir bi Samûelê I. û II., Îşa û gelek pêxemberên din dewam kir) hînê bi hêz xwe temsîl kir û paşê jî di salên 1020-900 B.Z. de bi Hz. Dawid û Hz. Silêman li ser erdên Îsraîl-Filistîna îro qraliyeteke bi hêz ava kirin. Qebîleya Ibranî vê rêûresmê temsîl dike. Ji lewra em meş û bandora vê qebîleyê di nava dîrokê de şîrove nekin, em nikarin dîroka şaristaniyê û her cure serhildan û berxwedana li dijî wê fêhm bikin, ji hev derxînin. Em wexta dibêjin her cure, mebesta me jê her cure tevgerên îdeolojîk, mîtolojîk, felsefî, dînî, siyasî, fizîkî, ekonomîk, huqûqî, qebîleyî û neteweyî ne.
Em di salên 1596 B.Z. de dibînin ku Kassîtên bi koka Hûrrî û Hîtîtî dema Babîlan a yekemîn bi dawî dikin. Li vir a balkêş û girîng hevgirtina Hîtît û Kassîtan e. Dîroknas pirr kêm li ser vê dabaşê radiwest in, lê ji bo em dîroka gelên herêmê hîn bibin girîng e. Diyar e, ne hêsan e ku rêûresmeke xurt a eskerî, siyasî û çandî ya mîna Babîlê têk bibin û ji bo vê jî pêdivî bi çandeke xurt a dijber heye. Jixwe rêûresma Brahîmî timî hîcretê dike, ya rastî timî direve. Lê wexta keysê dibîne yekser dibe erka siyasî.
Di dema Ûrûk û Ûrê de qebîleyên Zagrosan federasyon bûn. Mînaka wan a dawî Qralê Gûtiyan-Gotiyan Gudea (Balkêş e, bi xwedayê herî mezin ê Aryenan re hemnav e. Mirov fêhm dike ku bi awayekî ketiye pêvajoya dij-şaristaniyê ) bû ku di sala 2150’î B.Z. de hukmê ezbeta Akadan bi dawî kir. Ji lewra analîzkirina vê rêûresma li Toros-Zagrosan pêk hatî, gelekî girîng e. Pirr balkêş e ku dîrokê yan pirr kêm an jî hîç behsa van rêûresman nekiriye, ji lewra qadeke gelekî girîng e ku divê mirov li ser rawest e, lêbikole.
Çi li dijî çanda koloniyên El Ubeyd, çi jî li dijî kolonitiya bazirganî û siyasî ya Ûrûk û Ûrê zêdetir çandeke mayînde ya cotkariyê afirandiye, têkiliyên xurt ên gundan ava kirine, xwe gihandiye ber bajarbûnê, belkî jî berê bûye bajar (Girikê perestgehên mezin ên li Xerabreşka Ûrfayê nîşan dide ku ev mumkin e. Yên di salên 10.000’î B.Z. de ev çand afirandin ji Ûrûk û Ûrê gelekî pêşdetir dikarin çanda bajaran ava bikin. Mîmarî û mîtolojiya wan vê dide nîşan), ji ber ku îhtîmaleke mezin e, qebîleyên qûntarên çiyan û geliyan bi hev re bi kar tînin, li hemberî tehlûkeyan bi hev re li ber xwe didin, dibin federasyon û paşê jî yekîtiyeke mayînde ya siyasî ava dikin.
Ev komên mirovan ên em behsa wan dikin, di salên 3000’î B.Z. de Sumeran bi giştî navê Hûrriyan li wan dikir. Di salên 1650î de van komên mirovan û civakan du yekîtiyên siyasî yên bi hêz ava kirin. Yek jê Hîtît bû ku li bakur navenda wan Kanîş û Hattûşaş bû. Ya duyemîn jî Mîttanî bûn ku navenda wan Wajûkanî (Xweşkanî, Serêkaniyê ya îro dikeve nava sînorên Rojavayê Kurdistanê) bû. Mîttaniyan ji Zagrosan heta bi Kerkûkê, ji Til-Alal heta bi Amanosan sînorê xwe fireh kirin, gelek belgeyên dîrokî jî nîşan didin ku di salên 1400’î B.Z. de tevî Misrî û Hîtîtiyan ji aliyê çandî û siyasî ve hêza sêyemîn in. Bi Hîtîtiyan re ziman û çandeke muşterek parve dikin. Di nava wan de têkiliyên xurt ên xizmtiyê hene û di nava wan de zewacên siyasî çêdibin. (Împaratorê Hîtît Şûpîlûlîûma ji prensê Mîtanî Matîzava re weha dibêje: ‘Min qîza xwe da te, weke zilaman em herêmê bi hev re rêve bibin.’ Di hiyeroglîfiyên Misrê de hêza Mîtaniyan tê nîşandan. Li qesrên wan gelek bûkên wan ên Mîtanî hene. Nefertîtiya navdar yek ji wan e.
