LI SER RÊBAZÊ Û REJÎMA HEQÎQETÊ:
Rêbaz weke têgîn rê, hînbûyîn û nêzîkbûnên hestyarî û aqlane ne ku dikin mirov bi awayekî herî kurtebirr bigihîje armancên xwe û encamê. Kengî zelal bû ku wê kîjan rê te kurtebirr bigihîne hedefa herî rast, wê wextê rêbaz hatiye dîtin. Aliyê rêbazê yê erênî ew e ku hatiye ceribandin û serketina wê ya di warê encamdanê de ye. Ji ber ku dûrûdirêj hatiye ceribandin û paşê diyar dibe, rêwiyên wê yên pê eleqedar dest jê bernadin. Têkiliya murîd-murşîdan tîne hişê mirov.
Di kûrahiya dîrokê de rêbaza pêşî ya em lê rast tên û em hewl didin maneyê bidinê, nêzîkbûna mîtolojîk9 a ji bo tevahiya bûyer û têgihiştinan e. Bi maneya teng mîtolojî jî rêbazek e; rêbaza eşkerekirina heqîqetê ye. Li pişt mîtolojiyê têgihiştina li gerdûnekê heye. Di mîtolojiyê de xweza bi ruh û ruhberan tijî ye. Herçiqasî di roja me ya îro de ev yek weke baweriyeke zarokane were dîtin jî wexta mirov asta zanistê ya gihiştiyê li ber çav bigire ya rastî mirovê bibîne ku ev rêbaz bi qasî tê gotin şaş nîne. Têgihiştinên rêbazê yên mirî, bêruh û mehrûmê dînamîzmê, ji mîtolojiyê bêhtir ji maneyê bêpar in.
Têkiliya helwesta mîtolojîk bi jiyanê re ji sedî sed hawîrdorparêz e, ji qederê dûr e, determînîst10 nîne û zêdetir deriyê wê li azadiyê vekiriye. Ev têgihiştina jiyanê ya bi xwezayîbûnê re li hev dike, komên mirovan heta serdema dînên mezin rengîn û bi coş kiriye. Destan, çîvanok û mîtolojiyên bi pîroziyan barkirî, bi taybetî zêhniyeta bingehîn a jiyana serdema neolîtîk e. Çîvanok bi objektîvîteyê re li hev nake, ev nayê wê maneyê ku wê şîroveyên manedar der barê naveroka wê de neyên kirin. Li ser mîtolojiyan mirov dikare şîroveyên gelekî giranbuha bike. Bêyî van şîroveyan dîrokê pirr kêm were fêhmkirin. Ji bo mirov karibe komên mirovan ên demeke xwe ya dirêj bi çîvanokan bihurandine fêhm bike, weke rêbaza bingehîn mîtolojî xwedî cihekî girîng e ku dest jê nabe. Rêbazên zanistî yên weke dijberê rêbaza mîtolojîk roja me ya îro derdikevin meydanê, bi delîl hatiye piştrastkirin ku piraniya wan bi xwe ji mîtolojiyê pêve ne ti tiştekî din in.
Dogmayên dînên yekxwedahebîn, rêbaza zanistî ya dewama wan e ku îdîa dike bi qanûnên mutleq dixebite, rêbaza mîtolojîk têra xwe piçûk xistine û divê îtîbara maneyên mîtolojîk paşve bê dayîn. Mîtolojî xizmên utopyayan in, û şêwazekî zêhnî û maneyê ne ku mirov nikare jê bigere. Bê mîtolojî (destan, çîvanok) û bê utopya hiştina zêhnê mirov dişibe tî hiştina bedena mirov. Baş tê fêhmkirin ku zêhnê mirov. ê tevahiya zêhnê ruhberan e, nabe ku ev çarçoveya dewlemend a zêhnê mirov tenê bi zêhniyeteke analîtîk a matematîk were ravekirin. Ev bi jiyanê re li hev nake. Çawa ku zêhnê bi mîlyonan ruhberî matematîkê nas nake, nabe ku zêhnê mirov ê tevahiya zêhnê ruhberan e, bi matematîkê were sînordarkirin. Jixwe wexta matematîk cara pêşî hat dîtin ku vedîtineke şaristaniya Sumeran e, weke rola wê ya esasî di hesabdariya berhemê zêde de hatiye bikaranîn. Roja me ya îro mentiqê mirov hema bêjin bûye mîna mekîneyeke hesêb. Baş e, zêhnê bi mîlyonan ruhberî, heta tevgerên pirtikên jêr atoman, mezinahiyên bi pîvanên astronomîk nayên hesibandin, em ê bi çi û çawa fêhm bikin? Eşkere ye, hêza matematîkê têra van gerdûnên mîkro û makro nake. Qet nebe divê em deriyên xwe li rêbazên nû yên maneyê vekirî bihêlin da ku em yekser xwe bi dogmayan nefetisînin.
