Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilê xwe re hevdîtin bikin cara 766’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
NAVENDA NÛÇEYAN – Ji parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Newroz Uysal, Serbay Koklu û Sînan Zîncîr, ji bo bi muwekilê xwe Oc re hevdîtin bikin cara 766’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Rêber Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heta niha 765 caran serî li serdozgeriyê dan û serlêdanê wan tim hatin redkirin. Dozgeriyê bi hinceta “Muxalefeta Hewayê heye”, “Keştî xerabe ye” û “OHAL” serlêdan red kirin.