C- Kapîtalîzm di nava rastiya civakî û şaristaniyê de li ku û çi demê cih digire?
8- Îslamiyet û Xiristiyantî: Îslamiyet û Xiristiyantî bêguman şaristanî ne. Di navbera herduyan de aliyên cihê û wekhev balkêş û girîng in. Tevî ku der barê rewş û bandora wan a di dîroka şaristaniyê de gelek tişt hatine gotin û nivîsandin jî şîroveyên di asta zanistî de kêm in. Di vê de para kesayetiyên di bin bandora wan de çêbûne diyarker e. Li derveyî Îslamiyet û Xiristiyantiyê çêkirina paradigmayê, di demên pêş de dibe ku ev yek bibe wezîfeyeke serketin jêre divê. Şîroveyên pozîtîf ên laîk bi xwe dînekî weke pûtperestiya çor e, bi giştî dînan, bi taybetî jî Cihûtî, Xiristiyantî û Îslamiyetê nikare analîz bike û nikare ji wan bibihure. Jixwe ji vê naverokê bêpar e.
Reformasyon û Rohnîbûn xweşkirina Xiristiyantiyê li gorî kapîtalîzmê temsîl dikin. Jixwe tê zanîn ku Ronesans li dijî Xiristiyantiyê tênekoşiyaye. Rohnîbûn ji qabîliyeta dijbertiya dîn û Xiristiyantiyê û ‘jê bihurînê’ bêpar e, ji xwegihandina rexnekirin û şîroveyeke hevgirtî jî dûr e.
Îslamiyet jî ji aliyê endamên xwe ve ji rexnekirinê jî wêdetir pirr zû di nava şerê mezheban de hişk bû. Bi qasî Xiristiyantiyê jî bi awayekî felsefî nehatiye şîrovekirin. Ronesans, reformasyon û rohnîbûna xwe hîç pêk neaniye. Hewldanên ‘jinûve îslamtî’ weke provokasyon û reaksiyonekê, di nava şertên kapîtalîzmê de ji têgihiştina desthilatdariya faşîst û milletperestiyê wêdetir ti maneyê îfade nake.
Em dikarin Îslamiyet û Xiristiyantiyê weke qonaxa duyemîn a şaristaniyê şîrove bikin. Di sedsalên 4. û 5. P.Z. de krîza giştî ya împaratoriya Romayê ketiyê, krîzeke şaristaniyê bû. Şaristaniya koledar a temenê wê li derdora 4000 salî, bi giştî di van salan de jihevdeketina wê bi lez dibe. Dîroknasan ev dused sal weke ‘sedsalên tarî’ bi nav kirin. Mirovatiya di bin nîrê civaka şareza de hewcedariyê bi rizgariyeke mezin û amûrên wê yên zêhnî û maddî dibîne. Li her deverê gera li armanc û amûran heye. Mirovatî di rewşeke welê de ye mîna ku ji xeweke bi kabûs hişyar bûbe. Roj ê hilê, lê diyar nîne wê çawa rohnî bike. Baweriyên kevin û sembolên pûtwarî li bazaran pênc quriş nakin. Împaratorên Romayê bi xwe jî wer li wan hatiye êdî serekî li perestgeha Jupîter nadin. Di vê demê de ku hewldanên di warê zêhnî û baweriyê de têra xwe xurtbûne, Xiristiyantî, Manîtî û Îslamiyet derdikevin. Ji lewra jî derketin û hilatina wan dabaşek e, tê fêhmkirin. Li vir pirsa hînê dijwartir ev e: hem Xiristiyantî hem jî Îslamiyet tevî ku ji sedî sed tevgerên siyasî ne jî çima bi israr xwe weke tevgerên ‘îlahî’ û ‘teolojîk’ ango weke dîn pêşkêş kirin? Em divê bersiva vê pirsê di rewşa me behskirî de, di lêgerîna întelektuel û rizgarîxwaziya demê de bibînin ku ev şêwe wê me zêdetir hîn bike. Têgihiştina wan a rêxistin, bername, guftûgo û fikrê, wê li ser mînakên berê şikilgirtî bimeşe.
