Li gorî encamên ne fermî HDP bi rêjeya sedî 11.83 dengan benda hilbijartinê derbas kir û li 11 bajarên Kurdistanê bû partiya yekemîn.
NAVENDA NÛÇEYAN – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku benda hilbijartinê derbas kir li 11 bajarên Kurdistanê bû partiya yekemîn. Li gorî encamên ne fermî li tevayî Kurdistan û Tirkiyeyê HDP’ di van saetan de 11.83 ji sedî deng girt û bi 74 parlamenteran çû meclîsê. HDP li Îdir, Wan, Colemêrg, Şirnex, Amed, Mêrdin, Dersim, Êlih, Agirî, Sêrt û Mûşê bû partiya yekemîn. Rêjeya dengên HDP’ê ku li Kurdistanê bû yekemîn wiha ye;
Amed: %65.78
Dersim: %51.25
Agirî: %62.60
Mêrdîn: %59.78
Êlih: %62.89
Şirnex: %70.79
Sêrt: %51.70
Colemêrg: %70.08
Wan: %59.50
Îdir: %43.85
Mûş: %49.81