Dayik-xwedawenda navdar a Hîtîtiyan Pûdûhepa jî bi eslê xwe Hûrrî ye. Di çanda li herêmê de weke nûnera dawî ya jinê xuya dike. Berê Gotî û Kassît, bi navê Mîttanî şaxên jêr ê Hûrriyan îfade dikin. Gotina Hûrrî ji aliyê etîmolojîk ve bi zimanê Sumeran tê maneya ‘çiyayî’ ku heta roja îro jî car caran tê bi karanîn. Ji vê jî girîngtir, bi tevahî qral û prensên dewleta bi navê Hîtît navê Hûrriyan li wan in, jinên bi wan re zewicî jî timî ji keynikên Hûrriyan e. Li gorî şîroveya min a şexsî; wexta Mîttanî bi giranî li Kevana Bi Bereket li qûntara rêzeçiyayên Toros-Zagrosan li kevana başûr yekîtiyeke siyasî yan jî şiklekî mîna konfederasyonê bûn; milekî civakên Hurrî li bakur heta bi çiyayên Derya Reş û li tevahiya torosên bakur jî bi navê Hîtîtan weke rêxistiniya milekî din bi awayekî bihêztir û heta weke împeretoriyeke destpêkê tên temsîlkirin. Mirov dikare, bingehê çandî, xizmtî, têkiliyên dîplomatîk û ji van gişan girîngtir hevgirtina Hîtît û Kassîtan weke belgeyên piştrastkirina van gotinan pêşkêş bike û nîşan bide.
Em bi hêsanî dikarin bibêjin ku berxwedana çandî ya li bakur û yekîtiya siyasî ya pêre çêbû dawî li dema yekemîn a Babîlê anîn. Babîl di dema xwe ya duyemîn de (1600-1300 B.Z.) yan di bin serweriya vê yekîtiya siyasî de ye, yan jî bi awayekî pêre lihevkirî tê rêvebirin, zêdetir jî hebûna xwe weke navendeke mezin a çandî û bazirganiyê dewam dike. Ango bi awayekî weke Parîsa roja me ya îro ye.
Çanda Babîlê hûrûkûr bandora xwe li hersê Pirtûkên Pîroz kiriye. Gelek şop li pey xwe hiştine. Mirov dikare wê weke kewara bazirganiyê, bazara herêmê û bajarê zanîngehê bi nav bike. Bi hêsanî mirov dikare bibêje; di dema xwe de bi rola navenda şaristaniya navneteweyî rabûye. Yan jî ji vê rastir, bi rola pira navbera mezheb û qewman rabûye. Bi tevahî lîstikên siyasî, bazirganî û îstîxbaratî li Babîlê têne pêşdebirin. Ango navenda komployan e. Teswîrên di Pirtûkên Pîroz de gelekî balkêş in. Bi kurtî mirov dikare bibêje; rola xwe ya navenda şaristaniyê bi heqî bi cih tîne. Bi vî aliyê xwe gelekî dişibe Londona îro. Dema Babîl a sêyemîn (610-330) bi hevgirtina wan a bi Medan re, bi rakirina ji nexşeyê ya Nînovayê di sala 612’an de dest pê dike, bi fetha Skender a di salên 330’î B.Z. de bi dawî dibe. Bi împaratoriya Nebûqednazarê navdar tê bîranîn. Împaratoriya mezin a dawî ya Mezopotamyayê ye. Mezopotamya piştî vê dîrokê rola xwe ya navendbûna sereke hêdî hêdî ji dest dide. Li geliyên Dîcle û Firatê, li şax û rûbarokên wê, di nava newal û çiyayên wê de ku bi qasî 15 hezar salan navenda sereke ya dîrokê bûn, çanda mirovatiyê hate stran û li tevahiya parzemînan hat belavkirin, piştî vê îro bi awayekî pirr westiyayî û hêvîdar xwe ji demeke nû re amade dike.
Serdema Asûran jî bi heman awayî mirov dikare dabeşî sê deman bike. Di dîroka qedîm de ji hêzên eskerî, siyasî û bazirganî yên bi hêz e. Di nava şaristaniya Sumer û şaristaniya Greko-Romen de bi rola xeleka navberê radibe. Di şaristaniyê de bi xwînrijandin, zordarî û afirîneriya xwe ya bazirganiyê tê bîranîn. Hilweşîna wê ji aliyê tevahiya gelên Rojhilata Naverast ve (gelê wê bi xwe jî) weke cejn û roşanê tê pîrozkirin. Ji ber ku despotiyeke mîna ya firewn û nemrûtan bi dawî dibe, gelên herêmê bi cejn û roşanê radibin.
Dema yekemîn (2000-1600 B.Z.), dema mezinbûna arîstokrasiya bazirganiyê ye. Bi awayekî balkêş erka siyasî û bazirganî timûtim li cem kesekî di bin yekdestdariyê de temsîla xwe dibîne. Mirov dikare bibêje; yekdestdariya hêza siyasî û bazirganî cara pêşî ji aliyê civakên Asûrî ve hatiye damezrandin. Em bi hêsanî dikarin bibêjin ku pişta xwe dane mîraseke mezin a dîrokî, danehevên bazirganiyê yên El Ubeyd-Ûrûk-Ûr-Babîlê bi kar anîne, li ser şopa wan çûne, ji salên 2000’î B.Z. ve bi tevahiya qadên şaristaniyê û gundên cîran ên neolîtîk û komên koçêr re bazirganî pêşde birine, li navendên sereke yên diyar koloniyên baziraganiyê ava kirine, cara pêşî weke kapîtulasyonên serbixwe xebitîne, bûne xwediyê tevnên karwanên li qadeke gelekî berfireh. Di warê bazirganiyê de şaristaniya herî serwext e, ji bo van têkiliyên stratejîk bi tevahî misoger bike bi awayekî bê rehm hêz û şîddet bi kar aniye. Nînova bi şiklekî weke Amsterdama Hollandayê di nava dewlemendiya zêr û zîv de xenê dibe. Navenda cawên herî bi kalîte û giranbuha ye, qesrên herî navdar êdî li Nînovayê û bajarên nêzî wê ne. Mîna hevrikiya Amsterdamê bi Parîsê re, hevrikê Nînovayê (Asûr) jî Babîl e. Ji bo bandorê li hev bikin û ji bo yek hegemonyayê li ya din bike gelekî hewl didin. Şerên ekonomîk, bazirganî, siyasî û eskerî ji ber berjewendiyan li beramberî hev ti carî kêm nabin. Herçiqas car caran yek serdestiyê li ya din bike jî di dawiya dawî de yek ji wan jî nikare serdestiyê li ya din bike.