Di vê de rêûresma herî girîng rêûresma pêxembertiya Brahîmî ye. Cara pêşî pêxember ê xeberê ji bo rizgariyê bidin. Bêyî bibe pêxember kes li pey milîtan an jî rewşenbîrekî ji xwe re bibêje ‘ez rizgarîxwazim’ naçe. Ji ber ku rêûresmeke gelekî bi kok e, şensê rêyeke din an jî alternatîfeke din, çênabe. Jixwe Manîtiyê hewl da rêûresmeke cihê biceribîne. Tevî ku naveroka wê xweş û rohnîtir bû jî ji ber rêûresmên kevin bi temamî bi ser neket. Ji lewra tevgerên bi koka xwe Rojhilata Naverastî, ji ber vê rêûresma dîrokî kirasê dînî li xwe dikin.
Ji lewra wexta mirov Îslamiyet û Xiristiyantiyê şîrove bike, divê mirov ji bîr neke ku rasterast du tevgerên siyasî ne ku kirasekî dînî li wan hatiye kirin. Me di vê nirxandina xwe ya kin de jî anî ziman rêûresma dînî ya Brahîmî heta formên dînî û mîtolojîk ên perestgehên rahibên Sumer û Misrê diçe û bi giranî teolojîk e. Bi têgîna Xwedê û îbadetên wî ve têkildar e. Ji bo şîroveyeke ji rîtuel (îbadet) û xwedayên Misr û Sumeran cihê bikin, gelekî hewldane. ‘Şîroveyên kêrhatî’ yên li ser navê pêxemberên navdar her pêşxistine. Mûsa, Samuel, Dawid, Silêman, Hezekîel, Îşaya û gelekên din ji van kesan in. Lê em dizanin ku ev kes di dema xwe de li dijî rejîmên despotîk xwedî mîsyoneke mezin a rizgarîxwaziyê ne.
Sedema wendabûna şopa Manîtiyê ew e ku li pêşî û pişta wê rêûresmeke tekûz bi vî rengî tinebû. Lê rêûresma Brahîmî tevî ku 1500 sal temenê xwe hebû jî heta dema Mesîh Îsa xwediyê serketineke bi sînor e. Nikarîbû ti şaristaniya bi koka xwe Misr û Mezopotamyayî têk bibe. Qraltiya piçûk a li Qudsê ava kir jî nikarîbû temen dirêj û bi tesîr bibe. Serketina wê ya herî mezin ew e ku ji bo mirovên bindest û yên li rizgariyê digeriyan timî dizanîbû bibe dengekî hêviyê. Bû navend û wicdanê xizanan, bi tevahî bindestan û yên ji ber nemrût û firewnan êş dikişandin, û kesên dixwestin li pey îdealan bibezin.
Eger em bûyera Hz. Îsa di vê çarçoveyê de deynin em ê baştir lê serwext bibin. Împaratoriya Romayê ji zû ve Qraltiya Qudsê fetih kiriye. Wexta hevkar (kahin) jî bi rêveberên Romayî re tevgeriyan, ji bo pêxemberê nû rewşa guncaw çêdibe. Her weha ji nava civakên Rojhilata Naverast a koledariya Romayê ew tîştîşî kir, ref bi ref ‘koleyên bêkar’, ango komên proleteran derketin. Gelek terîqet û pêxember çêbûne. Dibe ku Îsa Mesîh yek ji van kesan be ku li çarmîxê hatiye xistin. Ya rastî, gelek kes bi vî awayî hatine cezakirin. Îsa Mesîh (xilaskar) bi tenê dibe navekî sembol û nîşan. Dibe navê hevpar ê tevgera xizanan. Mirov dikare weke tevgereke sosyalîst a destpêkê qebûl bike. Ji sedî sed destpêkê tevgera koleyên direvin û xizanan e. Tevgera dawî ya kesê bi navê Îsa, meşa fethê ya Qudsê ye. Ango li pey qraltiyê ye: Qralê xizanan. Mîna Spartakusê Romayî ye. Lê ya wî bê şer e. Tevger piştî 12 hewariyan, nemaze piştî pêşnûmeyên pêşî yên Incîlê (materyalên îdeolojîk) û komikan dibe girseyî.
