Parlamentera HDP’ê ya 22 salî Dersîm Dag a li Amedê hat hilbijartin, diyar kir ku ew ê pirsgirêkên ciwanan bibe Meclîsê û got: “Hedefa min a sereke ew e ku bi parlamenterên ciwan ên mûxalîf re Meclîsa Ciwanan ava bikim.”
NAVENDA NÛÇEYAN – Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dersim Dag a 22 salî ku li Amedê hat hilbijartin, hedef dike ku di Meclîsê de nûnertiya ciwan û jinan bike. Dag, diyar kir ku di xebatên hilbijartinê yên 2 mehan de bi ciwanan re hatin gel hev û wiha axivî: “Sozên min dan ciwanan ezê hewl bidim bînim cih û ji niha de me dest bi xebatan kir. Hedefa min a sereke ew e ku bi parlamenterên ciwan ên mûxalîf re Meclîsa Ciwanan ava bikim. Em li dijî polîtîkayên pişavtinê yên li ser ciwanên Kurd çareseriyan pêş bixin. Di serî de em ê ji bo perwerdehiya zimanê dayîkê bixebitin. Ne tenê ji bo zimanê Kurdî, ji bo hemû zimanên din bibin zimanê perwerdê em ê bikevin nava hewldanan. Em ê bi hemû ciwanan re pirsgirêkên xwe çareser bikin.”
‘YEK JI ROJEVÊN ME YÊN SEREKE RAKIRINA OHALÊ YE’
Dag, da zanîn ku ew ê daxwazên ciwanan bibe Meclîsê û wiha bilêv kir: “Yek ji pirsgirêkên ciwanan ên din perwerde û bêkariye. Ji bo derbas kirina van pirsgirêkan em ê bixebitin. Rojava me ya din jî rakirina OHAL’ê ye. Em armanc dikin ku polîtîkayên hikûmetê yên li ser jinan biguhertin. Em baş dizanîn ji avakerên civakê ne. Berî her tiştî jinên hespî malan hatine kirin, em ê azad bikin. Emê bi namzetên ciwan ên HDP’ê yên qezenc nekirin re xebatên xwe bi rêve bibin û projeyên xwe bixin pratîkê. Di Meclîsê de ne ezê, dê ciwan hebin. Ezê tenê weke nûner li wir bin. Di Meclîsê de ezê bibim dengê ciwan û jinên ciwan.”