Nabe ku mirov hisên zindî piçûk bibîne. Li ser navê jiyanê çi heye di HISAN de veşartî ye. Mirov nikare bibêje; ev hisên makro û mîkro ji gerdûnan serbixwe ne. Ya hînê nêzî têgihiştinê ew e ku mirov bibêje; cîhana van his û pêjnan taybetiyeke bingehîn a gerdûnê ye. Ji ber vê, rêbaza mîtolojîk ji bo serwextbûna li gerdûnê ewqas jî bê qîmet nîne. Dibe ku herî kêm bi qasî rêbaza zanistî ji bo em li gerdûnê serwext bibin, bi kêr bê.
Ji têgihiştina mîtolojîk derbasbûna têgihiştina dînî ya dogmatîk qonaxeke mezin e. Têkîliyeke xurt di navbera vê derbasbûnê û dagirkirina qada zêhnî ji aliyê veguherîna civakî ya xwe disipêre hiyerarşî û çînîbûnê de heye. Pêdiviya hikumdar û mêtinkaran bi dogmayên neyêne guftûgokirin heye. Nirxên tabû yên pîroz in, gotinên Xwedê ne, û nabe mirov destê xwe bide wan, li dogmayan tê barkirin. Têkiliya vê bi desthilatdarî û mêtingeriyê wan heye, têkiliya vê bi berjewendiyên wan ên çînî û hiyarerşîk re heye. Bi van dogmayan desthilatdarî û mêtingeriya xwe, berjewendiyên xwe yên çînî û hiyarerşîk veşartine û rewa kirine. Di têgihiştinekê de çiqas hikmekî hişk hebe, li wir ew çend zordarî û mêtingerî veşartiye.
Helwest û nêzîkatiyên dînî di dîroka mirovatiyê de piştî dema mîtolojîk pêvajoya herî demdirêj e. Mirov dikare vê demê bi dîroka nivîsê bide destpêkirin. Yan jî pirr hindikî beriya wê, piştî wê. Ya divê em fêhm bikin ew e, ka çima ev çend hewcedarî bi helwesta dînî hatiye dîtin. Eşkere ye, ev helwest rêbazek e. Li gorî nêzîkatiya dînî, ya esas di armanca jiyanê û rêya gihiştina rastiyê de ew e, mirov li gorî GOTINÊN weke yên îlahên ji xweza û civakê wêdetir (mezintir) qebûlkirî tên nîşan dan, tevbigere. Kengî ji van gotinan derket; hînê li heyatê be tê berbendkirin, her cure koletî rewa dibe, piştî mirinê jî dibe cihennemî. Em li ber wê qonaxê ne ku êdî xwedayên bi maske têne afirandin. Êdî mirov bi hêsayî têderdixe ku ev xweda di heman demê de ew despot û şef e, fermanan dide û civakê dikoje. Pirr zêde bi maskekirina van xwedayan, têkiliya wê ji nêz ve bi xapandina têgihiştina mirov re heye. Jixwe wexta despot pêşî derketin ser dika dîrokê jî xwe weke qral-xweda bi nav kirin ku vê xusûsê jî baş rave dike. Paşê weke gelek caran di dîrokê de hatiye dîtin gotinên xwe kirin qanûn û weke heqîqetên mutleq pêşkêş kirin. Herçend mêtingerî û zordarî xurt bû, rêbaza dogmatîk a dînî jî kirin rêya sereke ya mirovî; ya rastî, weke rastiyeke civakê hat avakirin. Di bin hikmê van despotên bi maskeya xweda de jiyan li mirovan hat herimandin û bi vê rêbazê ji bo koletiya demdirêj serî li mirovan hat tewandin.