Saint Paul û hin hewarî gelekî çalak in. Împaratoriya Roma û Sasaniyan dişopînin. Grekî weke koma sereke ya du sê gelan li Anatolya Navîn û Rojava, li rojhilat Asûrî li herêmên Sasaniyan û li Bakur-Rojhilatê Anatolyayê Ermenî bi awayekî girseyî tevlî bûn. Di serî de Saint Paul, rewşenbîrên Cihûyan gelekî çalak in. Împaratoriyên Roma û Sasaniyan ji bingehên wan ên civakî ve dihejînin. Bi temamî dibin tevgereke siyasî. Piştî ku Bîzans (Kostantînopolîs) weke Romaya Rojhilat cihê bû, li pey wê Xiristiyantî dibe dînê fermî. Nakokî di vir de ye. Doktrîna weke li ser hîmê dijbertiya Romayê derket, dibe dînê fermî yê beşekî mezin ê Romayê, dibe îdeolojiya wê. Ev rewş hem parçebûnê bi lez dike, hem jî împaratoriyê vediguherîne û temenê wan dirêj dike.
Dîroka Romaya Rojava û Rojhilat tê zanîn. Diyar e ku ev pêvajo di navbera rêveber û giregirên Xiristiyan de rê li ber guftûgoyeke mezin û cihêbûnê vedike. Gelek mezheb çêdibin. Guftûgo teolojîk e (Monofîzît, Dîofîzît), lê di cewherê xwe de bi temamî siyasî ye. Beşekî wan dîsa xwe vedikişîne nav xebatên bin erdê ango xebatên veşartî, lê beşekî mezin di nava herdu Romayan de dibin hevparên xurt ên siyasî û ekonomîk. Ji maskeya îdeolojiyê siyaset û ekonomî tê xwarê. Xiristiyantî ji dîn derdikeve, vediguhere şaristaniyê. Di dîroka Ewrûpayê de cara pêşî bi kirasê dîn, mirov gav diavêjin şaristaniyê û ev yek jî encama çalakiya siyasî û teolojîk a Xiristiyantiyê ye ku min bi kurtî anî ziman.
Xiristiyantî di sedsala 10. P.Z. de kengî derbasî Bakur û Bakur-Rojhilatê Ewrûpayê bû, mîsyona xwe ya dîrokî ya pêşî bi awayekî serketî temam kir. Piştre nemaze bi pêvajoya jêre ‘kapîtalîstbûyîn’ tê gotin xwe li pêngaveke nû ya dinyayê radikişîne. Xiristiyantiya li Anatolya û Mezopotamyayê jî ango gelên Grek, Armenia û Asûriyayê jî berê li ser hîmê şaristaniya Bîzansê, paşê jî li dora dêrên serbixwe dikevin pêvajoya şaristaniyeke aliyê wê yê manewî zêde; ji ber ku ‘gelên Xiristiyan in’ ev yek ê bi awayekî stratejîk bandorê li çarenûsa wan bike. Nexasim ji ber ku dibin hedefa Îslamê, gelek encam û bûyerên trajîk diqewimin.
Çîroka derketina şaristaniya Îslamê jî bi rêûresmeke bi heman rengî dest pê dike. Bajarê Mekkeyê li cihekî welê ye, rêyên bazirganiyê yên sereke yên Derya Sor-Xelîç, Yemen, Hebeşîstan û Şamê lê digihin hev. Rêveberiya arîstokratîk û hiyerarşîk a qebîleya Qureyş a ereb pêk hatiye. Qebîleya Qureyş bi temamî bazirgan e, pûtperest e. Sermayeyeke bazirganiyê ya diyar, çêbûye. Tevî Cihûtî, Zerdeştî û Xiristiyantiyê gelek aqîdeyên din jî li derdor û naverastê hene. Kurê Hz. Brahîm ê ji Hacerê Simaîl (yên ji qebîleya Ibraniyan qutbûyî) li dora bîra Zemzemê xaniyekî piçûk an jî holikekê ava dike. Perestgeha pêşî ev e. Lê paşê pût di hundirê wê de têne bi cihkirin. Di dema Hz. Muhammed de sê pûtên girîng hene: Laat, Menaat û Ûzza. Di Ayetên Şeytanî de wan dikin çîrok: Hz. Muhammed ji qebîleyeke xizan a Qureyşiyan di nava malbateke xizan de tê dinê.