Dema duyemîn jî (1600-1300) di bin serweriya hevgirtina Mîttanî û Babîlan de derbas dibe. Rola xwe ya bazirganiyê dewam dikin.
Dema sêyemîn (1300-600) hêza xwe ya eskerî û siyasî bi rêkûpêk dikin û hêza wan di dema xwe de digihêja asta herî xeternak. Welatê Ûrartûyan û Misr jî di navê de ti devera dagir nekin û jê xûkiyê nexwin, namîne. Yek ji demên qewm û qebîleyan herî zêde êş kişandine, ev dem e. Mirov ji vê demê re dikare bibêje, dema herî xwînrij a şaristaniyê. Weke nîşaneya mezinahiya xwe bi pesindan qala kelhe û bircên ji serê mirovan çêkirine dikin. Ji bilî qewm û qebîleyên hatine kolekirin yên din bi tevahî hatine kuştin. Şaristaniyeke mîna Misrê jî nikare xwe ji dagirkeriyê (670 B.Z.) xilas bike. Qraltiya Qudsê bi erdê re dikin yek. Hêzeke dinyayê ye ku dişibe DYE ya îro. Her împaratorî bi şêweyekî egoîzmê yê pêşketî radibe. Çanda lihevkirin û bihevrejiyanê ya di nava aştiyê de nas nakin. Di afirandina rêûresma împaratoriyê de para wan kêm nîne.
Di hilweşandina wan de xwediyên rola diyarker ên bi koka xwe Hûrrî bûn. Em dizanin ku Mîttaniyan demeke dirêj hîç rehetî nedan wan û nehiştin ew çavên xwe vekin, bêhna xwe bidin (1600-1300 B.Z.). Hilweşandina wan a Mîttaniyan berxwedana yên bi koka Hûrrî bi dawî nekir. Komên eşîran ên bi navê Naîriyan (bi zimanê Asûrî tê menaya ‘Xelkê Çem’) li Botana îro yekîtiyên bi şêweyê konfederasyona eşîran ava dikin (1200-900 B.Z.) demeke dirêj li ber xwe didin. Ji vê demê û pêve yekîtiya siyasî ya bi navê Ûrartû dikeve dewrê. Berxwedana wan a li hemberî Asûran ji salên 870 B.Z. ve heta hilweşîna sala 610 B.Z. dewam dike. Ev berxwedana ku bi qasî sêsed salî dewam kir, li navend Wan a îro wergeriya pêkhatineke bi hêz a navenda siyasî û di dîrokê de şop hişt. Dibe ku li avahiya jor a siyasî pêkhatineke têkel hebe. Di destpêkê de bandora Asûrî serdest e. Lê tê texmînkirin ku zimanekî têkel ê ji Hûrrî, Ermenî û Qefqasî hatibe bikaranîn. Ev rengê ziman mozaîka berxwedanê jî nîşan dide. Mirov wer fêhm dike ku gelên li herêmê yên têkel dijîn, li hemberî tehlûkeyan dibin yek û hebûna xwe bi pêkhatinên bi hêz ên siyasî diparêzin. Skîtên bi koka xwe Qefqasî di vê demê de dikevin dewrê. Ûrartû di hesinkariyê de têra xwe hosta ne, ji misê zer (bronz) gelek sîleh û firaq çêkirine, di serî de keleh di mîmariyê de serdest in, gelek caran di warê eskerî de Asûr têk birine. Wexta mirov van li ber çavan bigire, girîngiya wan wê baştir were fêhmkirin. Herçiqas bi temamî Asûrî têk nebiribin jî di hincirandin û hilhilandina wan de Dewleta Ûrartûyan xwediyê pareke mezin e. Şopeke dîroka şaristaniyê ye ku zehmet e, jê biçe.
Bi temamî têkçûna Asûran, piştî dîplomasiya demeke dirêj Babîlan veşartî meşand û mijûliya dirêj a rahibên Medan ên bi navê Mag (bi kurdî, kuçika agir), bi hevgirtina Konfederasyona Med û dewleta bajêr a Babîl di sala 612’an B.Z. de pêk hatiye. Li herêmê dema Medan û dema sêyemîn a Babîlan dest pê dike.