Zêhnê mirovan hînî rêbaza dînî bûye. Ev jî nuqteyeke girîng e. Ji ber ku bi rêûresmên hişk ên hezar salan li komên mirovan serî tewandin û ev koletî jî rewa kirin. Têgihiştina baweriya bi qederê jî bi kok û zexm kirin. Şerên hov û mêtingeriyên mezin bi saya vê rêbazê mumkîn bûne: li gorî gotina pîroz û fermana Xwedê jiyan! Bêguman ev rêbaz derfet û îmkanên baş dide kesên di asta rêveberiyê de ne. Bi vê, diyalektîka11 kerî û şivan hatiye danîn. Koletî weke qonaxeke pêşketinê ya diviyabû biqewime hatiye pêşkêşkirin û heta ji wê jî wêdetir bi têgihiştina civaka naguhere rastiya xwezayî li ser vî hîmî hatiye cemidandin. Li aliyekî têgihiştina civak û xwezayeke cangiran, li aliyê din têgihiştina xwedayê hikim dike û rêve dibe, bi eşqeke her tiştî diafirîne û gelekî çalak e. Bi vî awayî têkiliyeke diyalektîkî bi zorê hatiye danîn. Eger em bibêjin; vê têgihiştin û rêbazê serdema Destpêk û Navîn rêve biriye, wê gotina me neyê wê maneyê ku me mesele zêde mezin kiriye.
Aliyê rêbaza dogmatîk ê mirov jê fikaran bike ew e ku li şûna têgihiştina xwezaya zindî ya xwe bi xwe diberide, rêyeke sekan a bi fermanên ji derve yê fermandarê mezin li ser mirovatiyê ferz kiriye. Encama vê ya girîng li ser civakê ew e ku heman pêkhatinên cangiran û rêveberiya ji derve bi destê şivên pirr xwezayî nîşan daye. Ev rêbaz gelekî kevn e, û di serdema navîn de gihiştiye asta herî jor a ultra-subjektivizmê. Ji lewra cîhana objektîv hema bêje tine hatiye hesibandin û nayê fêhmkirin hatiye qebûlkirin. Dinya bûye xaneke demborî ya heyatê, îdealên ebedî û baqî jî weke şêwazê jiyana esas hatine qebûlkirin. Kî gelekî bi dogma û klîşeyan baş zanibe ew alim hatiye qebûlkirin û li mertebeya herî jor rûniştiye. Di dîrokê de ev rêya fikrê ya di karektera antî-mîtolojîk de, ji bo jiyanê gem bike û weke girtiyekî mehkûm bike, bûye xwedî roleke sereke.
Aliyê baş ê rêbaza dînî ew e ku di nav civakê de exlaq gelekî pêşde biriye. Di vê qonaxê de li bin navê vê rêbazê fikra qencî û xirabiyê pirr baş ji hev hatin kirin û weke hikmên mutleq hatin ferzkirin. Xusûsa vê rêbazê tê derxistiye ew e; zêhnê mirov qayişokî û nerm e, yanî bi hêsayî dikare şikil bigire. Mirov bi vê zêhniyetê ji alema heywanan a di bin xwe re cihê bûye û ev yek jî hîmê pêşketina exlaqî ye.
