YPG’ê nasnameyên 6 şervanên 3-4’ê Nîsanê li Çiyayê Hawarê yê navçeya Racoyê şehîd bûn eşkere kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, di vî şerî de gelek çete û leşkerên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya YPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, 3-4’ê Nîsana 2018’an li Çiyayê Hawarê yê li navçeya Raco ya Efrînê, li dijî leşker û çeteyên Tirk ên dagirker çalakî hatine lidarxistin.
Daxuyanî wiha ye:
Di çarçoveya Berxwedana Serdemê ya Efrînê a qonaxa duyemîn de hêzên me di 3-4’ê Nîsanê de li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker ku li Çiyayê Hawar ê li navçeya Raco ya Efrînê bi cih bûbûn, rêzeçalakî lidar xistin. Gelek çeperên dijmin hatin rûxandin û her wiha gelek leşker û çeteyên dijmin jî hatin kuştin. Lê belê di vê çalakiyê de hejmara mirî û birîndarên dijmin nehatiye zelalkirin. Di van pevçûnên dijwar de 6 hevrêyên me bi rihekî fedayî û heta guleya xwe ya dawîn şer kir û gihaştin şehadetê.
Nasnameyên pakrewanan wiha ye:
Nasnav: Agirî Zagros
Nav û Paşnav: Zozan Ibrahîm
Navê Dayikê: Ferîde
Navê Bav: Hemed
Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Raco / Çiyayê Hawarê / 3 Avrêl 2018
Nasnav: Harun Mardîn
Nav û Paşnav: Abdullah Turgay
Navê Dayikê: Meryem
Navê Bav: Cimo
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Raco / Çiyayê Hawarê / 3 Avrêl 2018
Nasnav: Merwan Derwêş Laşer
Nav û Paşnav: Abdullah Şîmşek
Navê Dayikê: Lûtfiye
Navê Bav: Mehmet
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Raco / Çiyayê Hawarê / 3 Avrêl 2018
Nasnav: Rênas Rêber
Nav û Paşnav: Vedat Şahîn
Navê Dayikê: Saniye
Navê Bav: Teyfîk
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Raco / Çiyayê Hawarê / 4 Avrêl 2018
Nasnav: Rizgar Amanos
Nav û Paşnav: Abdurezak Çîçek
Navê Dayikê: Fatma
Navê Bav: Memet
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Raco / Çiyayê Hawarê / 4 Avrêl 2018
Nasnav: Şervan Şahan
Nav û Paşnav: Baran Sevek
Navê Dayikê: Hisniye
Navê Bav: Hecî
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Raco / Çiyayê Hawarê / 4 Avrêl 2018