Encama herî girîng a mirov dikare ji pratîka şaristaniya Asûr derxe ew e ku ketina zikhev a yekdestdariya bazirganî û yekdestdariya siyasî û têkiliya wan a bi şer re ye. Asûr di dîroka şaristaniyê de ji aliyê yekdestdariya siyasî û bazirganiyê ve qonaxeke girîng e. Mirov dikare bibêje; beriya împaratoriya Persan, di navbera şaristaniya Misr, Çîn û Hindê de yekdestdariya bazirganiya Asûr xeleka sereke ya navendî daniye. Dinyayeke bazirganiyê afirandine. Bi awayekî globalbûna demê mewzûbehs e. Dîsa derdikeve holê ku yekdestdariya ekonomiyê nîne, bi rejimeke terorê ya kêm hatiye dîtin ji derve li ser ekonomiyê wê ferz dikin, danehev, berhemên bi hezar zehmetî hatine berhevkirin û mehsûlên qebîle û gelan desteser dikin. Pirr eşkere ye ku dewlet nebe, wê yekdestdariya bazirganiyê nemeşe. Yekdestdariya siyasî ya berê bi tevahî bi şêweyê koledar ê cotkariyê re têkildar bû, lê cara pêşî ye ku bazirganî bi cotkariyê digihîje weznekê. Eger em yekdestdariya bazirganiyê weke kapîtalîzmê bi nav bikin, ji yekdestdariya siyasî ya berhemê zêde yê cotkariyê desteser dike wêdetir bi hêzeke bêhtir mêtinkar di şaristaniyê de cihê xwe digire. Împaratorî şêweyekî rêvebirinê ye ku ji cotkariyê bêhtir bazirganiyê ew tehrîk kiriye. Bazirganî pêdiviya xwe bi ewlehiya rêyên dirêj heye. Vê yekê jî bi tenê împaratorî dikare bike. Şîddeta wê ya zêde jî têkiliya xwe bi şêweyên nû yên ekonomîk ên têne ferzkirin heye ku bi berxwedaneke dijber re rûbirû dibe û pêş dikeve, mezin dibe. Ev yek ewqasî eşkere ye ku hîç hewcedarî bi guftûgoyê nîne.
Diyar e ku ji bo ekonomiyê cotkarî, bazar, bazirganiya piçûk, pîşekarî û gelek beşên taybet ên serbixwe jî wê bi kêr bên. Li tevahiya van qadan hilberîneriya keda mirov di warê pêşdebirinê de qîmeta xwe piştrast kiriye. Zehmet nîne ku mirov tespît bike, yekdestdariya siyasî, eskerî û bazirganî-ekonomîk hewce nakin. Ma Asûr nebûya ekonomî wê rawestiya? Berevajî, atmosfereke aştiyane wê jiyaneke ekonomîk a cihê û erênî mumkin bike û ev jî tê fêhmkirin. Dewlet weke rêveberiya dijberê demokrasiyê ne bi tenê hewce nake; hêzek e ku bi burokrasiya derdixe holê, bi şerên rê li ber wan vedike û bi desteserkirinê, civak û ekonomiyê xira dike. Ez li vir girîngî û pêdiviya bi bajêr û tebeqebûnê guftûgo nakim; ez têkiliya hêzeke zordar bi şaristaniyê re dixim ber lêpirsînê. Hêza behsa wê tê kirin, bi kiras û qilifê îdeolojîk xwe dinixumîne û dora xwe bi dîwarekî eskerî û siyasî lê dike. Ez dubare dibêjim, aliyekî erênî yê bajar hebe jî ez destnîşan dikim şaristaniyek çawa vê qirêj dike, gelekî paşve dixîne û bi astengkirineke muhafezekar paşverû dike. Koordînasyona rêveberiyê tiştekî din e, yekdestdariyên zordar û desteserkar jî tiştekî din in.
Ez dibêjim; yekdestdariya siyasî, bazirganî û ekonomîk di zikhev de ne û ev yek bi tenê xweserî kapîtalîzmê nîne, tevî bajartî û xanedantiyê ji destpêka şaristaniyê ve heman xisletên xwe pêkanîne, hersê yekdestdaran weke zincîrên ji hev qut nabin aliyên erênî yên şaristaniyê û çalakdariya demokrasiyê pelixandine, xwe lê gerandine û heta roja me ya îro hebûna xwe dewam kirine. Em naskirina xelekên zincîrê dewam bikin.
5- Şaristaniyên Misr, Hind, Hitît û Fenîke:
Ji bo mirov karibe kêrhatina şaristaniyên Misr, Hind û Çînê ji çemê mezin re guftûgo bike pêdivî bi xebateke mezin heye. Ev der cihê vê yekê nîne. Lê mirov dikare lêbikole ka çima bi giranî cotkar bûne û nebûne xwedî wê hêzê ku karibin ji sînorên herêmên xwe bibihurin. Dibe ku mirov ji lêpirsîneke bi vî rengî hîn bibe. Serî li yekdestdariya ekonomîk û nemaze yekdestdariya bazirganiya li qadên berfireh nedane û ez yeqîn dikim ku ji ber vê, demeke gelekî dirêj li ser piyan mane û di nava xwe de gelekî pêşketî ne. Hersê jî hema bêje bazirganiyeke wan a derve nîne. Wer xuya dike ku di nava bazirganî û cotkariyê de jî zêde rê nadin yekdestdariyê. Yekdestdariya siyasî ya heyî çiqasî ji yekdestdariya ekonomîk dûr disekine ewçend jî temenê wê dirêj dibe. Hêza eskerî û siyasî li dijî tehlûkeyên ji derve tên û di warê pêşîgirtina kaosa hundir de li kêm dengên nerazî rast tên. Ji lewra jî temenê wan dirêj dibe. Li gorî analîza dawî, ev yekdestdariya kurtêlxuriya aborî ye. Lê mirov fêhm dike ka çima heta bi qirikê bi nava yekdestdariya ekonomîk de neçûne.