Bêyî exlaq mirov ne dikare bibe civak, ne jî dikare were rêvebirin. Di rêbazê de exlaq ji bo civakê rastiyeke rêveberiyê û pêkhatinek e, dest jê nabe. Bêyî ku mirov naveroka exlaq a pozîtîf û negatîf guftûgo bike, divê pêşketinên di vî warî de weke têgihiştin an jî hiseke civakî ya mirov nikare jê bigere qebûl bike. Bêguman exlaq têgihiştineke metafizîk e, lê ev xusûs exlaq bêqîmet û bê kêr nake. Eger mirov bibêje; exlaqê metafizîk ji yê serdema mîtolojîk çêtir e, bawer nakim ku em zêdegaviyê dikin. Nabe ku mirov civakê bê exlaq bifikire, belkî jî civaka bê exlaq weke dînozorên ji ber xwarin û gîha neslê wan qediya ye, belkî jî mirovê bê exlaq ew kes e, dawiyê li neslê xwe tîne yan jî hawîrdora cîhanê ya jiyan lê dibe diherimîne û dike ku jiyan lê nebe. Her du jî li heman bênderê ne, di encamê de mirov nikare hebûna nifşê xwe dewam bike. Jixwe di roja me ya îro de ji ber hilweşîna mezin a exlaq e ku pirsgirêkên hawîrdor û jîngehê gihiştine ber felaketê.
Ne tenê di dînên mezin de rêbaza dogmatîk12 di fikra Yewnan a klasîk de giraniya xwe heye. Di vê fikrê de cihê rêbaza diyalektîk û nêzîkatiyên objektîv gelekî bi sînor in. Rêbazên serdest di vê fikrê de îdealîzma Arîsto û Eflatûn e. Ew di serdema navîn de ji bo rêbaza dînî ya dogmatîk bûne palpişt û spartekên xurt. Eflatûn weke fîlozofê herî mezin ê îdealîzmê hatiye qebûlkirin û heta afirînerê wê ye yan jî wisa hatiye pejirandin û ev yek bûye sedem bi çavê pêxemberan lê were nêrîn. Ji lewra fîlozofê herî nêzî pêxemberiyê ye.
Helwestên pêxemberên her sê dînên mezin baş hatine stabîlîzekirin û nêzî damezrandina rêbaza dogmatîk in. Di her sê dînan de jî hêmanên damezrîneriya exlaqê metafizîk bi giranî hene. Li cem Bûda, Zerdeşt, Konfuçyûs û Sokrates exlaq derdikeve asta herî bilind. Bi taybetî jî Zerdeşt weke felsefeya bingehîn qencî û xirabî bi dualîteya tarî û rohniyê wekhev girtiye. Ev zanayên di dîrokê de cihê wan giranbuhane, di şexsê wan de mirovatiyê di qada exlaq de qonaxeke mezin bihurandiye.
Ji bo kapîtalîzm bibe sîstema dinyayê, têgihiştina li ‘rêbaza zanistî’ roleke girîng lîstiye. Roger, Francis Bacon û Descartes pêşengiya têgihiştina vê rêbaza nû kirine û bi hosteyî ferqa di navbera obje û sûbje de tê diyarkirin. Di rêbaza dogmatîk a serdema navîn de cihê obje û sûbjeyê zêde nînin. Weke siyekê xuya dikin û têne bikaranîn.
Ewrûpaya Rojava ya bi Ronesansê rabû ser piyan, bi Reforma di Xirîstiyantiyê de û bi şoreşa Rohnîbûnê ya felsefî rûyekî nû da obje û sûbjeyê, û bi vî awayî rêyeke nû vekir. Subjetîvîteya mirov û obejktîvîteya dinyayê du hêmanên bingehîn in, li serê quncik û goşeyê rûniştine. Rêbaza dogmatîk a gotina xwedê esas digire bi exlaq re qîmeta xwe wenda dike. Ya rastî, li şûna xwedayên berê yên bi maske û qralên li piştperdeyê, serdema xwedayên bê maske û qralên tazî destpê dike. Mêtingeriya kapîtalîstîk di vî şêwazî de xwediyê rola sereke ya tehrîkê ye. Îstîsmara bi navê karê, ji her alî ve hewce dibîne ku têgihiştin û fêhmkirina civakê biguhere. Sedema esasî ya di bin ‘rêbaza zanistî’ ya nû de ev hewcedarî û mecbûriyet e. Mirovatî û xweza bi îstîsmareke mezin re rûbirû hatine hiştin. Ev îstîsmara civakê wê bi hêsayî ji aliyê wijdanê (exlaq) wê ve neyê qebûlkirin, lê kengî karibe guhertineke mezin a zêhnî pêk bîne, hingî wê karibe xwe ji nû ve çêke. Ha ji bo vê yekê weke rêya rast a bingehîn barekî mezin dikeve ser milê ‘rêbazê’. Tê zanîn, ji bo guhertineke bi kok û ji dil Descartes ketiye nexweşiyeke mezin a şik û gumanê, ji her tiştî guman kiriye û di encamê de xwe avêtiye wî hikmê xwe yê meşhûr û gotiye: ‘Ez difikirim, wê wextê ez heme.’ Baş tê zanîn ku Bacon’î ji bo ‘objektîvîzmê’ pirr bi nazenînî tevgeriyane. Yên yekemîn; rê li ferd vekirine ku serbixwe bifikire, yên duyemîn jî derî li ferd vekirine ku çawa bixwaze bikaribe ‘objeyê’ bi kar bîne.