Bi giştî welatên xwe misilman dihesibînin Îslamiyetê, nemaze jî jiyana Hz. Muhammed nikarin bixin ber lêkolîneke sosyolojîk û ji vê dûr digirin. Mîna ku hin tiştên jê ditirsin hene. Şêweyekî jiyana civakî yan jî fikrekî di dîn de nekeve ber lêkolîneke sosyolojîk, rohnîbûneke rastî çênabe. Eger ev neyê kirin, wê wextê Rojhilata Naverast wê her tim meydanek be ku DYE û hevgirtiyên wê hespên xwe lê bibezînin. Dîsa ji bo mirov Hz. Muhammed baş fêhm bike, rêya herî baş lêkolînên civakî ne. Civak bi helwesteke bi vî rengî naxisire. Ewrûpa ji ber ku bi helwesteke bi vî rengî rabû, lê rohnîbûn çêbû. Rojhilata Naverast heta bi destê xwe, xwe rohnî neke wê nikaribe şoreşa fikrê bike. Analîzkirina Hz. Muhammed dikare bibe yek ji gavên pêşî yên şoreşa fikrê. Dem, kesayet û çalakiya wî ji bo vê yekê li cih e. (Qebîleya Ebdulmenaf-Haşimî, bavê wî Ebdullah e.) Di karwanê bazirgana jin Xetîceyê de bi berdêla pargirtina ji karê diçe seferên Şamê. Dikeve bin tesîra rahibên Suryanî. Bi giranî rola Cihûyan di bazirganiyê de heye. Nakokî hê ji destpêkê ve hene.
Zewaca bi Xetîcê re rewşeke nû diafirîne. Li derdorê gotina ‘pêxemberê axir zeman’ digere. Dîsa namzetê vê yekê gelek in. Û heta namzetên jin jî hene. Li gorî min, Hz. Muhammed ji Xetîceyê gelek tiştan hîn dibe. Ji ber ku ji bo bibe bazirganeke jin û dewlemend hewcedarî bi hostatiyê heye. Bi îhtimaleke mezin; dibe ku cara pêşî wê bi ber guhê wî xistibe da ku bibe pêxember. Yekîtiya di navbera herduyan de ji sedî sed kakilê wê gera li desthilatdariyê ye. Arîstokrasiya Qureyş ji ber rêûresmên xwe yên paşverû (pûtan) di wê rewşê de nîne ku bibe dewlet. Cihû û Xiristiyan bê bandor in, û nayên qebûlkirin. Her weha nakokiya maddî jî heye. Çîroka Hacer-Simaîl çîrokeke Ereban e; îlhamê dide. Terîqet û baweriyên li dewrûbera xwe nas dike. Gelekî baş dibîne ku wê yek ji wan nikaribe armancên wî bi cih bîne, ango wê nikaribe di çarçoveya Erebistanê de yekîtiya siyasî ava bike. Bi handan û teşwîqa Xetîceyê bi vê rolê radibe û ji bo wê dibe namzet. Weke rêûresma îdeolojîk milê Brahîm ê Ereb jixwe li ber serê wî ye, zehmet nîne yê mayî jî ji rahibên Suryaniyan ên jêhatî hîn bibe.
Wehiya der barê pêxembertiya wî de cara pêşî di sala 610 P.Z. de tê. Di demeke welê de wehî tê, şerê di navbera Bîzans û Sasaniyan de gelekî dijwar e. Ev rewş ji bo nîvgirava Erebistanê weke şensekî tê dîtin. Li pêşiya wî du astengî hene; Qureyş û koloniyên Cihûyan. Pêxembertî ji destpêkê ve tê maneya lîdertiya siyasî. Jixwe bi awayekî din jî ne mumkin e. Bi tevahî peyamên têne dayîn li gorî dewletmendan e. Gava tê avêtin ber bi împaratoriyeke nû ya Rojhilata Naverast ve ye. Îdeolojiya Cihû ya têra xwe hatiye nûkirin û aktualîzekirin bi pêşengiya Ereban li tevahiya gelan tê vekirin û bi vî awayî tengasî li dawiyê tê hiştin. Jiyana nû bi şêwazên nû yên îbadetê tê sembolîzekirin; bi taktîk û stratejiyeke baş li çar aliyê dinyayê belav dibe. Mirov dikare Îslamiyetê weke tevgereke berfireh a pêşî ya enternasyonalîst jî bi nav bike. Bi kurtî, bi îdolojî, bernameya siyasî, rêbertî, stratejî û taktîkên xwe, weke tevgereke siyasî ya şaristaniyeke mînak wê gav bi gav mohra xwe li dîrokê bide û pêşde biçe.