Misrê çiqas bandor li çanda Greko-Romen kiriye ewçendê jî ji şaristanî û çanda Ewrûpayê re kêrhatî bûye. Ji bo Efrîkayê di rewşeke welê de ye ku mîna hîç li wir nebûye. Dest neavêtiye bazirganiyê. Xwe ji Rojhilata Naverast şuştiye. Belkî jî bi destê dewletê mînaka pêşî ya sosyalîzmê ye. Ji mînakên mîna wê yek jî bi qasî Misrê bi tesîr nîne. Misr bi tevahî, Hind û Çîn jî hinekî di ser Rojhilata Naverast re tevlî şaristaniya serdema navîn bûne. Îslamiyetê hemû herikandina hawizê xwe û di pêşkêşkirina wan a Ewrûpayê de bi roleke sereke rabûye.
Ji bo Hîtîtan hewce nake em sernavekî nû deynin. Weke hevgirtiyê Hûrrî-Mîtaniyan şaristanî li Anatolyayê belav kirine. Bi bandora xwe ya li peravên Egeyê herî kêm bi qasî Misr û Fenîkiyan di pêşketina şaristaniya nû ya li Nîvgirava Yewnan de bi kêr hatiye. Belavbûna Misrê ya li Sûrî rawestandiye. Di rawestandina belavbûna Asûr û berê jî ya Babîlan de bi tesîr bûye.
Qada bazirganiya riyên dirêj a Misriyan nekir û vala hişt, qewmê bi navê Fenîkiyên li Rojhilatê Derya Spî bi cihbûyî dagirt û ev baziraganî kir. Li her aliyê Derya Spî Fenîkiyan koloniyên pêşî yên bazirganiyê ava kirin. Yên cara pêşî çanda Misrê û Rojhilata Naverast li Ewrûpayê belav kirin jî dîsa Fenîkî bûn. Di warê alfabe û hunerê çêkirina keştiyan de jî aliyekî balkêş ê şaristaniyê ne. Wan alfabe hînî Yewnaniyan kir. Benderên pêşî wan ava kirin. Di barkirina çanda manewî de rola wan girîng e. Di dîroka şaristaniyê de herî kêm bi qasî Ûrartûyan gaveke bi tesîr in.
Bandora Qraliyeta Îsraîlê zêdetir di warê manewî de ye. Ya ji vê girîngtir jî ew e ku rêûresma Ibraniyan dînên yekxwedayî afirandin. Mîna ku li hemberî dewleta maddî ya Misr û Sumerê roleke wan a dîrokî ji bo avakirina dewleta manewî heye. Divê mirov di pencereya teng a Cihûtiyê de li rêûresma Ibraniyan nenêre. Cihû li ser vê rêûresmê di warê maddî de mezin dibin, lê di warê manewî de pêxember, nivîskar, rewşenbîr û entelektuel hene. Ji ber ku di herdu waran de jî bi tesîr bûne, bandoreke hûrûkûr li dîroka şaristaniya dinyayê kirine. Ji bo bi tevahî naskirina şaristaniyê divê rêûresma Ibranî, Sumer û Misrê ji her aliyî ve were analîzkirin. Ji vî alî ve eger em li mijarê temaşe bikin û em Ewrûpayê bi tenê bi çanda serdema navîn û hinekî jî bi çanda antîk a Greko-Roman rave bikin, wê şêweyê vegotina me gelekî kêm bimîne. Ev şêwe û şêwazekî gelekî kêm û çewt e. Ez ê paşê hewl bidim guftûgo bikim ku kêmasiyên bi vî rengî rê li ber encamên çawa xeternak vedikin.
6- Serdema Med-Pers (700-330 B.Z.) :
Bandora Medan li şaristaniyê kirî hînê bi temamî nehatiye zelalkirin û derneketiye holê. Xisletên wan ên herî girîng û têne zanîn ew in ku li Zagrosan jiyane û bi koka xwe Hûrrî ne, bi Farisan re xizmtiya wan heye û weke qebîleyên Aryen bûne mil û şaxek. Di bin zexta zêde ya Asûran de bûne xwediyê nasnameyeke têkoşer. Weke rêxistinkar û perwerdekarên wan ên bingehîn rahibên Mag hene. Mirov dikare bibêje ku rahibên behsa wan tê kirin demeke dirêj li rêveberiyê mane. Ber bi salên 700 B.Z. ve yekîtiyeke konfederatîf ava kirine û li herêma Medyayê li Rojavayê Îrana îro û li sêgoşeya sînorên Îran, Iraq û Tirkiya îro jiyane. Bi Skîtên ji Qefqasan daketine carnan dost bûne, carnan jî şer kirine. Di sala 612’an de kengî Asûran têk dibin, navê wan belav dibe û pêşî li wan vedibe. Tê zanîn ku di 585 B.Z. de li peravên Kizilirmakê Frîgiyan têk dibin. Di vê navberê de ji nava Magan zanyarekî hoste bi navê Zerdeşt derdikeve. Dîndariyeke bi giranî ji exlaq pêk tê ava dike. Ne bi temamî dîn, ne jî felsefe ye. Tevî ku ji rêûresma Ibranî cihê ye jî beramber û dualî bandor li hev kirine. Nexasim wexta împaratorê Babîlan Nabûqednazar Kurênîsraîliyan di sala 595 B.Z. de li Babîlê êsîr girtin bandora Zerdeşt çêbûye. Şaristaniya Yewnan, Medan di ser Persan re dihesibîne û girîngtir dibîne. Di Dîroka Herodot de herî zêde behsa Medan tê kirin. Di sala 559 B.Z. de bi bêbextiyeke navxweyî Axemeniyên Persî li textê pêkhatina siyasî ya Medan rûdinên. Damezrînerê wan Kîros li qesrên Medan mezin bûye. Pers û Med hêmanên hevpar ên damezrandina împaratoriyê ne. Ji lewra bi navkirina împaratoriyê weke Pers, binavkirineke kêm e.