Di rêbaza zanistî de hewce dike ku mirov têgîna ‘objektivizmê’ ji nû ve û hûrûkûr şîrove bike. Ji bilî fikra analîtîk bedena mirov jî di navê de xweza hemû (zindî û ne zindî) weke obje tê binavkirin, ji bo kapîtalîzm karibe xweza û civakê bimije û hikim lê bike, vê rola bingehîn bi cih tîne. Eger mirov obje û sûbjeyê hûrûkûr ji hev neke û negihîne rewabûneke mezin, der barê serdema nû de wê veguherîna zêhnî çênebe.
Sûbje hêmanê herî rewa yê fikra analîtîk e, obje jî hêmanekî ‘maddî’ ye, her cure spekulasyon dikare li ser were kirin. Bi gotineke din ‘objektîvîteyê’ temsîl dike. Li ser vê cihêkirina ji hev a têgînan şerên mezin kirine. Şerê dêrê û zanistê divê mirov tenê weke xwelihevrakişandina ji bo ‘rastiyê’ nebîne. Di bin vî şerî de têkoşînên mezin ên civakî hene; bi awayekî din mirov dikare bibêje, civaka berê ya bi exlaq barkirî û civaka kapîtalîst a tazî ya dixwaze kirasê exlaqê ji xwe bike, xwe li hevdu radikişînin. Mesele bi tenê xwelihevrakişandina dêrê û zanistê jî nîne. Em hînê bi giştî bi civakê dakevin em ê bibînin; wijdanê civakê tevahiya dîrokê xwedî sîstemekê bû ku îstîsmar qedexe dikir, lanet dikir û guneh dihesiband. Li aliyê din projeya civakî ya nû ya kaptîtalîzmê ya ti qedexe, guneh û lanetê nas nake, dixwaze civakê heta dawiyê li mêtingerî û tehakumê veke. ‘Helwesta objektîv’ têgîna kilît a vê projeyê ye. Ev herdu sîstem pev diçin.
Fikra analîtîk bi têgihiştina ‘objektîvîzmê’ ti ‘nirx’ tineye nexe bin operasyonê. Ne tenê keda mirov, dikare bi tevahî xwezaya zindî û nezindî bixe tesarufa xwe û bike milkê xwe. Dikare bixe ber lêkolîn û lêgerînê û li ser her cure mêtingeriyê weke heq nîşan bide. Ji bilî sûbjeyên neqane, dikare her tiştî mekanîk bihesibîne û bi awayekî bêrehm îstîsmar bike û hukim lê bike. Civaka dewlet-netewe-welatî-ferd weke objeya bingehîn li dijî civak û xwezayê bi rêxistin hatiye kirin ‘vedîtinên nû ne’ û xwedî wê qudretê ne, her dînîtiyê bikin; komên mirovan qir bikin û hawîrdorê bikin ku jiyan lê nebe. Levîathanê13 berê mîna ku har bûye. Hema bêje ti obje nîne hukim lê neke û parçe neke. Divê baş were fêhmkirin ku nêzîkatiya objektîvîst a rêbaza zanistî weke têgîneke bêguneh were naskirin wê rê li ber felaketan, ji rê derketinan û heta komkujiyên bêrehm ên mîna engezîsyonên ji serdema navîn mayî veke. Bi taybetî divê were destnîşankirin ku nêzîkatiya objektîv têgîneke zanistî ya bêguneh nîne.