Balkêş e, navê Îslamê maneya xwe aştî ye. Dibe ku pêşbîniya pêvajoyeke gelekî bi şer dike, ji lewra jî aştiyê li pêş digire. Divê berê xwe bide sê hedefên bingehîn: arîstokrasiya Qureyş, împaratoriyên Sasanî û Bîzansê. Li Mekkeyê berê xwe dide hedefa pêşî û ev jî bi nefiyê (Hîcret) bi encam dibe (622 P.Z.). Li Medîneyê hevpeymana civakî ya pêşî amade dike. Ji bilî çend arîstokratên qebîle û eşîran ev hevpeyman bi giranî li hesabê pirraniya qebîleyan tê. Cenneta soza wê hatiye dayîn milkê Bîzans û Sasaniyan e, cehennem jî şêwazê berê yê jiyanê ye. Jixwe jiyana li çolê pirranî cehennemê tîna bîra mirov. Piştî ku êrişên pêşî yên Qureyşiyan dişkînin (Bedir, Ûhûd, Xendeq) encam diyar dibe. Derketina cumhûriyeta (demokrasî) pêşî ya ereb li ser hemana ye. Guftûgo û civîn (camî, komê tîne bîra mirov) zêde ne. Berevajî tê zenkirin, camiyên pêşî ne cihê îbadetê, lê cihê civîn, hatina cem hev û guftûgoyê ne.
Arîstokrasî û serekê wê Muawiye ku demekê desthilatdarî ji destê wan hatibû derxistin, bi manewrayên nû (pirr normal e ku gelekî bûne hoste) piştî wefata Hz. Muhammed (632) gav bi gav ji nû ve desthilatdarî xistin destê xwe. Bi kuştina mirovê bawermend û xwedî pîvan Hz. Elî, rêya siltantî (qraltî) li Muawiye û silaleya wî vedibe. Bi kuştina Hz. Husên bi awayekî trajîk li Kerbelayê wê silaleya pêxember girîngiya xwe ya polîtîk kêm bibe. Lê klîkeke nû ya bazirganên ereb wê ne bi tenê li nîvgiravê, li ser tevahiya mal û milkê Bîzans û Sasaniyan wê heq îdîa bike. Tevgera mezin a fethê wê li pey hev bibe xwediyê serketinan. Cihû û Xiristiyanên li nîvgiravê ji wan kesan in ku wê herî pêşî têk biçin. Di salên 650 P.Z. de tevahiya erdê Sasaniyan, beşekî mezin ê Bîzansê û Bakurê Efrîkayê hatibû fetihkirin û êdî hatibûn ber deriyên Konstantînopolîsê.
Em vî şêwazê fetihkirina bi lez dikarin bişibînin şêwazê Skender. Çawa ku wî jî ruhê qebîletiya Makedon û felsefeya Yewnan kir yek û pê bi bayê brûskê fetih kirin û di encamê de rê li ber çandeke maddî û manewî vekir. Mêrxasiya qebîleyên Erebistanê ya xwe dispêre mîraseke bi kok bi ruhê baweriya dînê nû sentez dibe û bi hêza fethekê di şerên fethê yên Skenderwarî de bi ser dikevin. Qonaxa duyemîn milê herî girîng ê şaristaniyê pêk tîne. Di pêngava herî mezin û dawî ya şaristanî û çandî ya Rojhilat de bi ser dikeve. Di çîroka Îslamê de ya balkêş ew e ku mîna Xiristiyantiyê ne piştî sêsed salî, lê bi îlan û belavbûna wê re bi desthilatdariyê re ket zikhev û weke desthilatdariyê derket holê. Bi vî awayî bindest, xizan û kedkarên rastî yên keda wan di mezinkirina Îslamê de hebûn wê bi lez ji desthilatdariyê bêne dûrkirin, bi ruhên birçî, teze û qebîleyên asî wê bi dewleteke bi qudret a li dora mizgeft û qesrên cennetwarî xwe bi rêxistinkirî ji bo avakirina şaristaniyekê gav were avêtin. Klaneke bazirgan a bajarekî piçûk di demeke pirr kin de (650-640 P.Z.) bû împaratoriyek, ji lewra di çarçoveya siyasî de ji aliyê zanistî-civaknasî ve û bi perspektîfeke dînî analîzkirina vê bûyerê wê gelekî mirov hîn bike.
