AKP ku hewl dide bi sextekariyan serbikeve serî li her rê û rêbazê dide. Li gorî dîmeneke ji aliyê welatiyan ve hatiye kişandin tê dîtin ku AKP çeteyên xwe yên Efrînê jî ji bo deng bidin aniye ser sindoqan.
https://www.youtube.com/watch?v=tY8WHUZk6PU
NAVENDA NÛÇEYAN – AKP ku îro li hemû bajarên Kurdistanê sextekarî kir, li Hatayê jî serî li sextekariyên mezin da. Hate zanîn ku AKP çeteyên xwe ji Efrînê aniye Hatayê û li wir deng dane. Piştî ku welatiyan ew li ser sûc zevt kirin, AKP’yî li vê yekê mikur hatin: “Ev ji Efrînê tên. Wê li vir deng bidin.”
Li navenda bajarê Hatayê welatiyan 4 otobusên ku plaqe li ser tine bûn, danê sibehê sekinandin.
Welatiyan pirsa “Çima plaqe li ser van wesayitan nîne” pirsîn û li ser vê yekê wezîfedarekî bi unîforma yê di wesayitê de destpêkê got, “Ev wesayita polîsan e.” Piştre jî li vê yekê mikur hat: “Li Efrînê wezîfedar in, wê li vir dengê xwe bidin. Em dibin û tînin.”
Kesekî di otobusê de jî belgeyek ji nîşaneya Midûriyeta Emniyeta Tirk û ala Sûriyeyê nîşan da û xwe da naskirin. Di kaxizê de wiha dihat nivîsandin: “Qerta Danasîna Wesayîtê ya Midûriyeta Emniyetê ya Koordînatoriya Efrînê. Nûmareya Wesayitê: 043 31 A0937.”