Eger ‘rêbaza zanistî’ weke amûrekî mezin ê cihêbûna çînî neyê fêhmkirin wê bêkêrî û îflasa sosyolojiyê ya di roja me ya îro de jî neyê ravekirin. Ez divê eşkere bibêjim ku min demekê ‘sosyalîzma zanistî’ weke zanista civakî ya bi îdîa didît, lê di îflaskirina wê de ‘rêbaza zanistî’ ya ‘objektîv’ xwedî roleke diyarker bû.
Sosyalîzma zanistî û şaxên wê hemû piştî avakirina sîstemên civakî û pêkanînên wan ên demdirêj ji hundir ve ji hev ketin, hilweşiyan an jî yekser ji kapîtalîzma dewletê ber bi kapîtalîzma taybet ve veguherîn, ev yek ji ber ‘rêbaza zanistî’ û têgihiştina wê ya ‘objektîvîzmê’ pêk dihat. Ez niha qîma xwe pê tînim ku bibêjim; kengî cihê van mijaran hat, ez ê bi firehî wan rave bikim. Naxwe ji niyeta durist a kesên bi baweriyeke mezin beşdarî têkoşîna sosyalîzmê bûn û hewldan, guman nayê kirin.
Pêkhatinên zanistî hemû yên roleke sereke didin cihêkirina obje-sûbje‘yê gelekî ji serxwebûna xwe hez dikin. Ewqasî dilê wan bi serxwebûna wan ve ye, îdîa dikin ku di ser her cure nirxên civakî de tevdigerin. Belkî jî li ser navê zanistê ji rê derketina mezin di van îdîayan de veşartiye. Belkî jî ti carî nehatiye dîtin ku zanist bi qasî serdema kapîtalîst serdemeke din ev çend bi sîstema serdest re bûye yek. Cîhana zanistê bi naverok û heta rêbaza xwe, hem hêza avakirinê ya sîstemê ye, hem jî hêza parastin û rewakirina wê ye. Rêbaza zanistê ya serdema kapîtalîzmê û zanistên li ser vî hîmî çêbûne, hem hêza danûstendina sîstemê ji bo karê ne, hem jî ew hêz e; di xelekên derve û hundir ê civakê de rê li ber zêdebûna şêniyan, bêkarî, birçîbûn, êş, krîz û şeran vedike. Ji lewra tê gotin ‘ZANIST HÊZ E’ û ev yek bi gewîtî14 hatiye gotin.
Belkî bê gotin; ma di vê de çi xirabî heye. Sîstema xwe bi zirxê bêgunehî û rewabûnê nuxumandiye, bi hêsayî dikare van gotinan bîne ziman û ev yek jî bi awayekî pirr xwezayî têne îfadekirin.
Eger di roja me ya îro de modernîteya kapîtalîst di parametreyên15 xwe hemûyan de nîşan dide ku wê nikaribe dewam bike, di vê yekê de para ‘rêbaza zanistî’ gelekî heye. Ji lewra gelekî girîng e ku wexta mirov sîstemê rexne bike divê mirov li rêbaza wê ya xwe dispêrê û ‘disîplîna zanistî’ ya derketiye holê bike. Rexneya sosyalîst jî di navê de qelsiya bingehîn a sîstema rexneyan hemûyan ew bû ku wexta rêbaza sîstemê ya xwe pê ava kiribû û dewam dike, rexne kirin heman rêbaz bi kar anîn. Jixwe rastiyeke civakî ya bi vê rêbazê hatiye avakirin heye, bi heman rêbazê çiqas were rexnekirin jî mirovê nikaribe xwe ji heman encamê rizgar bike. Baş tê zanîn, yên di rêyên berê de hatine xêzkirin dimeşin wê neçar bigihîjin wan gund û bajarên ew rê diçin wan, naxwe wê negihîjin devereke din. Sosyalîzma zanistî jî di navê de ya hatiye serê dijberên sîstemê jî ev e.