Jinên Ciwan ên Tekoşer li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê daxuyniyk da. Jinên ciwan bang li hemû jinên ciwan û ciwanan ki ku beşdarî çalakiya mertalên zindî ya li Binarê ya Qendîlê bibin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li bajarokê Sengeserê ya ser bi Ranya yê ve Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê daxuyanî da.
Daxuyanî ji aliyê endama Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer Zîlan Resul ve hate xwend.
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin;
“Dagirkeriya dewleta Tirk roj bi roj zêde dibe. Bêdengiya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê berdewame. Êrîşên dewleta Tirk jî ne tenê niha ne. Bi dehan sale êrîşên dewleta Tirk didomin. Ji ber êrîşan heya niha bi dehan welatiyên sivîl bûne qurbanî. Armanca dewleta Tirk ne PKK’ê ye, welatiyên Başûrê Kurdistanê ye. Ji ber ku dewleta Tirk hemû Kurdan ji bo xwe weke metirsî dibîne.”
Bi berdewamiya daxuyaniyê de Resul destnîşan kir; “Heya niha aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê nebûne xwedî helwest. Lewma dagirkerî gihîşt vê astê. Me dît li Şengalê çi rû da, niha weke jin em ê qet rê nedîn Şengalekî din li Başûrê Kurdistanê dubare bibe. Heya ku dagirkerî hebe, wê çalakî û xebata me berdewam bikin.
Em ê xwedî li xak û welatê xwe derkevîn. Me niha dest bi çalakiya mertalên zindî kiriye, li Binarê Qendîlê. Em bang li ciwanan û jinan dikin ku beşdarî çalakiyê bibin û xwedî li xaka xwe derkevin.”
Daxuyanî bi dirûşmeya, ‘Li dijî dagirkeriyê serî hilde, serî hilde serî hilde’ bi dawî bû.