Împaratoriya Pers-Medan li derdora sêsed salî ji Misrê heta hundirê Hindistanê (515 B.Z.) fetih kir, ji sînorê Çînê heta Nîvgirava Yewnan yekîtiya siyasî ya herî berfireh a demê pêkanî. Dabeşî bîstûdu eyaletan bû û bi vî awayî nîv dewletek ava kir. Di hin mijaran de bi kêra şaristaniyê hat; burokrasî, sîstema posteyê, rêyên baş û artêşeke mezin a bi heybet ava kir.
Şaristaniya Yewnan gelek hêmanên xwe yên çandî ji Pers û Medan girtiye. Di vê demê de rojhilat-rojava bi aweyekî diyar ji hev cihê bûne. Herdu jî gelekî bandorê li hev dikin. Gelek Yewnanî li qesrên Persan wezîfedar in, û bi hezaran ji wan jî eskerên bi peran in. Ji ber ku dewlemendiyeke mezin danehev û bi qasî dused salan serweriya herêma Egeyê kirine di asta xwestek û arezûyê de Yewnanî weke lehiyeke dijber her rûyê wan li Medyayê ye. Mîna armanceke neteweyî her çavê wan li Persan e. Hem dixwazin zora Persan a li ser xwe bişkînin, hem jî dixwazin dewlemendiyên wan zevt bikin. Xweber nîne ku weke Herkulê nû Skender derdikeve holê. Ji vê atmosferê para xwe girtiye û perwerdeya taybet a Arîsto dîtiye. Di felsefeya Yewnan de jî nîşaneyên têkoşîna bi pirsgirêkên vê zordariyê re xuya dikin. Jixwe ji aliyê mîtolojîk ve gelekî dikevin bin tesîrê. Bi awayekî, çanda berxwedanê çêkirine. Ezmûnên Medan li hemberî Asûran Yewnan jî li hemberî Persan ceribandine. Zarokê çanda Yewnan Skenderê Makedonî împaratoriya Persan weke qesrên ji kaxiz û hêkan pelixand û ev hêza xwe jî ji çanda berxwedana bi sedsalan digirt û nemaze ji senteza ruhê azad ên qebîleyên Makedon û rohnîbûna felsefî.
7- Şaristanî û Çanda Greko-Roman:
Şaristanî û çanda Greko-Roman bi şaşî weke destpêka çanda Rojava tê şîrovekirin. Li Rojava ango Ewrûpayê çandeke bi vî rengî û şaristanî derneket ku şaristanî û çanda Ewrûpayê were hesibandin. Serdema navîn a Xirîstiyantiyê jî di navê de, bûyerên qewimîn, şaristanî û çanda çavkaniya xwe Rojhilata Naverast e (Mezopotamya û Misr) ku bi derengî heta sedsala 15. P.Z. barkirine Ewrûpayê. Ya ez hez dikim bînim ziman ew e ka çawa di nava ‘demeke dirêj’ a bi qasî 15 hezar salan û ‘mekanekî diyar’ de çandek weke xelekên zincîrwarî mîna çemekî mezin û sereke herikiye Ewrûpayê.
Xeleka Greko-Romen herçiqasî li ser erdnîgariya Ewrûpayê çêbûbe jî her tiştê xwe ji mîrasa pêve girêdayî ye, girtiye. Piştî sedsala 16. weke çanda maddî û manewî nûbûneke ciddî û ‘nedomdariyek’ di vê pêvajoyê de çênebûye. Ya em weke nûbûn dikarin bifikirin felsefe ye ku em li wê jî bêyî çanda ji Babîl, Misr, Hîtît, Ûrartû, Med û Persan hatiye girtin, nikarin bihizirin. Eflatûn jî li xwe mikur tê ku ji salên 600’î B.Z. ve di serî de Solon, Pîsagor û Thales, zanyarên Yewnan di serî de Babîl bi salan li navendên zanyariyê yên Rojhilat geriyane û fikrên xwe yên felsefîk çêkirine. Mîtolojiya Yewnan û Romayê jî ji bilî binavkirinên wan ji aliyê cewherî ve versiyonên çaremîn û pêncemîn ên mîtolojiyên Sumer û hinekî jî yên Misrê ne (Sumer + Babîl + Hûrrî-Hîtît-Mîtanî + Yewnan + Roma). Jixwe weke çanda maddî neolîtîk di salên 4000’î B.Z. de gihiştibû tevahiya deverên Ewrûpayê. Çanda Misr û Sumer di salên 2000-1000’î B.Z. de gihiştiyê. Senteza di dawiya salên 2000’î B.Z. de li nîvgirava Yewnan destpêkir, di salên 1600-1200’î B.Z. de piştî ceribandinên xwe yên pêşî ji salên 1000’î B.Z. ve di serdema antîk de berhemên xwe dan. Homeros û Hesîdos kesên pêşî ne ku vê tînin ziman. Li nîvgirava Îtalyayê jî di salên 1000’î B.Z. de bi Etruskan meyiya, di salên 700’î B.Z. de qraltî û di salên 500’î B.Z. de bi cumhûriyetê bi encam bû.
