HPG’ê nasnameya 5 gerîlayên 17’ê Hezîranê li navçeya Şemzînan a Colemêrgê di şer de şehîd bûn eşkere kir.
NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Li dijî êrîşên deshilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ya li hemberî gelê Kurd, gerîlayên Kurdistanê bi rengekî bêhempa têdikoşin.”
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, “Faşîzmê van sê salên dawî bi teknîka xwe ya herî pêşketî dest bi êrîşan kir û xwest gerîla biqedîne. Berxwedana gel û gerîlayên Kurdistanê pêşî li van polîtîkayên dijmin girt. Artêşa TC a ku li pêşberî gerîla bêçare maye, dîn û har bûye, bi balafirên şer û teknîka giran hewl dide encamê bigire. Yek ji van êrîşan jî 17’ê Hezîranê li qada Govendê ya li navçeya Şemzînan a Colemêrgê hate kirin. Ji ber vê êrîşê 5 gerîlayên me şehîd bûn.”
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan:
Nasnav: Çavreş Amed Nav paşnav: Xebat Açikgoz Cihê jidayikbûnê: Amed Dayik-Bav: Makbûle-Veysî Dem û cihê şehadetê: 17’ê Hezîrana 2018’an / Colemêrg |
Nasnav: Delîl Yildiz Nav paşnav: Vedat Îşleyen Cihê jidayikbûnê: Wan Dayik-Bav: Sitî-Mehmet Dem û cihê şehadetê: 17’ê Hezîrana 2018’an / Colemêrg |
Nasnav: Sara Star Serhat Nav paşnav: Leyla Yildiz Cihê jidayikbûnê: Wan Dayik-Bav: Hazal-Îhsan Dem û cihê şehadetê: 17’ê Hezîrana 2018’an / Colemêrg |
Nasnav: Welat Şemzînan Nav paşnav: Fîkret Caglil Cihê jidayikbûnê: Colemêrg Dayik-Bav: Kiymet-Tacdîn Dem û cihê şehadetê: 17’ê Hezîrana 2018’an / Colemêrg |
Nasnav: Zerdeşt Giravî Nav paşnav: Diyadîn Gul Cihê jidayikbûnê: Wan Dayik-Bav: Hazal-Huseyîn Dem û cihê şehadetê: 17’ê Hezîrana 2018’an / Colemêrg |