Li gorî şîroveya min a şexsî, demeke dirêj tinebûna desthilatiyê li nava Erebistanê, kaosa civakî (şerên qebîleyan), împaratoriyên Sasanî û Bîzansê xwedî xisletên qonaxa yekemîn in, û xisletên kesayeta Hz. Muhammed dikarin vê çîroka desthilatdariyê rave bikin. Ango dikarin rave bikin ka çawa bi lez Îslamiyet bûye desthilatdarî. Bi tevahî deverên şaristaniya rêûresmî ya Rojhilata Naverast fetih dike, heta bi Asya Navîn, hundirê Qefqasyayê, keviyên Başûr-Rojhilatê Asyayê (Endonezya, Malezya), li du nîvgiravên girîng ên Başûr-Rojava û Başûr-Rojhilatê Ewrûpayê Îberîk û Balkanan belav bû.
Tevî ku evçend tevgereke mezin a eskerî û siyasî ye, gotineke dînî weke Îslamê rewşê baş rave nake. Rastiyê dinixumîne, wê piştperde dike. Îslam navekî sembolîk e. Têgînên weke pêxember û Ellah ji zû ve ji aliyê Ibraniyan ve hatine çêkirin. Cihûyên Medîneyê rexne dikirin û digotin ‘Dînê me ji me didize, li dijî me bi kar tîne’. Ez yeqîn dikim vê rexneyê Hz. Muhammed gelekî zivêr û hêrs kiriye. Ji aliyê sosyolojîk ve mezinkirina qral û alîkarên wî mirov weke kok dikare bibe heta mîtolojiyên Sumer û Misrê. Lê naveroka Hz. Muhammed daye têgîna Ellah têra xwe ew cihê kiriye. Ellah tiştekî welê ye, mîna enerjiya gerdûnê ye. Mefhûm û têgîneke pêşketî ye. Lê di vî warî de alimên Îslamê nikarîbûne şîroveyên sosyolojîk bikin. Şertên Îmanê mîna rêzik û pîvanên teorîk in. Bi îbadetan jî girêdana bi Îslamê tê xurtkirin û zindî tê hiştin. Bi van, bersiva beşekî mezin ê pêdiviyên huqûqî û exlaqî yên demê hatiye dayîn. Ji bo berdariya cotkarî û bazirganiyê huqûq hatiye danîn ango ilmê fiqhê pêşketiye. Bi awayekî pirr dijwar bi ser şêwazê jiyanê yê îdeolojîk de ê ji qonaxa yekemîn a koledar mayî, çûye. Kafirtî têgîneke welê ye, bi maneya ‘yê din’ e ku divê were tinekirin. Pirranîtiya îdeolojîk mafek e ku bi tenê ji bo rêûresma Brahîmî tê qebûlkirin.