Pêvajoya hezar salî ya di salên 500’î B.Z. û 500’î P.Z. de xwedî xisletên girîng in. Piştî Ûrûkê xelekên bajaran hene ku hêja ne mirov ji wan re bibêje Ûrûka duyemîn in. Bajarbûna Greko-Romen bêguman di warê estetîk de qonaxeke girîng e. Çînayetî û şêweyê wan ê rêveberinê di heman weznê de nebe jî bi gelek xisletên xwe beriya bi hezarên salan pêk hatine. Hêmanên maddî û manewî yên weke bazirganî, bazar, pere, alfabe, zanist, felsefe (zanyartî), moral û mîtolojî bi hezaran sal berê pêk hatibûn. Mirov dikare bibêje, ev hemû di versiyoneke duyemîn a gelêkî girîng re derbas kirine. Lê mirov bêyî ku li mîrasê bifikire, bêje ji ber xwe zîl dane û li herdu nîvgiravan ji bin erdê derketine, manedar nîne. Dîroka Rojava demeke dirêj mijara kok û rehan kêm û şaş fêhm kiriye. Di dema postmodernîteyê de şîroveyên hînê rasttir têne kirin.
Yek ji xweseriyên çanda Greko-Romen ew e ku rejîmên dewletê yên weke qraliyet, cumhûriyet, demokrasî û împaratorî li pey hev û di zikhev de pêkanîn. Di destpêkê de demokrasî û qraltî di zikhev de bûn, lê di demên dawî de împaratorî û cumhûriyet di zikhev de ne; beriya jihevdeketinê weke şêwazê şikilgirtina dawî împaratorî girîng bûye. Mîna ku sîstema şaristanî û çanda herî berfireh a her kesî himbêz dike û sîstema dawî ya koledariyê pêk anibe. Jixwe împaratoriya Romayê bi hilweşînê veguheriye. Bi şaristaniya Greko-Romen re qonaxeke demdirêj a dîrokê piştî dema xwe ya stewiyayî dît, ket krîzeke kûr û asê. Hilberîna li gund xwe dispêre cotkariyê û li bajêr jî xwe dispêre pîşekariyê rê li ber berhemê zêde vedike. Pirrbûna berhemê zêde bingehê rêxistiniya şêwazê dewletê ye. Di cewherê meselê de berhemê zêde bi keda bi nanozikê dixebite û dibe xwedî qabîliyet, têkildar e. Pêşkêşkirina kedê bi şêwazê koledarî û bi karanîna wî şêweyekî sereke ye. Li ser vî şêweyî yekdestdariya dewleta ji sêberiya eskerî, polîtîk û îdeolojîk pêkhatî, tê avakirin. Ev sîstem bi bajarbûnê re di zikhev de pêş dikeve, bi pêşketina pîşekariyê re kar dabeş dike û pêşde dibe, û bi vî awayî pêkhatina zincîra metabûn-bazar-pere bi cih tîne. Di vê xelekê de yekdestdariya bazirganiyê dikeve dewrê û ji bo desteserkirina beşekî berhemê zêde derfet û îmkanan dide.
Di nava dewletê yan dewletan de ji aliyê cewherî ve du yekdestdariyên li ser desteserkirina berhemê zêde yê bi cotkarî û pîşekariyê çêdibe, her diçe şer dikin û dikevin nav pêşbaziyê. Ev herdu yekdestdar pirr bi xetên zelal ji hev cihê nebin jî ji bo mirov karibe gelek têkilî û şerên eskerî û siyasî ji hev derxîne, ev têgîna herdu yekdestdaran xwedî roleke kilît e.
Em van hêzan bi awayekî hişkeber dikarin weke klîkên yekdestdar ên bazirganî û cotkariyê bikin têgîn. Ev hêz kakilê amûrên li dora bajêr zêde dibin ên îdeolojîk, polîtîk û eskerî pêk tîne. Em dikarin sîstema (şêweyê) civakê ya ji yekapareyên çandî yên maddî û manewî pêk tê weke şaristaniyê bi nav bikin. Ji ber ku keda tê îstîsmarkirin bi şêweyekî serdest ê koledar tê kontrolkirin, dibe ku manedar be, mirov ji van sîsteman re bibêje ‘şaristaniyên koledar’. Tevahiya dîroka şaristaniyê em dibînin reqabet û şer di nava du bendan de ne: yek jê, yekdestdarên şaristaniyê di nava xwe de dikin, nemaze jî yekdestdariya bazirganiyê di nava xwe de dikin; ya duyemîn jî tevahiya hêzên civakê (çîn, qebîle, eşîr, xelk, pîşekar) yên nakokiya wan bi sîstemên şaristaniyê re hene dikin. Xwezaya şeran hêza xwe ji van du bendan digire, ji bo serketinê divê çanda maddî û manewî timî di nava reqabet û şerên zêde de were meşandin. Di dîroka şaristaniyê de reaksiyonên em ji wan re zincîrwarî dibêjin, destpê dikin pêk tên.
