Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li navçeya Şiyê ya Efrînê agir berdan mala welatiyekî û mal bi temamî şewitandin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî çavkaniyê ji herêmê ragihandin çeteyên ketîbeya Sultan Silêman ku girêdayî dewleta Tirk a dagirkere li navçeya Şiyê ya Efrînê agir berdan mala welatiyê bi navê Mihemed Şindî.
Li gor çavkaniyê mala Şindî bi temamî şewitî û ji ber wê necar ma koçber bibe.