Îslamiyet li gorî Xiristiyantiyê zêdetir deriyên wê li laîktiyê vekirî ne. Bi awayekî objektîv ev welê ye. Lê belê şerekî dijwar ê li dijî şêwazê jiyana kevin bi xwe re encamên gelekî neyênî anîne. Çandên dîrokî yên gelan û baweriyên wan kirine bahane, (tevî Xiristiyantiyê) bi vî awayî yan ew asîmîle kirine, yan jî tine kirine: mînak weke Zerdeştî û Manîtiyê. Jiyana nû ya aniye rê li arîstokrasiya feodal vekiriye. Li şûna dualîtiya Qral-Xwedê dualîtiya Xwedê-Siya Wî Siltan cih digire. Di encamê de siltanên despotîk bivênevê çêbûne. Îslam weke dîn qabîliyeta wê ya pêşîgirtina li despotîzmê tineye. Û heta mirov dikare vê yekê, zêdetir ji bo Xiristiyantiyê jî bibêje. Bi qasî ku li monarşiyê vekiriye, rahibtî jî kiriye hevparê desthilatdariyeke pêşketî. Herdu dîn jî weke dewlet beşên li derveyî şaristaniyê ji asta koletiya klasîk siviktir (ji hin aliyên xwe ve ji berê neyênîtir) di asta serftî û evdîtiyê de bi hostayî girtine. Herdu dîn jî bi temamî li dijî koletiyê nînin. Xisleta herduyan e, hem desthilatdariya hiyerarşîk û hem jî ya dewletê bi awayekî xurttir diparêzin. Herdu dîn jî xwediyê wê naverokê ne ku pêşketina qewmî han didin û teşwîq dikin.
Ji aliyê zeman û mekan ve, tevî ku di qonaxa duyemîn de tevlî çemê sereke yê şaristaniyê bûne jî, herdu dînan jî (Cihûtî jî di navê de) ne pirsgirêkên di navbera klîkên yekdestdar ên serdest de çareser kirine, ne jî ji pirsgirêkên dad û azadiyê yên hêzên civakên demokratîk ên li derveyî şaristaniyê re çareserî dîtine. Berevajî, di qonaxa duyemîn de pirsgirêkên şer, azadî û dadê girantir kirine.
a- Li kulmozên desthilatdariyê yên yekdestdar ên nû zêde bûne, li beramberî vê berdariya cotkarî û pîşekariyê zêde nebûye. Aliyên li ser berhemê zêde şer dikin zêde bûne. Mîregtî (prenstî) bi qasî siltanan (monark) bûne hêmanên yekdestdariyê. Xanedan zêdebûne. Li gorî qonaxên berê yên para xwe dixwazin têra xwe pirrbûne. Mîna çîna navîn, wexta para xwe negirtiye timî şer derxistiye. Li Ewrûpayê, li Rûsyayê şerê derebegan gelekî çêbûye. Monarkan burokrasî berfirehkirine û bi vî awayî pirsgirêkên xwe yên hatina aboriyê mezin kirine.
b- Yên bi armanca dad, azadî û rizgariyê ketibûn herdu dînan, kengî negihiştin hêvî û bendewariyên xwe, bi mezhebên cur bi cur her tim li ber xwe dan.
c- Li şûna ku çanda manewî were xurtkirin û pêşdebirin, çanda berê ya jêre digotin ‘tarîtiya serdema navîn’ tine kirin û ya nû jî daneanîn şûna wê, di dewsa vê de bi guftûgoyên bê dawî yên teolojî û mezheban ji aliyê zêhnî ve ji dinyayê û dîrokê (dîrok daxistin asta çîrokên dînî) qut bûn, mîna îrade tine were hesibandin, mirov ji xwe wêdetir, bûn mîna siya xwe. Mirovên bûn êsîrê pêjnên cennet û cehennemê, ketin rewşekê ku xema wan dinya nebû û jiyan jî bêkêr dîtin. Lê klîkên yekdestdariyê ji avakirina qesr û kelhên cennetwarî paşve neman. Felsefe û çanda bajêr li gorî ya berê paşve ma.
d- Ya herî xeternak jî ew bû ku bi slogana li ezman xwedayê bi tenê, li jêr jî siltanê bi tenê li rûyê erdê ji bo belavkirina tevahiya desthilatdariya xwe bi navê ‘fetha cîhanê’ şerên wan ên texrîbkar serdema destpêkê jî li dawiyê hiştine. Şerê li ser navê xwedayan, ji şerê xwedayan zêdetir xira kiriye û talan kiriye. Ji qonaxa pêşî qat bi qat zêdetir belavbûne û mêtingehên xwe fireh kirine. Şerên ji bo ummetê li gorî serdema destpêkê hînê sîstematîkî û domdar bûne. Şerên mezhebî ketine rewşekê, êdî derketina ji navê zehmet bûye.
(SIBE DEWAM DIKE)