Ev pêvajoya ku me heta dema Greko-Romen bi kurtî rave kir, pêvajoya reaksiyona zincîrwarî ya bi krîz e. Ji ber ku ji ber hin sedeman cotkarî û bazirganî li hin qadan qels dibin û têk diçin, krîz her li ser kar dimînin. Rewşa bahewayê, zêde hilberandin, şerên derve û hundir, koçberiyên derve û hundir, şêwazên berdar ên hilberandinê, rêxistinî û sîstemên ji aliyê analîtîk ve pêşketî (felsefe) di warên eskerî, siyasî û îdeolojîk de sedemên krîzan in. Klîkên yekdestdar ên naxwazin tine bibin û beşên wan ên zêdebûna para xwe ferz dikin, şer û pevçûnan weke amûrên hilberandinê bi kar tînin. Ji ber ku ew yekdestdarên li ser aboriyê ne, ev yek bi vî awayî ye. Nexasim şaristanî û dewletên zêdetir li ser hîmê bazirganiyê rabûne, ji ber zêdebûna krîzên bazirganiyê timûtim rê li şer vedikin. Şaristanî û dewletên li wan yekdestdarên cotkariyê serwer in, û xwediyê şert û mercên bi rêkûpêk ên avdanî û bahewaya xweş in, zêdetir di nava aştî û aramiyê de ne, ji ber ku krîz timûtim li ser kar nînin. Wexta ku em ji vê awirî ve li mijarê binêrin, em ê hîn baştir fêhm bikin ka çima Misr, Hindistan û Çînê, ji bilî hin serhildanên koleyan yên li hin herêm û bajaran, pirr kêm şer kirine. Bi giştî şaristaniyên bi koka xwe Mezopotamyayî timî belav dibin û şer dikin. Mirov vê yekê dikare ji têkiliya wan a zêde ya bi bazirganiyê fêhm bike. Şaristaniyên El Ubeyd, Ûrûk, Ûr, Babîl, Asûr û Pers timî kolonî çêdikirin, belav dibûn û şer dikirin. Ev yek bi rola bazirganiyê re ya di pêvajoya hilberandinê de ji nêz ve têkildar e.
Şaristaniya Greko-Romen hem di dema Atînayê de di derya û erdê re, hem jî bi pêşengiya Romayê timî di derya û erdê re di nava seferan û şer de bû. Ev yek jî ji ber giraniya bazirganiyê ya di dinya Derya Spî de bû. Bivênevê, giraniya bazirganiya di vê qadê de nedibû bihata piştguhkirin. Ji qonaxa avabûna şaristaniyê ve Mezopotamya her dergûşa cotkarî û bazirganiyê ye. Ji salên 600’î B.Z. ve li rojhilat Pers, li rojava Grek û Romayî hem li herêmên xwe yên hilberandinê û bazirganiyê yên sereke, hem jî hewcedariya wan bi cotkarî û bazirganiya Mezopotamyayê, kir ku li ser Mezopotamyayê ‘şerên hezar salan’ bidin meşandin û ev hemû jî ji ber heman sedeman in.
Bazirganiya Mezopotamyayê û bazirganî nebin, şaristanî nabe. Yan herdu bi hev re yan yek ê bikeve yan jî wê herdu hev di weznekê de bigirin. Yên bi ser ketine û bi bin ketine çêbûne. Mana di weznekê de, demên herdu jî bi serneketine ango demên tevketûtevrabû hînê dirêjtir ajotine. Eger em dîsa mînak bidin, El Ubeyd û Ûrûk hem şerê hev kirine û hem jî di weznekê de mane.
Beriya wê jî herduyan jî bi civaka Mezopotamya Jor re hem şer kirine û hem jî di weznekê de mane. Di navbera xanedaniyên Ûr û Akad de şerên xeternak çêbûne. Weznek jî heye. Lê di dîrokê de dem hene Ûr û Akad jî ji holê rabûne. Akad û Gotiyan şerê hevtinekirinê meşandine û carnan ketine pêvajoyên weznekê. Babîl û Asûran jî hem şer kirine û hem jî ketine weznekê. Bi tevahî Hûrrî (Hîtît, Mîtanî, Kasssît, Med û Ûrartû jî di navê de) bi Babîl û Asûran re şerên xeternak kirine û demên wan ên di weznekê de gelek caran çêbûne. Di navbera Misrî û Hîtîtiyan de jî demên şer jî hebûn û demên di weznekê de jî man hebûn. Di encamê de ‘hezar salan’ (550 B.Z. – 650 P.Z.) şerên Greko-Romen û Pers-Sasaniyan qewimîn. Di nava klîkên şaristaniyan de, û di navbera wan bi xwe de şer û aştî bi vî awayî ne.
Wekî din kategoriyeke din a sereke heye. Ew jî gel, qebîle, kole û bajar (pîşekar) in ku dixwazin wan bi darê zorê bi desteserkirina bazirganî û koletiyê ango şaristaniyê ve girê bidin, lê berxwedan û serhildanên wan ên dawî lê nayên hene. Şaristanî ne bi tenê nirxê zêde yê kapîtalîzmê (sermaye), sîstemeke koledar a xwînrij, mêtinkar û êşkencekar e ku li ser hîmê berhemê zêde (sermaye) yê pênc-şeş-heft hezar salî rûniştiye.
(SIBE DEWAM DIKE)